25 Nisan, Perşembe - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog

Dayikên Aştiyê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

0

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Minbicê têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran daxuyaniyek da. Dayika şehîd Ehmed Kenan û Emîna Kanan li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda bajarê Minbicê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rayedarên Tirk ên mafên bingehîn ên Abdullah Ocalan bin pê dike û ji  25’ê Adara 2021’ê de agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Dayikên Aştiyê, di serî de CPT’yê bang li saziyên mafên mirovan kir ku berpirsyarên xwe li hemberî Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo rakirina tecrîda li ser wî bixebitin. Dayikên Aştiyê diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên komploger bi siyaseteke qirêj Abdullah Ocalan revand û xwestin îradeya wî û berxwedana wî ya bêhempa têk bibin. Dayikên Aştiyê diyar kir ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

Rêveberên OHD û ÎHD’ê piştgirî dan rojnamegeran

0

Duh polîsan li Stenbol û Enqereyê 9 rojnameger binçav kirin. Piştî polîsan rojnamegerên MA, JINNEWS, Yenî Yaşamê binçav kirin îro gelek sazî û rêxistinên civakî daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Nûnerên Komeleya  Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê û Komeleya Mafên Mirovan li Stenbol û Enqereyê çûn serdana buroyên çapemeniya azad û piştgiriya xwe ya bi rojnamegeran re anîn ziman.

Li Stenbolê Nûnerên OHD’ê çûn serdana Ajansa Mezopotamya (MA) û Rojnameya Yenî Yaşamê. Parêzerên OHD’ê diyar kirin ku rewşa 9 rojnamegerên hatine binçavkirin baş in û wiha gotin: “Ev operasyona li dijî rojnamegeran li dervê hiqûq û mafên mirovan e. Em vê yekê qebûl nakin.

Li Enqereyê jî nûnerên Giştî yên ÎHD’ê yên Enqere û nûnerên OHD’ê buroyên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Colemêrg de vera madenan nobete

Dewa Marunîsî ya Colemêrgî de 2007 ra nata karê madenî yenê kerdene. Şarî vera karanê madenî yê Şîrketa Sedex Resourcesî dest pê çalakîya nobete kerd.

Şarî Pirdê Şinê ra heta gelîya madenî rayraşîyayîş kerd û dima bi eşkerayîyêke waştişê xo ardî ziwan.

Tîya de Salîh Kurtî pare kerd ke şar karanê madenî ra semed beno mexdûr û vat: “Aw û erdê ma herimîyayê, lêşinîya hewayî û meseleya nêweşîya nefesî zêdîyayê. Ca çin o ke ma heywananê xo tede pêz bikerê. Ma cade wazenê ke karê madenî vinderê.”

Kurdî waştişê înan wina rêz kerdî:

”Wa karê madenî vinderê, zerarê ke madenî dayê wa bêrê tazmînkerdene, warê dewijan sey verî bêrê awankerdene, texrîbatê madenî bêrê raştkerdene û war de darî bêrê ronayene.”

Li dijî madenan çalakî hat destpêkirin

0

Li gundê Marunis ê Colemêrgê ji sala 2007’an ve xebatên madenê yên dibin sedema wêrankirina xwezayê didomin. Welatiyên li dijî xebatên madenê çalakiya nobetê dane destpêkirin. Şêniyên herêmê yên ji navçe û navendên derdorê hatin xwestin ku xebatên madenê yên Şîrketa Madenê ya Sedex Resourcesê dane destpêkirin bên rawestandin.

Welatiyên ji Pira Şinê ya li ser rêya bejahiyê ya di navbera navçeya Çelê û Colemêrgê de ye ber bi geliyê qada madenê lê ye ve meşiyan, li cihê ku xweza lê tê werankirin daxuyanî dan. Welatiyan daxwazên xwe ji xwediyê şîrketan re ragihandin. Komeke hat diyarkirin ku ji 40 kesan pêk tê, nobeta ewil dewr girt.

Salîh Kûrt ê diyar kir ku ji ber xebatên li qada madenê mexdûr bûne, anî ziman ku kanên madenê li mêrgên wan e û got: “Ji ber xebatên me yên madenê axa me qirêj bû. Çavkaniyên me yên avê bi jehrî bûn û nikarin bên vexwarin. Qirêjiya hewayî zêde bûye û rê li ber pirsgirêkên bêhn standinê vekiriye.

Xweza xêra bû

Kûrt, bi lêv kir ku qadên çêregehan ên sewalan ji holê hatine rakirin û wiha berdewam kir: “Xwezaya gundê me ya xweşik xera bû. Tevî van pirsgirêkan şûna ku xebatên madenê bên rawestandin, bênavber didomin. Weke gundiyan tevî dehan caran serî li rayedaran da jî çareserî nehate peydakirin. Êdî hêza me ya xwe li ber bigirin nema ye. Ji bo parastina mafên gundê me û nifşên pêşerojê dixwazin xebatên madenê demildest bên sekinandin.”

Kûrt daxwazên xwe wiha rêz kirin:

* Bila xebatên kana madenê ya li qadên çêregehê yên gundê Marunisê demildest bên rawestandin.

* Bila tazminata zirara ku kana madenê daye derdorê bê dayîn.

* Bila qadên jiyanê yên gundiyan weke berê lê bên kirin û texrîbata xebatên madenê ji holê bên rakirin.

* Bila li herêmê jinûve dar bên çandin.

Dema binçavkirina 9 rojnamegeran hate dirêj kirin

0

Di serdegirtinên malanên ên duh li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, rojnameger Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Dema binçavmayînê ya 9 rojnamegerên binçavkirî hate dirêjkirin. Malbatên rojnamegerên hatin binçavkirin li emniyetê geriyan û jê re hate gotin ku dema binçavmayîna wan ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.

Tawanbariya ‘Roja rojnamegerên kurd’

Her wiha di girteknameya rojnamegerên binçavkirî de tê fêmkirin ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine binçavkirin. Di girteknameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên rojnameyan îdiaya “têkiliya bi rêxistinê re” hatiye kirin. Her wiha di girteknameyê de cih dan daxuyaniya Yekitiya Ronakbiriya Demokratîk (YRD) a têkildarî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd û hat îdiakirin ku rê nîşanî rojnamegeran daye.

Berdana girtiyan bi rengekî kêfî taloq dikin

0

Aydin Kudat û Abdurrahman Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û ev 32 sal in girtî ne. Malbatên wan diyar kirin ku tehliyeyên wan bi awayekî keyfî tên taloqkirin û wiha gotin: “Rêberiya girtîgehê bi awayekî derhieqûqî gefa ‘heta 36 salên wan tije nebin em ê bernedin’ dixwin.”

Girtiyên bi navên Aydin Kudat (55) û Abdurrahman Guner (54), di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê li ser îfadeyên 2 îtîrafkaran hatin binçavkirin. Kudat û Guner li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Kudat û Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û ev bû cara 3’yan ku tehliyeya wan tê astengkirin. Kudat û Guner diviyabû di 6’ê îlona 2022’yan de bihatina tehliyekirin lê bi hinceta ku di sala 1995’an de li Yozgatê ji ber daxwaznameya ser (statûya dîlîtiyê (qebûlnekirina dîlgirtinê)” nivîsandin di sala 1996’an de salek ceza lê hatiye birîn nehatin tehliyekirin. Di sala 2012’an de ev ceza hate betalkirin û biryara beraetê hate dayîn lê di sala kanûna 2022’yan de hîn bûn ku beraet kirine. Girtiyên ku ji beraeta xwe haydar bûn, ji bo tehliyeya xwe serlêdan kirin lê îcar jî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” qebûl nekirine tehliyeya wan ji bo salekê taloq kir. Lijneyê di kanûna 2023’yan de careke din ji bo 3 mehan tehliyeya wan taloq kir. Lijneyê herî dawî jî di 27’ê adara 2024’an de bêyî ku girtiyan derxîne lijneyê tehliyeya wan ji bo 5 mehan taloq kir.

Ev 32 salin di girtîgehê de ne

Zeynep Guner ku hem dotmama Abdurrahman Guner e hem jî vasiya wî ye, got ku herî dawî di meha sibatê de pismamê xwe dîtiye. Guner, got ku rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye; “Em ê we bernedin. Heta ku 36 salên we tije dibin jî em ê we bernedin.” Guner, anî ziman ku li ser pirsa girtiyan a “Hûn çima me bernadin?” jî rêveberên girtîgehê jê re gotin; “Keyfa me wisa dixwaze û em we ji keyfa xwe bernadin.”

Guner, diyar kir ku tehliyeya gelek girtiyan tê astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî jî girtiyan re gotin ku ji ber poşmantî qebûl nekirine û derbasî qawîşa girtiyên serbixwe nebûne wan bernadin. Di 20’ê nîsanê de ez bi pismamê xwe re axivîm. Min rewşa wî jê pirsî û got; ‘Tu kes li ser rewşa me nasekine. 32 salên me tije bûn. Heta niha tu kesî ji bo me tiştek nekir. Bila çapemenî, parêzer û malbat li ser rewşa me bisekinin. Bila ev bêhiqûqtî xelas bibe.’”

‘Dijminatî tê kirin’

Guner, neberdana pismamê xwe yê 32 sal in girtî weke “bi eşkereyî dijminatiyê dikin” nirxand û wiha pê de çû: “Em vê zîhniyetê ji berê ve nas dikin. Lê dijminatiya li Karabukê pir cuda tê meşandin. Dibêje ‘heta 36 salên te tije nebin ez te bernadim.’ Çawa vê yekê ji xwe re heq dibînin? Pergal, ji bo tirsandina civakê girtiyan li dijî malbatan weke gefekî bi kar tînin. Berxwedana wan berxwedaneke mezin e. Pergal ji vê berxwedana wan ditirse. Heta ji cenazeyên hevalên me jî ditirsin.”

Divê bên tehliyekirin

Di berdewamê de Guner got ku hem girtî hem jî malbatên wan dixwazin derhiqûqtî û mexdûriyetên heyî ji holê bên rakirin û wiha derbirî: “Mîdeyê Abdurrahman diêşe û kekê wî ji ber penceşêra mîdeyî jiyana xwe ji dest da. Lewma em gelek ditirsin. Heke tedawî nebe dibe ku bi penceşêra mîdeyî bikeve. Her wiha ulser gastrîta wî pir pêş ketiye. Fitqa wî ya piştê heye û çavên wî baş nabînin. Gelek nexweşiyên wî hene û dereng dibin nexweşxaneyê. Baş nayê tedawîkirin. Lewma divê tavilê azad bibe û bê tedawîkirin.”

‘Dema li derî tê xistin dibêje Aydinê min e’

Bîrgul Turan ku tehliyeya birayê wê Aydin Kudat tê astengkirin anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya birayê wê baş nîne û nexweşiyên wî yên weke zerik û mîdeyî hene. Turan, diyar kir ku her 15-20 rojan carekê pê re diaxivin lê ev hevdîtin tên qutkirin û wiha axivî: “Dayika min 90 salî ye û li benda wî ye. Dayika min dibêje ‘Bes min ew dîtibûya ku sax ji wir derketiye besî min bû.’ 30 salên wî tije bûne, çima nayê berdan? Çi heqê wan li ser me heye? Çi derdê wan bi me re heye? Dayika min 90 salî ye û li benda zarokê xwe ye. Her cara li derî tê xistin dibêje ‘Gelo Aydinê min hat?’ Dema du kes di navbera xwe de diaxivin dibêje ‘Hûn qala Aydinê min dikin, Aydin hat, rewşa wî çawa ye?’ Heke ev jin beriya kurê xwe bibîne wefat bike, gelo em ê çi bikin? Ew êş dê her bi me re bimîne.”

Nêzî 25 salan e ku kurê xwe nedîtiye

Zahîde Kudat ku ev nêzî 25 sal in ji ber nexweşiya xwe nikare kurê xwe bibîne jî wiha got: “Bes carekê din min bi van çavan ew bidîta. Dixwazim kurê min were berdan. Dixwazim wî bibînim. Ev bû çend sal min ew nedîtiye. Ez nexweş im û li erdê me. Girtîgeh dûr e û nikarim biçim serdana wî. Hema bes carekê min ew bidîta…”

’30 salên din jî di girtîgehê de bimîne dîsa dê li ber xwe bide’

Ramazan Tanriverdî jî li gel Kudat û Guner di heman demê de û ji heman dosyayê hatibû girtin û piştî 30 sal û 7 mehan, di 28’ê adara 2023’yan de hatibû berdan. Tanriverdî got ku ew jî weke hevalên xwe gelek hatiye mexdûrkirin. Tanriverdî xwest ku li ser derhiqûqtiyên li hevalên wî tê kirin were sekinin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha tu hevalên 30 sal in girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê nehatine tehliyekirin. Tu aliyekî hiqûqî tune ye. Heta van hevalan dernaxînin cem şandeyê jî. Lê cezayan lê dibirin. Dîl tên girtin. Bila hiqûqê binpê nekin. Mirovekî 30 sal ên girtîgehê daye ber çavan, 30 salên din jî girtî bimîne dê dîsa li ber xwe bide. Dê tu caran paşvegavê neavêje.”

Doktorekî Rojavayê Kurdistanê Xelata Zêrîn a Bile wergirt

0

Duh li Salona Hunerê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 18’emîn merasîma dayîna xelatên zêrîn a Bile (Îbrahîm Ehmed) ku warê nivîs, siyasî, têkoşîn û hunerî de tê dayîn, hat lidarxistin. Merasîm salane di salvegera wefata nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de pêk tê û ji kesên ji neteweyên cuda yên ji bo doza gelê Kurd xebat û têkoşîn kirine jî tên xelatkirin.

Xelata heştemîn pêşkêşî Dr. Ciwan Hemî yê ji Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Dr. Ciwan Hemî pisporê nexweşiyên hestiyan e. Di dema êrîşa DAİŞ’ê ya li ser Şengalê de wî xwe gihand çiyayê Şengalê û alîkariya birîndaran kir. Ev xelat bi taybetî ji aliyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşkêşkirin.

Ciwan Hemî kî ye ?

Dr. Ciwan Hemî (52) ji gundê Talia yê Hesekê ye. Xwendina xwe li dibistanên Hesekê qedand. Di sala 1990’î de beşa hestî û şikestinê li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Helebê qedand û ji sala 2006’an de bijîşk e.

Dr. Hemî ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destekê dide gelê xwe. Di dema êrîşên çeteyan ên li ser Serêkaniyê de piştgiriya tenduristiyê da gelê xwe û li Şengal û Kobanê jî bijîşkî kir. Piştre berê xwe da Swêdê.

Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên sala 2018’an ên li ser Efrînê re, ji Swêdê vegeriya û karê xwe li Nexweşxaneya Efrînê domand.

Dr. Ciwan Hemî ji ajansa ANHA’yê re axivî û got: “Êşên gelê Kurd gelekî kûr in. Eger bixwazî bibî bijîşk tu yê 6 salan 60 pirtûkan bixwînî. Lê tu bibî bijîşkê Kurd divê tu êşa 60 milyon Kurdan fêm bikî. Erka me ya mirovî ye xizmeta gelê xwe û doza wî bikin.”

Ciwan Hemî li gel karê bijîşkî berhemên wî yên wêjeyî yên neçapkirî jî hene. Ciwan Hemî di van berhemên xwe de serpêhatiyên xwe yên di demên şer de parve kirine. Ciwan Hemî got: “Wek bijîşk şeran min mecbûrî kiriye ku êşên bûme şahidên wan, binivîsim. Min bi pênûsa xwe xwest peyama gelê xwe û zilma li ser wî ragihînim.”

Dr. Ciwan Hemî bijîşkê yekemîn ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata Bile werdigire. Hemî di dawiya axaftina xwe de got: “Ez nikarim biçim xelatê wergirim, lê ez vê xelatê diyarî ajansa we, tevahî şehîd û birîndarên ku bi saya wan em bi aramî dijîn, dikim. Di heman demê de diyarî malbata xwe û hevalên xwe yên di qada tenduristiyê de yên di salên dawîn de kedeke mezin dane, dikim.”

Ganî şar bi ferasetê neteweyî têbigêro

Serekê Pêroyî yê PÎKî Hîkmet Serbilindî îfade kerd ke dewleta tirke armanc kena ke statuyê kurdan çin bikera û wina vat: “Şaro kurd ganî vera ney bi ferasetê neteweyî têbigêro. Kurdan ser o ferz o ke vera hêrişanê îşxalî yê dewleta tirke tewirê xo bimojnê.”

Serbilindî pare kerd ke îqtîdarê AKP-MHPyî bi binkewtişê xo yê weçînayîşan zaf teng bîyo û vat: “Îqtîdar seba ke tesîrê ney bikêmîno şovenîzmî keno. Hetê bînî ra destkewte û sîyasetê kurdan benê xurtêr. Seba çinkerdişê destkewteyanê kurdan îqtîdarî dest pê plananê îşxalî kerd. Nika dewleta tirke hukmatanê Iraqî û Herêma Kurdistanî de bazarîye kena. Şaro kurd ganî vera ney bi ferasetê neteweyî têbigêro. Kurdan ser o ferz o ke vera hêrişanê îşxalî yê dewleta tirke tewirê xo bimojnê. Dewleta tirke tena hêrişê PKKyî nêkena; hêrişê Başûrî kena. Dewleta tirke armanc kena ke statuyê kurdan çin bikera.”

Serbilindî îfade kerd ke dewleta tirke destkewteyanê kurdan seba ameyoxê xo sey tehlukeyî vînena û vat: “Seba ney dewleta tirke mabênê partîyanê kurdan de nîfaqî virazena. Eke partîyê kurdan vera nê hêrişan tewirê hemparî nêmojnê do hesab bidê tarîxî. Partîyê kurdî ganî dîplomasîyêka hempare bikerê. Nê hêrişî teyna vera PKKyî nîyê. Hedefê dewleta tirke pêro destkewteyê kurdan ê. Şaro kurd bi ruhê neteweyî do ser bikewo.”

Dewleta tirk Gundên Şehba û Minbicê bombebaran dike

0

Êrîşên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê di êrişên ku Kantona Şehbayê hedef tên girtin de ewilî gundên Radar û Şealê pişt re herêma di navbera navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsa hatiye bombebarankirin.

Gundên Seyada û Dendeniyê yên dikevin rojavayê navenda bajarê Minbicê bi hewanan tên topbarankirin.

Şifreyên şoreşa kurd

Atmosfera “Romana Ciwanên Kurd” ku hîna ne hatiye nivîsandin, germ e. Ev atmosfera germ, hemû kurdan, gelên li Rojhilata  Navîn  dipêç e. Dîrok di dîrokê veşartî be jî, herka çemê dîroka serdema me, li çiyarêzên Zagrosê û li gelî mesilên wan çiyarêzan diherike. Ciwanên kurd jî, bi diyalektîk û hişmendiyek dînamîk a dîrokî têdikoşin.

Herçiqasî, Howard Fast, têkoşîna gelê şoreşger weke hêzek veşarti nîşan bide jî, hêza şoreşger a li Kurdistanê, eşkere ye û bi dînamîka têgihiştî ya paradigmeya xweseriya demokratîk, li her qada jiyanê têdikoşe.

Gelê Kurd bi paradigmeya “jina azad, civaka azad” şîfreya yekemîn ya şoreşê destnîşan kiriye. Ev tekamuliyet-pêşketina Kurdistaniyan li erdnîgariya xwe ye û xêzkirina çarçoveya dîroka alternatif e.

Şîfreya ku bûye çavkaniya hemû şifreyên Şoreşa Kurd, paradigmeya ku rê li ber hiş û ramanê hemdemî vekiriye ye. Ev zemtkirina zimanê diyalektîka serdemê ye. Wek Ocalan dibêje, “Ev destpêka çîroka serxwebûnê ye.” Ev jî bi saya hunerê polîtîqeya bi felsefê barkirî, hatiye bidestxistin. Şîfreya herî bi watê ku divê çarçoveyê de hatiye bidestxistin, mirovê bi îrade ye. Di mitolojî de, di jiyan rojane ya gelan û pêşketinên rojane de, mirovên bi îrade li pêş in, têne hezkirin û himbêz kirin.

Bi destxistina vê îradeyê, rizgariya ji kompleksa biçûkbûnê ye!…

Şîfreya ku ez her dem dinava çendikan de û xetên qalind û rêş de dinivîsim, “Kuştina mirinê” ye. Nêzî dused salin ku li Kurdistanê, bav kuran vedişêrin. Eger li welatekî ne kur, bav kuran veşêrin, rewşek anormal heye û tê wateya sefaleta tunekirinê. Yanî tê wateya têkçûna biyolojîk û sosyolojîk. Yanî ketina nava “Buhran-sewêsîbûna” tûnebûnê!

Mînak, Kurdistan ku di gora betonî de, li Agirî hatibû metfun kirin e! Balkêş e, di darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de jî, hate xwestin ku duyamîn car, Kurdistanê, li girtîgeha Amedê di gora betonî de meftun bikin. Ev serdema herî dijwar ya qolincên kehrîbarî ne û salên tarî ne. Ji bo fêhmkirina vê serdemê pêwiste, pirtûka “Di 12’ê îlonê de, Berxwedan, Mirin û Jiyanê” ku li nexweşxanê berxwedana li dijî mirinê hatiye vegotin were xwendin û nirxadin.

Eger pirtûk, nexşe û neynika serdema xwe bin, dive, pirtûkên wê serdemê, bi taybetî yên di girtîhena de têne nivîsandin, werin xwendin û baş werin nirxandin. Çima, ji ber ku desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê, 22 sal in weke mîratzadeyên faşîzma darbeya 12ê Îlonê kar dikin û girtîgeh jî bi rêbaza gestapo Esat Oktay Yildiran têne rêvebirin.

  1. Paul Satre, di pirtûka “Zindanên Altona” de, bîrnaînên efserê artêşa Elmanî Franz dinivîse û dibêje; “kesên serdikevin her dem mafdar in.” Lê na, berxwedana li zindana Amedê, faşîzma 12’ê îlronê mahkum kir û lanet kir.

Ji bo vê jî şîfreya serketinê, bû diruşmeya “Berxwedan Jiyan e”! Ev diruşme hem bû nave romanan, hem bû bingeha destanên nû. Dostên faşîstan jî tenê faşîst in. Faşîstên dewşîrme yên Turk-î Turan û Turk-î Îslam, ji bo dostan peyde bikin, hem welat, hem derketine parsekiyê, hem jî keda hemwelatiyan û hem dewlemendiyên cografya welat kirina mazatê û bost bi bost difiroşin. Şantaj û gefxawarinê jî dest bernadin.

Bêguman hişmendiya têgihiştî, têkoşînê jî bi xwe re tine. Hişmendiya li Kurdistanê jî. Şîfreya ronekbîrî ye. Ev jî tê wateya hêrivandina tarîtiya sed salî. Ji bo têgihiştin û ronîkirina şikefta qoqê mêjiyê mirovan, gelek têkoşîn hate kirinû gelên berdêl jî hatin dayin. Ji bo vê jî têqandina fîşeka pêşî ya 15’ê Terbaxê, weke fişeka di beden û mêjiya mirovê kurd de hate binavkirin. Fişeka destpêkê bû pengava neteweyî û gava şiyarbûn û meşa ber bi azadiyê. Yanî rastiya zindîbûne xeyalên jiyana azad.

Jiyana azad bû şîfreya serketinê!…

Lêgerîna nivîsandina bi zimanê kurdî, di van rojên dawî de, lêgerîn û daxwaza konferansa zimanê Kurdî, destnîşankirina stratejiya neteweyî ya zimanê kurdî, daxwaza ji siyasetmedarên kurd ku siyasetê bi zimanê kurdî bikin, ev e. Bi pirtukan, bi afirgerî û vejîna bi mêjiyê kurdî ku di çarçoveya diyalektîka serdemê de, pêknîn û bikaranîna şîfreyên şoreşê ne.

Mînakên Şoreşa Kurd li cîhanê nine. Bêyî drametîzekirin û nepîxandinek bazirganî, dixwazim bêjim ku şîfreya Şoreşa Kurd, di eniya yekemîn hêza dewletî medya de çêbûye. Medya eniya perwerdeya civakî û xurtkirina ferhenga zimanê kurdî ye. Xurtkirina ferhenga Kurdî jî, li hemberî asimelasyon, înkar û redkirinê, bû nasnameya azadiya gotina Kurdî, bû bingeha vegotina dewlemend ya kîtabî; ya herî giring jî, bê têgihiştina ku dîrok, ne ji jor ve, ji jêrve tê nivîsandin û dema dîrok ji jêr ve hate nivsîandin dibe dîroka gel û dîroka a alternativ. Nirxê girnabiha yê vê şîfreyê jî bû dîwarê “kîklop” ya li dijî xerakirina hevsengiya civakî ku hem di aliyê ferhengî de, hem di aliyê soyolojîk de bandorek mezin dike. Medya Kurd, hem di ragihandina bûyerên rojane de, hem di aliyê têgihiştina aheng û folklorîk  de bû rengînîya civaqka Kurd.

Ji botêghiştina modela alternmatîf ya demokratîk, medya Kurd bû çavkaniya gotin, rastî, bawerî û enformasyonê.

Bêguman nabêjim, li cîhanê şoreş çênebûne, naa! Gelek şoreş çêbûne, lê dibêjim, menend-mînaka şoreşa Kurd nîne.  Îdeolojiya ku bûye “Tewrata Şoreşê”, bûye bingena jiyaneke nû. Hem li ser bingeha aborî, hem li ser bingeha sosyolojîk û antropolîk sazkariyek çêbpûye. Mebesta min ji “antropolojî” jînenigariya lehengên şoreşê ye. Ev jînenîgarî wê bibin ansîklopediyên paşerojan.

Zanistên cîhanê jî, sosyolojiya şoreşa kurd, weke dermanê êş û azarên civakan û çavkaniya çareseriya pirsgirêkên civakî binavdikin. Yanî sosyolojiya ku bi saya şoreşa kurd, dinava civakan de hatiyeavakirin jî şîfreyek giring ya Şoreşa kurde.

Li Tirkiyê, faşîzma dewşirme, ku li ser bingeha tunekirina gelan hatiye avakirin, mixabin di sedsala bîsûyekê de, di sinifda maye. Li hemberî pêşketinên teknolojîk, (teknolojiya li pêşî serdemê), di aqilê materyalîzma bê bingeh de digevizê û hemû hêza xwe ya paşverûtiyê ji bo têkibirina Tevgera Azadiya Kurd kiriye nava tevgerê û li her qada cîhanê, hem di aliyê dîplomatîk de, hem di aliyê aborî û siyasî de pîkolê dike. Tam bi paşverûtiyek mekanîk a materyaalist haraket dike.

Dibê ku tevgera paşverû û derî serdemê û faşîzan a dewleta tirk, bi gotina “mekanîk materyalîzm”ê jî neyê binavkirin. Ji ber ku dewleta tirk, dîrokê û pêşektinên dîrokî, bi taybetî pêşketinên tenolojî û cîhanê, bi nirxandina, çima, kengî û çawa û pêwisatî bi çi heye, siyasetek çawa, mecburiyet heye nîne, haraket nake.  Ew hîna di salên 1912-13-14-15 da û di Destura Bingheîn a sala 1925’an de kilîtkîrî maye. Zanistên wê, ji sedî 90’î, di azmuneya kursiyê zanista civakî û sosyolojîk de di sinifê de mane. Ji bo vê jî zanistên bi aqilê azad haraket dikin, ji Tirkiyeyê direvin.

Lê, reva ji welat ne çareserî ye. Şîfreyên Şoreşa Kurd, ji bo wan jî riya rizgariya ji faşîzmê nîşan didin. Encama hilbjjartinên 31’ê adarê mînak e.

Faşîzma dewşirme, niha ketiye nava tevgerek gelekî qirêj û dijwar; ji aliyekî ve dozen kumpasê. Doza Kobanê, û hemû dozen siyasî yên li Tirkiyeyê, ji bo sazkariya faşîzma Reîs Erodgan e. Hin kes, vê yekê weke faşîzma olî binav dikin. Erê rast e, despotîma terîqatan heye. Lê di esasê xwe de, tarîqata Naqşîbendî ûmettê diparêze û bi taybetî di destpêka avakirina Tirkiyeyê de, li dijî despotîzm û faşîzma Ittîhat Terakkî şer kiriye.

Di ser vê serdemê re sed sal derbas bûne û bi taybetî di şerê îdeolojîk û eskerî yê Tevgera Azadiya Kurd de, înîsiyatîf, di destê paşverûtiya îslama ku bi formên Îttîhat û Terakî bûye tevgerek faşîzan, hatiye standin. Ji bo vê jî, min hinek ji şîfreyên Şoreşa Kurd, bêyî fomuleyek sosysolîk-etûdî rêz kirin.

Erdoganê epîlepîsk, bi komek burokratên ku ji firiyat û îdeolojiya îslamê dûr, lê bi hişkgirêdana berjewendiyên maddî û kursî hareket dikin, hem dixwaze Tevgera Azadiya Kurd tesfiye bike, hem dixwaze, çepgir û demokratên  bi rêbazên komargerî ve girêdayî tesfiye bike.

Eger van dînamîşkên civakên li Tirkiyeyê û Kurdistanê tesfiye bike. Edoganê epîlepsîk wê xwe weke “xelîfeyê cîhana îslamî” îlan bike. Bila Misir û Erebîstana Suudî qebûl nekin, lê Hamas û Îxwanî û çelek çeteyên din amade ku xelîfetiya Erdoganê epîlepsîk  qebûl bikin.

Desthilatdariya AKP’ê, faşîzma Muawiye, bi teqwiyekirina tarîqatan, hevkarê wê yê biçûk MHP’e jî, faşîzma turanîst, bi teqwiyekirina netewperestên faşîst, Tirkiyeyê ber bi tunekirin ve dibin. Teolojiya her du aliyan jî metrisînî e û xwe dispere, çete û Çil Haramiyan.
Ji bo vê jî min riya rizgariya Tirkiyê ji têkçûne, şîfreyên Şoreşa Kurd nîşan dan. Di van rojan de, Erdoganê epîlepsîk, ku nema dikare bimeşe, li pey mucizeyan digere. Lê mucizeyên faşîzmê nînin. Orîjînalîteya faşîzma dewşîrme, 2 ne; yek propagende û şantaj e, a din jî narsîzma sêva sor-êrîşên dagirkeri û qirkirinan e.

Dubarê dibûjim, eger mirovaniya modern, bi ronesansa Ewropa re rabûbe ser piyan, mirovaniya serdema teknolojiya pêşketî ya îro, wê bi Şoreşa Kurd û Modernîteya Demokratîk a li ser piyan bimîne. Yanî û hasilî kelam, dahatuya mirovaniyê bi serketina Şoreşa Kurd ve girêdayî ye!