spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 123

Li Japonyayê 155 erdhej çêbûn 48 kes mirin

Li gorî ajansa meteorolojiyê ya Japon JMA’yê li navenda Japonyayê roja Duşemê saet 16.00’an û heya roja Sêşemê saet 09.00’an 155 erdhej çêbûne. Piraniya van erdhejan ji pileya 3’yan zêdetir in. Li gorî heman ajansê sibeha Sêşemê 6 erdhejên nû yên mezin hatin hîskirin.

Serokwezîrê Japonyayê Fumîo Kîshîda got ku ji roja Duşemê heya niha li navenda Japonyayê gelek erdhejên mezin ku yek ji wan ji pileya 7’an zêdetir e, çêbûne û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û ziyanên madî yên mezin hene.

Serokwezîr Kîshîhayî anî ziman ku tevî bînayên hatine hilweşandin, şewat û kesên jiyana xwe dest dane, gelek zirarên mezin hatine teyîtkirin.

Li gorî rayedarên eyaleta Ishîkawayê ku navenda erdhejê ye, 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nîvîya kesên ku mirine ji vê eyaletê ne û gelek welatî birîndar in.

Şandeya Botanê serdana Nobeda Edaletê kir

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî nayên girtin. Nobedên Edaletê yên bi daxwaza ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û pirsgirêka kurd çareser bibe li gelek bajaran hatin destpêkirin berdewam dikin.

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobedê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Şandeya ku Dayikên Aştiyê, parlemeterê Şirxanê Mehmet Zekî Îmrez, endam û rêvebirên navend û navçeyên Şirnaxê, hevşaredarên Silopiyayê û Gundikê Melî yên DEM Partiyê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya serdana Nobeda Edaletê kirin.

Di çalakiyê de li ser girîngî û pîrozbûna çalakiyê axaftin hatin kirin. Çalakî bi stranên kurdî yên şoreşgerî û dirûşmeya ”Bê serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” berdewam dikin.

Li Îranê di nava salekê de 823 kes hatin bidarvekirin

Li Îranê di nava sala 2023’an de 823 kes hatin îdamkirin, mafê jiyanê yê 333 kolberan hate binpêkirin. 27 kes di encama mayîn û teqemeniyan de, jiyana xwe ji dest dan û li girtîgehan jî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserê welêt di tevahiya salê de hejmara girtiyan gihişt 2 hezar û 342 kesan, di nava salê de cezayê mirinê li 21 aktîvîstên siyasî û çalakvanan hate birîn. 547 aktîvîst bi cezayê hepsê yê 94 salan, 2 hezar 547 cezayê qemçiyê û 2 hezar û 944 sal cezayên girtîgehê re rû bi rû man.

Di raporê de hat diyarkirin ku divê saziyên parêzvanên mafên mirovan û civaka navneteweyî ji bo parastina mafên welatiyên Îranê, nerazîbûnê li hemberî vê yekê nîşan bidin û zextê Îranê bikin da ku dest ji vê kiryarên xwe berde.

Her wiha hat tespîtkirin ku li Îranê di nava salê de herî kêm 121 jin hatin qetilkirin.

Rûsya, Kîev û Harkîvê bombebaran kirin

Li paytext Kîevê bi qasî deh teqînan rû dan. Di teqînan de avahiyên li navenda bajêr hejiyan û her wiha parçeyên fuzeyên hatine avêtin li taxên cuda û bi taybet cihên niştecihbûnê ketin.

Li gorî operatorê şebekeya veguheztina ceyranê ya neteweyî Ukrenergo, di encama êrîşên danê sibehê de şebekeya ceyranê ya li herêma Kîevê zirar dîtiye. Operatorê li ser telegramê ragihand ku “ji 250 hezarî bêhtir mirov ji ceyranê bêpar mane” û got, “Qutbûna ceyranê hemû ji ber şer û pevçûnan pêk tên.”

Bajarê Harkîv ê li bakur rojhilatê Ûkraynayê jî bû hedefa êrîşên Rûsyayê. Hat ragihandin ku di êrîşan de kesek miriye, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Ûkraynayê destnîşan kir ku welat di bin gefa fuzeyên Rûsyayê de ye. Li gelek deveran alarma êrîşa hewayî hate dayîn.

Serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî êrîşa li bajarê Belgorodê ku di encamê de 25 kesan mirin, soz da ku wê êrîşên li ser Ûkraynayê dijwartir bikin.

Serok dewletê Ûkranyeyê Volodîmîr Zelenskiy ligel Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau ji bo xurtkirina parastina hewayî ya Ûkranyayê hevdîtin pêk anîn. Wekî din, Norwêcê destûr da ku yekser çek û malzemeyên parastinê ji bo Ûkraynayê bê firotin.

‘Muracatkerdişê cinîyan mesajêko muhîm o’

Parlamentera DEM Partî ya Amedî Adalet Kaya behsê tewrbîyayîşê cinîyan kerd û wina qisey kerd: “Zaf muracatkerdişê namzedîye yê cinîyan vera hedefgirewtişê sîstemê hemserekîye û destkewteyanê cinîyan mesajêko muhîm o.”

Kaya qeyûmî sey antîdemokratîkî name kerdî û vat cayê nê caardişo ke îradeyê şarî nas nêkeno huqûq de çîn o. Adalete Kaya nê vatî: “Xora bi serran bi metodanê cîya cîyayan îradeyê şarî nas nêkenê. Qeyûm zî înan ra yew o. Bitaybetî vera destkeweyanê cinîyan hêrişî ameyî kerdene. Nînan ra tewr muhîm zî sîstemê hemserekîye bî û çîyo bîn zî mekanîzmayê ke semedê xurtkerdişê torra paştîdayîşî ameyî ronayene, kooperatîfî, merkezê paştdayîş û hetkarî bî. Qeyûmî tewr zaf vera destkewteyanê cinîyan ê.

Hîrê dewranê peyênan de modelê hemserekîye est o. Hema semedê şaredarîyan fermî nebo zî semedê nê zî têkoşînê ma dewam keno. No xora semedê îqtîdarî meseleya krîtîk a. Nê sey tehdîtî vîneno. Çîyêko hol o îqtîdar tim vera ci yo. Hemserekê ma yê cinîyî hema zaf zîndan de yê û zafê înan zî bado ke xeylêk zîndan de mendî ameyî veradayene. Gultan Kişinake na mana de fîgurêka muhîm a. Rixmo ke cezaya aye qedîyaye hema zî zere de ya. Zaf muracatkerdişê namzedîye yê cinîyan vera hedefgirewtişê sîstemê hemserekîye û destkewteyanê cinîyan mesajêko muhîm o.”

Mylène Sauloy: Abdullah Ocalan pêşengekî rastîn e!

0

Mylène Sauloy, da xuyakirin ku muzîka Kurdî û têkoşîna jinê ew nêzî xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd kiriye û got, “Muzîk di nava Kurdan de ragirê rastîn ê dîrokê ye. Hemû dîroka ku hatiye qedexekirin bi rêya muzîkê tê veguhastin. Di navbera muzîk û berxwedanê de girêdaneke xurt hatiye avakirin.”

Sauloy, anî ziman ku jin di navenda Şoreşa Rojava de ne û got, “Jin hem pêşenga rêbaza şerê tê meşandine û hem jî pêşenga nirxên civakî ne. Dewleta Tirk sivîl û cih û warên sivîlan ên li Rojava dike hedef. Helwesta welatên rojava ya li hemberî Erdogan cihê şermê ye. Dema ku li Ûkraynayê sivîl têne hedefkirin skandal e, lê dema ku li Kurdistanê sivîl têne qetilkirin ‘parastina rewa’ ye. Ev yek şermezkî mezin e.”

Di serî de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiyê ya tevgera Kurd û jinên Kurd, ji bo beşên civakî yên li qad û navendên cuda yên cîhanê têdikoşin mînakek girîng e. Derhênera Fransî Mylène Sauloy yek ji wan navane ku ji bo têkoşîna jinên Kurd û têkoşînê azadiyê baştir bê naskirin ked daye. Sauloy ku zêdeyî 30 sal in li ser Têkoşîna Azadiyê ya jinên Kurd û Kurdan xebatê dimeşîne, ji sala 2015’an û vir ve li ser Şoreşa Rojava û Têkoşîna Jinên Kurd sê fîlmên girîng, di sala 2015’an “Kurdistan: Şerê Keçan”, di sala 2018’an de “Şoreşa Jinê” û sala 2021’an jî “Vegera li Şengalê” kişand. Derhêner û senarîsta Fransî Mylène Sauloy li ser xebata xwe û Şoreşa Rojava ku ji nêz ve dişopîne ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Sauloy, diyar kir ku muzîk di nava Kurdan de ragirê rastîn ê dîrokê ye û wiha got, “Hemû dîroka ku hatiye qedexekirin bi rêya muzîkê tê veguhastin. Me ev yek girîng dît. Ji bo vê jî me fîlma pêşî ya li ser muzîka Kurdî di sala 1998’an kişand. Di heman demê de Ahmet Kaya li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû. Rastî heman deman hat.

Bawerim fîlma pêşî di navbera salên 1998-2000’an de li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê me kişand û ji bo min bû tecrubeyeke mezin. Muzîka Kurdî dîrokeke bi heybet vedigot. Dema ez li Bakur bûm, rêxistinbûneke siyasî ya pir bi hêz jî hebû, ev yek bala min kêşan. Rêxistineke ku di navenda wê de jin hebû û ji bo mafê jinan xebat dimeşand. Jin bi xurtî tevlî vê rêxistinbûyînê dibûn.

Wê demê ez li Emerîkaya Latîn dijiyam û gelek fîlmên li ser gerîlayên li Kolombiyayê ku rewşa jin li wir tevlîhev, nediyar û kêmtir wekhevîparêz bû çêdikirin. Li Bakur rêxistinbûna ku di navenda wê de jin cih digire gelek bala min kişand. Piştre dema me li ser muzîka Kurdî yekemîn fîlma xwe kişand ku ragirê wê ya dîrokî car din jin bû, min gelek bandor kiribû. Piştre bi awayekî xwezayî min xwe di nava xebatên têkoşînê de dît.”

Sauloy, anî ziman ku ew cara ewil di sala 2015’an de çûye Rojavayê û wiha domand, “Lê beriya wê min çend fîlm li ser jinên li kampên PKK’ê yên li Başur, Qendîl û Şengalê çêkiribûn. Min navê fîlma xwe kir ‘Şerê Keçan’. Ji ber ku jinên ku min li Qendîl, Şengal û Rojava nas dikir pir ciwan bûn. Piraniya jinên beşdarî şoreşê bûn, şoreş parastin, beşdarî avakirina sîstemê bûn û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, gelekî ciwan bûn. Ev ji bo min girîng bû, lewma min navê fîlmê xwe kir ‘Şerê Keçan’. Jixwe di fîlma xwe ya din de ji bo rola jinan ya di şoreşê de bidim pêş, min fîlma bi navê “Şoreşa Jinê” çêkir. Di vê fîlmê de min xwest têkoşîna 40 salan vebêjim. Ya rast, min dixwest ji berê ve vî fîlmê çêkim. Lê di wê pêvajoyê de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla hatibûn qetilkirin û piştî wê berxwedana Kobanê destpêkirin. Bi berxwedana Kobanê re ku jin di destê wan de çek heye û ji bo parastinê şer dikin, ji aliyê cîhanê ve hat kifş kirin. Di navenda Şoreşa Rojava de jin hebûn. Têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahî herêmê mînak e.”

Sauloy, destnîşan kir ku modela jiyanê ya ku çavkaniya tevahiya cîhanê ye, îro dibe hedefa dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Cara dawî nêzî salek berê li Rojava bûm. Em çûn atolyeya filmên anîmasyonê birêve bibin. Em mehekê man û sê hefteyên vê mehê herêm ji aliyê Tirkan ve hat bombekirin. Santralên elektrîkê hedef hatin girtin, înternet hat qutkirin, yanî cih û warên sivîlan hedef hatin girtin. Balafirên bêmirov sivîl dikirin hedef. Gelek jin hatin qetilkirin, di nav wan de midûrek sêwîxanê ku me pê re hevpeyvîn kir û di fîlma min a li ser Şengalê de cih girt. Tirkiyê bi hinceta ewlehiyê êrîş dike. Lê li herêmê sivîl tên qetilkirin. Di rastiyê de Tirkiye ji bo ku êrîş bike PKK’ê weke hincet nîşan dide. Ne PKK’ê, Tirkiye bi xwe xeteriyeke mezin e.

Her kes dizane ku Tirkiye Efrîn, Serêkaniyê, bakurê Serêkaniyê û gelek herêmên li wir dagir kiriye. Tê zanîn ku cîhadîst li vir û li Idlibê bi cih kiriye. Bi vî awayî ew cihên sereke kontrol dikin. Di êrîşa li ser zindana Hesekê de jî dixwazin cîhadîst bên berdan. Ew çekan digihînin cîhadiyan, dixwazin aloziyê li herêmê bidomînin û bi berdewamî gelê herêmê bidin bawerkirin ku YPG û hêzên kurd ên herêmî ji bo wan xeternak in. Lê di rastiyê de Tirkiye bi xwe xeteriyeke mezin li ser gelê sivîl li Bakurê Sûriyê çêdike. Ev eşkere ye.  Eger herêm bê dagirkirin, Tirkiye dikare hemû cîhadiyan serbest bide berdan.

Ez rewşa li wir ji nêz ve dişopînim. Tirkiye her roj êrîşî sivîlan dike û dike hedef. Dema li Ûkraynayê Rûsya êrîşî sivîlan dikin ev skandal e. Dema ku Tirkiye li Kurdistanê êrîşî sivîlan dike û dike hedef, ev ne skandal e. Van êrîşan weke xweparastinê dibînin.”

Abdullah Ocalan pêşengekî rastîn e

Sauloy, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo jin mafên xwe bi dest bixin, kedek mezin daye û wiha got, “Abdullah Ocalan destnîşan dike ku rizgariya gelê Kurd û jin bi hev ve girêdayî ne. Ez difikirim ku Ocalan di rola jinê de û girîngiya wê di şoreşê de û di avakirina civakeke nû de pêşengekî rastîn e.

Ev demeke dirêj e ne tenê PKK, hemû rêxistinên berxwedanê jî di nav de rêxistinên din ên mîna gerîla yên li Kolombiyayê jî weke terorîst tên binavkirin. Ev têgîn ji bo bêtehemûliya pêvajoya berxwedanê û înkarkirina rewabûna têkoşînê tê bikaranîn.”

Sauloy, di dawiyê de jî da zanîn ku, ew niha amadekariya fîlmek nû li ser girêdana muzîk û şoreşê ya Rojava xebat dimeşîne û got kı çîroka vê fîlmê wê bi temamî cuda be.

Demirtaş di Doza Kobanê de parastina xwe diyarî bavê xwe kir

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li danişînê bûn.
Girtiyên siyasî Sebahat Tuncel, Aynûr Aşan, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Alî Urkut û Nazmî Gur li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Beriya destpêkirina danişînê, parêzer û beşdarên bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn û serokê şandeya dadgehê sersaxî ji bo Demîrtaş xwestin. Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî li Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û sersaxî xwest û wiha got: “Me bi tevlibûna bi hezaran kesan bavo oxir kir. Bi hezaran kes tev li bûn, silavên tevekan jî ji bo te hebûn û sersaxî dan.”
Demîrtaş jî sersaxî qebûl kir û spasiya her kesî kir.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Danişîn, bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.
‘Em ê sekna xwe biparêzin’ 
Demîrtaş, di destpêka axaftina xwe de gotina nivîskar Paul Auster a “Rastiyek heye ku tu nikarî derewê paşve bikişînî, heta derew jî bi têra vê nake” bi bîr xist û wiha got: “Di vê doza kompasê de dereweke pir berbiçav heye. Bi sala ye em rastiyan dibêjin û hewl didin derewan vebêjin. Em dizanin ku ev derew dê paşve neyên kişandin. Em dizanin ku yên van derewan dikin ji vê rewşê keyfxweş dibin. Em jî serî natewînin, dê êşa xwe daqurtin û sekna xwe biparêzin. Em ê van derewên dîrokî dîsa teşhîr bikin û axaftina xwe bidomînin.”
‘Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim’ 
Demîrtaş ku bavê xwe di 31’ê kanûnê de wefat kir, wiha domand: “Ez parastina xwe diyarî bavê xwe, Tahir hosta û dikim ku xwendin û nivîsandina wî nebû û 7 zarok xweyî kir.”
Danişîna dozê bi parastina Demîrtaş didome.

Medyaya desthilatê nûçeyên berê wekî lezgîn parve dike

HPG’ê di demên berê de ragihandibû ku endamê wan Abdulmutalîp Dorucu (Cesur Vedat Welat) jiyana xwe ji dest daye. Lê medyaya alîgir AKP-MHP’ê ev agahî weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Medyaya behsa xeberê îdia kir ku Dogrucu, di encama operasyona MÎT’ê ya li çoltarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê de hatiye kuştin. Lê derket holê ku Dogrucu di êrişeke hewayî ya di 10’ê adara 2023’yan a li Herêmên Parastinê ya Medyayê jiyana xwe ji dest daye û Navenda Ragihandinê ya HPG’ê jî di 15’ê kanûna 2023’yan de têkildarî mijarê daxuyanî daye.  – Endamê HPG’ê Abulmutalîp Dogrucu di 10’ê adara 2023’yan di êrişeke hewayî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû. Lê medyaya alîgir ev agahî weke “nûçeya lezgîn” derbas kir.

HPG’ê di demên berê de ragihandibû ku endamê wan Abdulmutalîp Dorucu (Cesur Vedat Welat) jiyana xwe ji dest daye. Lê medyaya alîgir AKP-MHP’ê ev agahî weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Medyaya behsa xeberê îdia kir ku Dogrucu, di encama operasyona MÎT’ê ya li çoltarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê de hatiye kuştin. Lê derket holê ku Dogrucu di êrişeke hewayî ya di 10’ê adara 2023’yan a li Herêmên Parastinê ya Medyayê jiyana xwe ji dest daye û Navenda Ragihandinê ya HPG’ê jî di 15’ê kanûna 2023’yan de têkildarî mijarê daxuyanî daye.

Hêjayî gotinê ye ku ev nûçeyên wiha di çarçoveya şerê taybet de tên bikaranîn. Medya alîgirê desthilata AKP-MHP’ê nûçeyên kevin wekî nûçeyên lezgîn parve dike û bi wê yekê şerê taybet ê li dijî doza gelê kurd didomîne

Bi balafirên bêmirov êrîşî balafirxaneya Hewlêrê kirin

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, îro serê sibehê, bi rêya balafirên bê mirov êrîşek li dijî baregeha hêzên Hevpeyman a bi serkêşiya Amerîkayê li balafirxaneya navnetewî ya li Hewlêrê hatiye kirin.

Li gorî heman agahiyan sîstema parastinê, balafirên bê mirov ji hewa ve teqandine.Heya niha ti kes yan jî komê, berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.Hêjayî gotinê ye îro Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 17’ê Cotmeha 2023’yan ve, 115 êrîş li dijî hêzên wan yên li Iraq û Suriyeyê çêbûne.

Di ser binçavkirina Silêman Ehmed re 70 roj derbas bûn

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 70 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnamevan nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansa Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed ti agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.