Rojnameya Heftane

Bizrê xwê

Riza Ûyar

Bizrê xwê

Li Farqînê kana xwê hebû. Gundî diçûn ji kanê xwê dianîn. Rojekê  gundiyek diçe ji xwe re xwê tîne û ji xwediyê kanê re dibêje:

Ka tu vê xwê ji ku derê tînî?

Xwediyê kanê: Ez xwê diçînim!

Yê gundî: Tu dikarî hinekî bizrê xwê bidî min jî ku ez jî ji xwe re biçînim

Xwediyê kanê: Ser çavan ma ne bi pereyê xwe ye?

Yê gundî qaşo kîsek bizrê xwê dikire û vedigere tê malê. Erdê xwe cot dike û bizrê  xwê diçîne lê ji ber ku erdê wî li ber gund bû her roj garana gund di nav erdê wî re diçû û dihat. Xwê, şîn nedibû.

Gundî careke din diçe ku ji xwe re xwê bikire, xwediyê kanê  jê re dibêje:

Ma te xwê ne çandibû?

Gundî: Xwedê ji gavanê gundê me re nehêle. Her roj garana gund di nav erdê min re dibe û tîne. Ew ê çawa xwê hêşin bibe?

Xwediyê kanê: Xwedê jê razî, te jî hinekî dûrî gund biçanda.

Yê gundî: Heke tu dîsa jî bizrê xwê bidî min ez ê îca dûrî gund li cihekî averê biçînim û ez nahêlim  piyê kesî bi wî alî ve here.

Xwediyê kanê: Belê ez ê bidim te lê bi şertekî ku tu careke din jî bizir ji min nexwazî.

Yê gundî dibêje: Bavo li ser çavan. Yê gundî bizrê xwê tîne û tê gund. Vê carê diçe dûrî gund, li cihekî averê diçîne. Çend roj piştre, baranek dibare û lehî radibe. Yê gundî diçe nav zeviya xwe. Dinihêre ku baranê tiştek di zeviya wî de nehiştiye. Hema di cihê xwe de rûdinê û destê xwe dixe tenişta xwe û dibêje: Erê min niheqî li gavan kiribû loma gavan garan di nav zeviya min re dibir û dianî lê derdê te çi ye ku te guyê xwe di zeviyê de nehîşt.