spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biyaniyên li ser axa xwe

Leyla Ayaz

“Karwanek wa dîsa bi rê ket… Bûn wek koçeran û felaket… Xeml û xêza wan karwana reş in… Bi derd û kul li pey hev dimeşin… Penaber in penaber… Wek koçeran der bi der… Welat welat digerin… Bûne wek teyrê bêper…” Ev hevokên ku li pêy hev rêz bûne rastiya kurdan vedibêjin. Ev stran cihê hezar gotin û nirxandinan digire.

Ji dîroka kurdan tu carî penaberî û koçberî kêm nebûye. Şer, pevçûn, xizanî, ewlehî, biryarên siyasî dibin sedemên sereke yên koçberî û penaberiyê. Koçberbûna ji cihê lê ji dayik bû û ji koka xwe qutbûye, ew birîn e ku tu carî nayê dermankirin. Çend nifş biguherin jî şopên wan birînan her tim zindî dimînin.

Ya herî zehmet jî koçberiya li ser axa xwe ye… Di rêwitiya ku şev û roj didome de ne serma û ne jî germahî canê mirovan diêşîne. Êşa di dilê wan de wekî ba û bahozê li ser vê erdnîgariyê digere. Qêrîna jinan, hawara mêran, giriyê zarokan, lorika pîr û kalan di guhê bakurî, başûrî, rojhilatî û rojavayiyan de deng vedaye… Qêrîna ku mirov kerr dike qêrîna koçberan a li ser axa xwe bû. Kurd li ser erdnîgariya xwe êdî biyanî bûn…

Wek bakuriyên li Mexmûrê, şengaliyên li Dihok, Amed û Mêrdînê, efrîniyên li Hesekê… geveriyên li Wanê, cizîriyên li Şirnexê û şêniyên Sûrê yên li Amedê. Gundiyên ku di salên 90’î de bêwar û bêcihmayî… Kurdan li Kurdistanê konê koçberiyê vedan… Di her konekê de ku hat vedan, serpêhatiyek û dîrokek heye.

Lê belê serpêhatiyên kurdên ku berê xwe didin welatên cuda jî trajediyeke din e. Her çend statuya penabertiyê girtibin jî li bajarên bi şatafat jî têra xwe bi bêmerhametiyê re rûbirû dimînin. Li vir çerxa jiyanê ya ji bo penaberan cuda ye. Ev çerx ji bo berjewendiya dewletan dizivire. Penaberî her tim bûn amûrên bazar û şantajê yên dewletan.

Dema ku mirov mijara penaber û koçberiyê bi giştî digire dest jin di nav de winda dibin. Lê rastiyek heye ku jin di koçberî û penaberiyê de komên herî bi dezavantaj in. Rêwîtiya penaberî û koçberiyê ya jinan bi serê xwe çîrokeke dijwar e. Jin bêcil, bêpêlav û bêtişt bi lêz û bez ji malên xwe derketin, bi destê zarokên xwe girtin civaka lê mezinbûyî li pêy xwe hiştin û berê xwe dan pêşerojeke nediyar. Rêwitiya ku bi rojan di nava tirs û fikaran de pêk hatibû tenê destpêk bû. Bi hezaran zarok û jin bi rojan tî û birçî man. Her wiha zarokên ku di rê de jiyana xwe ji dest dan, an jî winda bûn di dilê dayikan de wekî xem û kulekê man. Lê jin û dayik neçarbûn ku bi xemên xwe ji bo yên mayî li ser pêyan bimînin. Ji bo koçber û penaberan pêşerojeke nediyar dest pê dikir.

Di nav vê jiyanê de cîhaneke cuda li pêşberî jinan e. Avahiyên ku di nav de dijî, têkiliya cîrantiyê, danûstandin, ziman, çand, bawerî, xwarin û vexwarin û hwd. cuda ye. Bi cudabûnê re jin ji civakê îzole dibe û tenêmayîna wê pêş dikeve. Ligel bêcih û bêwarmayînê li cihê ku bi cih bûne jî yekcar tune tên hesibandin. Ligel wê yekê jî jin hewl didin ku hînî wê jiyanê bibin. Têkilîdanîn, çareserkirina pirsgirêkên debarê, xwe negihandina xizmetên tenduristiyê û perwerde bi xwe bandorê li derûniya jinan dike. Civaka ku bi polîtîkayên dewletê teşe digire, li hemberî koçber û penaberên jin jî bêtir bê însaf e.

Xanî, kargeh, kolan û bajarên ku ji koçber û penaberên jin re biyanî bû, bi bêînsafiya civakê û polîtîkayên dewletan êdî bêtir bê ewle bûn. Xizanî, kedxwarî, şîdet, destdirêjî û kuştin li pêşberî jinan bû… Ji bo debarê di karên herî nebaş û giran de bi heqdesteke kêm xebat li wan hat ferzkirin. Jinên ku bi şîdet û destdirêjiyê re rûbirû man bi tehdîta kuştinê hatin bêdengkirin. Tora fihûşê ya ku li dora jinan kêmîn daniyê jî bû sedema gelek xwekuştin û qetilkirina jinan. Ev mijarên ku me rêz kirin rastiyek e û li pêşberî hemû penaber û koçberên jin ên cîhanê ye.

Her wiha rastiyeke din jî heye, tu bikî nekî jî tu tu carî nabî wekî kesên xwecihî yên wê derê. Her tim tu wek biyanî û kesên duyemîn tê dîtin. Ev helwest û nêzîkatî çend nifş biguherin jî wisa ye. Hem ji bo xwecihiyan û hem jî ji bo penaber û koçberan.

Li tevahiya cîhanê rewşa penaber û koçberên jin wisa ye. Jixwe li tevahiya cîhanê ji sedî 48 jin û ji sedî 52 jî mêr penaber in. Ev tişt nîşan dide ku koçberî û penaberî mijara herî girîng e ku li pêşberî cîhanê ye. Hejmara penaberan bi giştî gihaştiye 272 milyonî, van daneyan di Rapora Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ya sala 2020’î de cih girtiye. Ji ber şer û pêvçûn û xizaniyê, ji Sûriyeyê 6,6 milyon, li Venezuellayê, 3,6 milyon, ji Afganistanê 2,7 milyon, ji Başûrê Sudanê 2,3 milyon û ji Myanmarê jî milyonek kes koçber bûne. Herî zêde jî ev koçber berê xwe didin Amerîka, Fransa, Îngilistan û Almanyayê.

Penabertî û koçberiya ku bi darê zorê pêk tê, bi xwe re jî bazirganiya mirovan, mafyaya organan, tora fihûşê, tiryakê û hêza kar a erzan pêş dixe. Li vir bazara her kesî cuda ye û tenê yên mexdûr dibin jî yên ku bêcih û bêwar in.