spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Blinken ji bo alîkariya gelê Sûriyeyê bang li NY’ê kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bang li serokê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku deriyên sînorê bi Sûriyeyê re yên ku di sala 2020’î de hatibûn girtin, ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî werin vekirin.

‘Divê hêzên cîhanî şerm bikin’

Blinken di vê banga xwe de wiha got: “Divê hêzên cîhanî şerm bikin ku çi tevgerek ji bo vê yekê nekirine û deriyên sînor ên di bin zexta Rûsya û Çînê de hatin girtin, heta niha nehatine vekirin.”

Blinken di civîna mehane ya NY’ê ya ji bo nirxandina rewşa mirovî ya mijara Sûriyeyê de, bang li NY’ê kir û bi van gotinan nerazîbûna xwe ji bêhelwestiya wan re anî ziman: “Çawa em nikarin hesteke hevbeş a mirovî di dilê xwe de bibînin ku çareseriyekê ji vê rewşa mirovî ya kambax re bibinin. Divê em rê û rêbazekê bibînin ji bo alîkariya gelê Sûriyeyê, şermeke mezine ji bo me ku em tevnagerin.”

Ji bo vekirina deriyan bang kir

Blinken bang li NY’ê kir ku deriyên din ên wekî deriyê deriyê Yarubiyê yê bi Iraqê re û deriyê Bab El Selam ê bi Tirkiyeyê re jî werin vekirin ku bi rêya van deriyan dikaribin alîkariyê bigihînin zêdeyî 5 milyon mirovî.

Hêjayî gotinê ye ku ev mijar cihê nakokiyên mezin e di navbera welatên Rojava û Rûsyayê de. Di tîrmeha sala borî de bi vetoya Çîn û Rûsyayê hejmara deriyên sînor ên ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî tenê deriyek mabû (Deriyê Bab El Hewa yê di navbera Tirkiye û Idlibê de).

Li aliyekî din, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê jî nerazîbûna xwe ji bo daxuyaniya Blinken anî ziman û wiha got: “Amerîka û welatên Rojavayî, mijara alîkariyên mirovî ji xwe re dikin mijareke siyasî û siyaseta xwe li ser wê dikin û ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye.”