20 Nisan, Cumartesi - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 185

Ji bo azadî û aştiya gelê kurd û tirk; Azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e

0

10-17’ê kanûnê hefteya mafên mirovan e. Dema em li rewşa Tirkiyeyê dinerin, em dibînin ku hêj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Rojnameger, siyasetmedar ji ber fikrên xwe tên girtin û darizandin. Li kolanan mirov mirov tên qetilkirin. Li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Lê li aliyê din li dijî tecrîdê îro têkoşîna gel jî pêl bi pêl mezin dibe. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî mijarê pirsên me bersivandin.

Hûn wekî parazvanê mafê mirovan rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Dema em bi giştî li rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê dinerin, mafê mirovan bûye îstîsna, qedexe jî bûne pîvanên giştî. Rewşa mafên mirovan tu çar baş nebûye. Lê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk, di salên 2013 -2015’an de gav hatin avêtin û ji ber sedemên ku tam nehatin ronîkirin hat bidawîkirin. Bi xelasbûna vê pêvajoyê rewş bêtir xerab bû. Beriya hilbijartina 2015’an di 5’ê hezîranê de di mîtînga HDP’ê ya Amedê de bombe teqandin. Di 20’ê tîrmehê de li dijî ciwanên sosyalist li Pirsûsê bombe teqandin. Di êrîşa DAIŞ’ê de 33 ciwanên sosyalist hatin kuştin. 2 roj piştî vê bûyerê di 22’yê tîrmehê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs kuştin û ev yek kirin hinceta şer. Di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi operasyona leşkerî bi awayekî fermî pêvajoya çareseriyê bi dawî kirin. Di vê pêvajoyê de DAIŞ’ê li qada GAR’ê ya Enqereyê di 10’ê cotmeha 2015’an  li dijî beşdarên mîtinga aştî û demokrasiyê êrîş pêk anî. Di êrîşê de 104 kes hatin qetilkirin. Bi sedan kes birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de hêj kujerên wan nehatine dîtin û darizandin pêk hatin. Piştî pêvajo bi dawî kirin, di 15’ê tîrmeha 2016’an de darbe pêk anîn û bi vê darbeyê re OHAL îlan kirin. OHAL’ê bi fermî heta 2018’an  dewam kir. Lê bi fîîlî hêj didome. Di vê pêvajoyê de hemû mafên mirovan ji destê wan hatin girtin. Pirsgirêka kurd dîsa wekî pirsgirêka ewlehiyê hat dîtin. Ji sala 2016’an heta niha li bajarên kurdan bi taybetî li Wan, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Dêrsim, Sêrt û wekî din çalakî û daxuyanî tên qedexekirin. Niha li Wan û Colemêrgê bi fermana walîtiyan ev qedexe didomin. Bi van qedexeyan xebat û çalakiyên saziyên demokratîk tên astengkirin.

Herî zêde di kîjan qadê de mafên mirovan tê binpêkirin?

Ji avakirina komarê heta niha hewl didin li Tirkiyeyê kêşeya kurd û kêşeya elewîtiyê bi înkar û bişaftinê çareser bikin. Kurd û elewî hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Li Tirkiyeyê mafên jin, zarok, penaberan tê înkarkirin. Pirsgirêka bêcezakirin, kujerên nediyar, kesên di bin çavan de hatine windakirin, talankirina derdor û ekolojiyê hêj nehatine çareserkirin. Mafên civakî û aborî, azadiya çapemeniyê pirsgirêkên li benda çareseriyê ne. Heta ku meseleya kurd û elewîtiyê bi rêbazên demokratîk çareser nebe, meseleyên din jî çareser nabin. Ji ber meseleyên esasî nayên çareserkirin, daxwazên mafdar bi ‘terorê’ re girê didin û tundiyê pêş dixin. Xizmên windayan di sala 1995’an de dest bi lêgerîna aqûbeta xizmên xwe kirin û xwestin kujer bên darizandin. Lê daxwaza malbatan di sala 2018’an de di hefteya 700’î de bi fermana Wezîrê Karên Hundir hat qedexekirin. Her çend Dadgeha Destûra Bingehîn di 8’ê nîsana 2023’yan de ev qedexe wekî binpêkirina mafan pênase kir jî, ji çalakiya nobetê ya hefteya 841’an heta 971’an her hefte xizmên windayan bi tundiya  polîsan re rû bi rû dimînin û binçav kirin. Bi vê yekê mafê wan ê azadiya îfade û çalakiyê binpê dikin. Ji 4’ê mijdara 2023’yan ve di hefteya 971’an de tenê10 kesan berdidin qadê.

Li girtîgehan rewşa mafên girtiyan ê tenduristî, ragihandinê  çi ye?

Li gorî tespîtên ÎHD’ê li Tirkiyeyê 651 girtiyên ku nexweşên giran in hene. Bi giştî hezar û 517 girtî nexweş in. Li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2005’an de 55.870 girtî hebûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tevkifan ji 1’ê hezîrana 2023’yan li Tirkiyeyê bi giştî 407 girtîgeh hene. Kapasîteya van girtîgehan 296.202 kes in. Li girtîgehan 349.893 girtî hene. Li girtîgehan 53.691 girtî zêdeyî kapasîteya girtîgehan e. Di 18 salan de hejmara girtiyan 7 qat zêde bûne.

Li gorî agahiyên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di 2018-2023’yan de 2 hezar û 258 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Mixabin 83 girtiyên nexweş ên di lîsteya ÎHD’ê de bûn, di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet girtiyên siyasî li Girtîgehên Tîpên S û bi hezaran kilometre dûrî malbatên xwe tên girtin. Di sala 2016’an de bi taybetî piştî guhertina înfazê mafên girtiyên polîtîk bêtir tên binpêkirin. Girtiyên nexweş ji nexweşxaneyên dewletê raporan digirin. Lê Saziya Tipa Edlî (ATK) van raporan red dike. ÎHD bi derfetên xwe hewl dide bi rêk û pêk mehekê, 3 meh û salane têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan raporan amade bike û bi raya  giştî re parve bike.

Hûn tecrîda li Îmraliyê ya 25 salan çawa pênase dikin?

Girtîgeha girava Îmraliyê li gorî girtîgehên din ên Tirkiyeyê pir pir taybet e. Rêveberiya wê jî pir taybet e. 33 meh in li girtîgeha girava Îmraliyê bi her awayî mafên girtiyan ji destê wan girtine. Girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan jî ji sala 2019’an nikarin ji mafên xwe sûdê bigirin û tên tecrîdkirin. Nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber pirsgirêka kurd red dikin û bi polîtîkayên bişaftinê nêzîk dibin, di encama van polîtîkayan de Abdullah Ocalan û hevalên wî yên di çareseriya meseleya kurd re rolekî çalak dilîzin, tecrîd dikin. Bi polîtîkaya tecrîdê nahêlin Abdullah Ocalan rol û hewldana xwe ya çareseriya demokratîk a meseleya kurd pêk bîne. Me rola Abdullah Ocalan a çareserî, aştî û demokrasiyê di salên 2013-2015’an de dît. Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiya civakî û Tirkiyeyê pêwîst e. Ji bo çareseriya qeyrana aborî û aramiya civakê pêwîst e. Em wekî ÎHD’ê her tim diyar dikin ku mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ku pêwîste li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bêne sepandin, li girava Îmraliyê jî bê sepandin û têxin meriyete. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, divê berî her tiştî tecrîd û izolasyona li Îmraliyê bi dawî bibe. Divê pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an dest pê bike. Li Îmraliyê 33 meh in tecrîda mutlaq heye. Girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Divê daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin. Ji bo em geşedanên li Îmraliyê di cih de bişopînin, me xwest heyetek serbixwe ku ÎHD wê ava bike biçe girtîgeha Îmraliyê. Daxwaza me ew e ku di demek kurt de serlêdanên me bi erênî bê bersivandin.

Hûn kuştin, girtin, îşkence û tundiya li dijî mirovan a li kolanên Kurdistan û Tirkiyeyê çawa digirin dest. Çima mafan binpê dikin?

Tundiya polîsan a li kolanan, tundiya polîsan a li dijî çalakiyên demokratîk, karakterên rejîmên otoriter in. Li Rûsya bi hezaran kesên li dijî şerê Ukrayna derketin di şevekê de girtin. Li Îranê li dijî kuştina Mahsa Jîna Emînî gel derket kolanan. Lê polîsan bi tundî êrîş kirin. Li Tirkiyeyê jî piştî sala 2015’an hemû çalakiyên demokratîk û mafê rewa yê çalakiyan hatin astengkirin. Me di hilbijartina wekîlan û serokkomariyê de jî dît ku li meclîsê û li qadan mafê propagandaya siyasî nedan siyaseta muxalîf. Di 6 mehên ewil ên 2023’yan de hejmara rojnamegerên girtî gihîşt 56 kesan. 336 doz li rojnamegeran vekirin. ÎHD’ê vê hefteya mafên mirovan wekî “Azadiya Îfade û Ramanê” û “Mafê Civîn û Xwepêşandanan” pênase kir.

Operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê, talankirina xwezayê di mafên mirovan de çawa tê pênasekirin?

Fikra Mafên Mirovan, ji xwezayê qut nayê destgirtin. Dijberî vê yekê tevî qada civakî, çandî, erdnîgarî û xwezayî ku di nav de dijî digire dest. Bi hemû cureyên zindiyan re digire dest. Ji ber vê yekê mirov dikare mafên mirovan wekî aştiya di navbera mirov, gerdûn, cîhan û jiyana xwezayî ku di nav de dijîn pênase bike. Jiyana aştî, hem di navbera mirov û mirov de hem jî di navbera mirov û xwezayê de pêş dikeve. Jiyana aştî hevsengî û ahengiya di navbera xweza, derdor, cîhan û jiyana xwezayî de ye pêk tê. Şer di serî de mirov û cureyê zindiyên din tune dike. Dîsa xweza, nebat û hemû ruhberên din tune dike û qirêj dike. Feraseta ewlehiyê ya li Dêrsim, Cûdî, Amed, Çewlîk û hwd hin caran bi rêyên bendavan qada jiyana mirov û zindiyên din tune dike. Bi heman ferasetê ji şewata daristanên li herêmê temaşe dikin û mudaxale nakin. Hin caran jî li bajarên Kurdistanê bi karkerên daristanê xwezayê tune dikin. Bi van rêbazan hem cureyên zindiyan tune dikin, hem jî hevsengiya parastina xwezayê xera dikin. Xwezayê bê parastin dihêlin. Pêşîlêgirtina talanê û parastina jiyanê bi polîtîkayên aştiyane pêş dikeve. Li erdnîgariya kurdan bi rêbazên cuda jiyana ekolojîk tune dikin. Şîrketên neteweyî û navneteweyî bi rêbazên şîrketên enerjiyê, maden û bendavan qadên jiyanê tune dikin. Cem dimiçiqin. Av tune dibe û pergala ekosîstemê xera dibe. Ji ber vê yekê bi operasyonan hemû mafê jiyanê tune dibe.

Komisyona mafên mirovan a meclisê, li dijî binpêkirina mafan çi kiriye. Dîsa ÎHD’ê ji bo binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe û mafên mirovan bê parastin çi dike?

Bêguman Meclîsa Tirkiyeyê cihê ku herî zêde mirov li benda wê ne ku pirsgirêkan çareser bike. Lê bi salên dirêj meclîs di bin kontrol û fermana leşkeriyê de bû. Siyaseta niha li îktîdarê jî ev yek anî ziman. Bi salan bi rêya bendavan destûr nedan ku partiyên siyasî yên kurdan têkeve meclisê. Di sala 2007’an de 22 wekilên Hezar Hêvî yên DTP’ê ketin meclisê. Piştî vê yekê bend êdî bêwate bûn. Di sala 2023’yan de di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de piştî kurdan bend derbas kirin vê carê bend daxistin ji sedî 7’an. Di sala 2017’an de pergala Serokkomariya Partiyê xistin meriyetê. Bi vê zagonê komîsyonên mafên mirovan bêtir bêtesîr hat hiştin. Gelek saziyên mafên mirovan ji meclisê hatin derxistin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê li şûna karê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê hêsan bike, karê ÎHD’ê bêtir giran dike. Bi vî aliyê xwe di pêvajoya ku binpêkirina mafên mirovan gelek zêde ye de, hejmara aktîvîst û dildarên me kêm dibin. Disa rêveber, aktîvîst û endamên Komeleya Mafên Mirovan jî bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Dibin qurbana cînayetên kujer nediyar. Endam û rêveberên me tên girtin. Di Kongreya 21’emîn de ev hemû mijar hatin destgirtin û li gorî vê yekê binê wê hatiye xêzkirin ku dê tenê xwe bi raporan bi sînor neke. Dê raste rast bi hemû pirsgirêkên mafên mirovan re eleqeder bibe. Ji bo rê û rêbazên çareseriyê peyda bike dê panel, semîner, konferans û komxebatan li dar bixe. Me erka parastina 15 xalên rêgezên bingehîn yên Rêziknameya ÎHD’ê ji bo xwe şert dîtiye. Niha şaxên me yên ÎHD’ê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiyan li dar dixin. Her meh roja îna yekem li hemû şaxên me nobeta aştiyê tê girtin. Dîsa her hefte ji bo balê bikişîne ser girtiyên neşweş çalakiyan li dar dixin.

Saziyên mafên mirovan ên Ewropa, di serî de li dijî tecrîdê û hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê çiqas rol û rista xwe pêk tînin?

Mekanîzmayên mafên mirovan ên Navdewletî li gorî têkiliyên navbera dewletan birêve diçe. Li gorî vê yekê nirxên mafên mirovan wekî amûr tên dîtin. Dema yekîneyên fikrên siyasî û aborî tên avakirin, nirxên mafên mirovan tên paşguhkirin. Tirkiyeyê gelek belgeyên ku alîgiriya xwe ya parastina mafên mirovan îmze kiriye û piştevanî kiriye. Li gorî usula xala 90’î ya Destûra Bingehîn rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî îmze kiriye. Li aliyê din Tirkiye ji bo bibe endamê Yekîtiya Ewropa muzekereyan pêş dixe. Lê li gel vê yekê tevî biryara DMME’ê ya der barê Osman  Kavala û Selahattin Demirtaş de gavên dijber davêje. Ji sala 2017’an heta niha Tirkiye di bin venêrtina siyasî ya YE’yê ye. Disa ji 2019’an ve YE’ê muzakereyên Tirkiyeyê rawestandiye

Huseyîn Kuçukbalaban kî ye?

Di sala 1970’an de li Meletiyê ji dayik bû. Zanîngeha Gaziyê beşa mamostetî û beşa têkiliyên navdewletî ya Zanîngeha Anadolu xwendiye. Li Rihayê mamostetî kir. Di 1999’an de mişextî Gîresun û Çanakkaleyê bû. Di 2008-2012’an de rêveberiya ÎHD’a Çanakkaleyê kir. Di 2012-2016’an de di komisyona mafên mirovan a BDP û HDP’ê de cih girt. Ji 2020’an pêve demek dirêj Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê bû. Niha Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê ye.

Paradîgmaya Abdullah Ocalan tecrîd parçe kir û li cîhanê belav bû

0

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi mijarên “Armanca polîtîkayên tecrîdê û bandora wê ya li ser girtîgehan” û “Binpêkirinên mafên mirovan” li avahiya baroya Wanê panelek li dar xist. Hevseroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mûşê Sezaî Temellî axivîn.

Di panela ku gelek kes amade bûn. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek qala tecrîda mutleq a li Îmraliyê kir û wiha got: “Armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku ji aliyê netew dewletan ve pêşî li belavbûna paradîgma û ramanên Birêz Ocalan bê girtin ku belavî cîhanê bibin. Her wiha serhildana birêz Ocalan a li dijî pergala kapîtalîst a li ser bingeha bêstatubûna gelê kurd hatiye avakirin e.”

Çîçek, destnîşan kir ku kurd û dostên wan Abdullah Ocalan weke Rêberê Kurdan qebûl dikin û ev yek ji aliyê netew dewletan ve weke rewşeke bixeter tê dîtin.  Çîçek, axaftina xwe wiha domand: “Paradîgmaya Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ku Ocalan li dijî dewletên kapîtalîst derxistiye holê, weke xeteriyekê tê dîtin. Dewlet û hêzên kapîtalîst  armanc dikin ku Rêberekî gelek rakir ser piyan û li Rojhilata Navîn rewş guhert, li Îmraliyê tecrîd bikin û asteng bikin ku ramanên wî derkevin derve. Hemû bêhiqûqiyên li dijî birêz Ocalan pişt re belavî hemû girtîgehan bûn û hêj jî berdewam dike.”

Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê hemû binpêkirinên mafên mirovan girêdayî tecrîdê ne û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li cîhanê mînakeke din a tecrîdê nîne. Em li hemû qadan bandora tecrîdê dibînin. Hêzên kurewî û pergal, Ocalan ji xwe re weke xetereyekî dibînin. Sedemê ku weke xetere dibînin jî paradîgmaya wî ya aştiyê bîne erdnîgariya Rojhilata Navîn e.”

Temellî da zanîn ku sedema tecrîdê wê bi xwendinên dîrokî baştir bê fêhmkirin û wiha lê zêde kir: “Tecrîd pirsgirêkeke hiqûqî ye û binpêkirina mafên mirovan e. Sedema herî girîng a ku AKP zêdeyî 20 sal in li ser desthilatê ye, tecrîda ku ferz kiriye ye. Mudaxelekirina Ocalan rasyonelîteya dewletê xera dike. Piştî sala 2015’an, piştî pêvajoya çareseriyê dewlet û hikûmetê ji bo ku pergala xwe ya otorîter zindî bihêlin bi rengekî pir mezin dest bi komkujî û êrîşan kirin. Heke tecrîd were rakirin û birêz Ocalan azad bibe, wê pêvajoyeke veguherîna rasteqîn a pergalê dest pê bike. Pergal li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike, di vê pirsgirêkê de israr dike.”

Temellî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên navnetewî û kurewî dema mijar dibe Ocalan û statuya kurdan bi fikra ‘hûn dikarin dev ji axaftinê berdin û bêdeng bibin’ tevdigerin. Tecrîd meseleyeke krîtîk û girîng e. Ji bilî pirsgirêkeke hiqûqî û mafên mirovan, pirsgirêkeke cîhanê biguherîne ye. Her çiqas hewl bidin tecrîd bikin jî paradîgmaya Ocalan ji ya beriya 25 salan bêhtir li cîhanê belav bûye. Fikrên Ocalan li hemû mirovahiyê belav bû û azad bûne.”

Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biserbikevin

0

Rêxistina Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê beriya 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Vejîneke ciwan” li dar bixe,  li navçeya Sûrê ya Amedê konser li dar xistin. Di konserê de parlamenterên HEDEP’ê Berîtan Guneş, Omer Ocalan, Hevserokên HEDEP’ê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz, Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirine (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Şandeya Dayikên Aştiyê amade bûn. Li salona konserê pankarta “Vejînek Ciwan” daliqandin. Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz gitin. Piştî rêzgirtinê parlementera HEDEP’ê Berîtan Guneş  axaftinek kurt kir û got: “Me bi ciwan tî dest pê kirî ye, em ê bi ciwantî bi ser bikevin.” Parlementerê HEDEP’ê Omer Ocalan jî diyar kir ku dewleta tirk armanc dike ku pêşî li xeta azadiyê bigire û got: “Dema di têkoşîna siyaseta Kurdistanê de sekna ruhê ciwanan germ dibe, têkoşîn li pêş dikeve. Bi salan e em têkoşîneke mezin dimeşînin. Di têkoşîna me de cihê ciwan û jinan pir girîng e. Em dizanin ku dema ciwan û jin di siyasetê de rol û mîsyonên xwe bilîzin em ê li pêş bikevin.

Ev der Kurdistan e

Ger ciwan rol û mîsyona xwe nelîzin, wê siyaseta me derbasî xeteke azadîxwaz nebe. Ji bo têkoşînê asteng bikin dixwazin tirsê bixin nava ciwanan.  Lê ev der Kurdistan e. Ciwanên me bi salan li vir têkoşiyan û liberxwedan. Ew bi tang û topên xwe hatin ser vê axê, lê nikarîn ciwanên me teslîm bigirin”

Têkoşînê mezin bikin

Ocalan xwest ku herkes piştgiriyê bide çalakiyên Nobeta Edaletê û têkoşînê bilintir bikin û got: “Divê hevalên me yên li derve bibin dengê girtîgehan. Bila vî barî nedin ser pişta hevalên me yên zindanan. Ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Divê em li derve jî li dijî vê têbikoşin. Werin em bi pêşengiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin.”

Piştî axaftina Omer Ocalan, hunermend Şêrzat Arslan, derket ser dike û stran gotin. Di konserê de ciwanan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kesên beşdarî konserê bûn govend gerandin. Konser bi govendê bi dawî bû.

Piştî 21 salan serbest hat berdan

0

Girtiyê siyasî Şîyar Akboga piştî 21 salan girtî ma, serbest hat berdan.

Girtiyê siyasî Şîyar Akbloga ku 21 salan temenê xwe li zindanê nava çar dîwaran derbas kir, şeve din serbest hat berdan. Akboga ji Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê serbest hat berdan. Akboga piştî hat berdan bi balafirê hat Amedê. Endamên malbatê û komeleya girtiyan Akboga li pêş balafirgehê bi kelecanek mezin ew pêşwazî kir.

Polîtîkaya dagirkeran a sereke: Koçberkirin

Min di nivîsa beriya vê de li ser hestên penaber û penaberiyê nivîsandibû. Di vê nivîsê de ez ê li ser penaberbûna kurdan binivîsim. Penaberî di nav civaka kurd de têgiheke têr û tijî kul e. Ev têgih di nav xwe de gelek elem, keser û xemgîniyan dihewîne. Ji bo gelek penaberên kurd penaberî tê wateya venegerîna welêt. Gelek hunermend, nivîskar, helbestvan ên wekî Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Aram Dîkran, Dilgeş, Beytocan, Cegerxwîn, Feyzî Ozmen ji Kurdistanê dûr çûne ser dilovaniya xwe. Hê jî bi milyonan kes li dûrî welatê xwe dijîn. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li penaberiyê ne û gelek caran bûne hedefên dagirkeran li penaberiyê. Ji Doxtor Qasimlo heta Evîn Goyî bi sedan kurd li penaberiyê di encamên sûîqastên dagirkeran de şehîd ketine. Ango dagirker li penaberiyê jî bela xwe ji kurdên xwedî vîn venakin.

Bêguman pêvajoya penaberiyê ji ber sedemên navcivakî an jî dercivakî dest pê dike. Biryardayina penaber a derketina derveyê civak û welêt gava yekem e ku ji bo vê pêvajoyê tê avêtin. Piştî vê gavavêtina yekem, gelek rê û rêçikên dijwar derdikevin pêşiya kesên dixwazin ji civak û welatê xwe dûr bikevin. Di van rê û rêçikan de bi hezaran mirov di behran de dixeniqin, di nav berfê de diqufilin (an jî tên kuştin!) û ya herî xirab jî dikevin nav lapên qaçaxçiyan. Qaçaxçî li gorî wijdana xwe ya teneke nêzîkê van kesan dibin, van kesan tî û birçî bi rojan dikarin li ber sermayê li daristanan bihêlin. Ev kes bi îrade û laşên xwe dikevin bin kontrola qaçaxçiyan ku hemû tiştên berê qaçaxçiyan ji wan re gotibûn derew derdikevin. Helbet sedema mezin a kurdan dixe nav lepên qaçaxçiyan, polîtîkayên dewletên dagirker in. Taybetî polîtikayên koçberkirina kurdan a li ser axa wan sed sal berê dan destpêkirin. Cara yekem dagirkeran, kurd koçberê bajarên mezin ên ereb, tirk û farisan kirin. Piştî pêncî-şêst salan, berê kurdan dan welatên din ên dinyayê. Ka kerem bikin em bi hev re li ser vê kambaxiyê serê xwe biêşînin.

Sedemên penaberiya kurdan du cure ne ku ya yekem ji ber sedemên derveyî civakê pêk tên û ev sedem bi darê zorê ne. Sedemên duyem jî ji ber sedemên naxweyî yên civakên pêk tên ku ev jî bi cureyên yekemîn ve girêdayîne. Bêguman sedema yekem polîtîkayên dewletên dagirker in. Li tevahiya Kurdistanê zor û tundiya dewletên dagirker her zêde dibe û ev jiyanê li civaka kurd teng dike. Kuṣtin, talan, şer, ewlehî, girtin û aborî hwd. sedemên sereke yên vê koçberiya demên dawî ne ku ev jî ji derveyî civakê ne. Lêbelê çavlihevkirin sedemeke din a bingehîn e ku ev sedem ji civaka me bixwe diqewime. Li ser meselê gelek kurdên li Ewropayê dijîn, di van demên dawî de berê xwe didin Kurdistanê bi erebe û pereyên xwe ‘fors’a xwe diavêjin û pesnê jiyana xwe didin. Ev fors dibe sedema çavlêkirinê û berê gelek kurdan dide penaberiyê.

Nikarîbûn tune bikin koçber dikin

Sedsal berê welatê kurdan kirin çar parçe û bi vê xwestin kurdan ji hev qut bikin. Bi sînorên xwe malbat ji hev, zarok ji dê û bavan, xal ji xwarziyan û ap ji biraziyan dûr xistin. Her çar dewletên dagirker li gorî polîtîka û projeyên xwe yên muhendîsiya civakî nav û paşnav li kurdan danîn, çand û zimanê kurdan tunehesibandin, şûna van jî ziman û çanda xwe li ser kurdan ferz kirin. Tevî van hemûyan jî nikarîbûn kurdan li gorî dilê xwe tune bikin. Ji ber ku nikarîbûn li gorî dilê xwe kurdan tune bikin berê xwe dan koçberkirina kurdan a li ser axa wan. Bi darê zorê berê kurdan dan deverên ji axa wan dûr. Bi vê yekê dîtin ku kurd ji kurdbûna xwe dûr dikevin, êdî ev yek bû polîtîkayeke sereke ya van dewletan. Jixwe ev polîtîkayên dewletan ên mûhendîsiya civakî li ser kurdan her tim hebûn û hê jî hene.

Penaberî an jî koçberî di nav kurdan de li ser axa kurdan wekî polîtîkayên dewletên dagirker ên muhendîsiya civakî derketin holê. Koçberkirina kurdan a li ser axa wan di destên dagirkeran de amûreke pişaftinê ya sereke ye. Lewre gelek caran bi awayekî hovane êrîşên kurdan kirine û heta ji wan hatiye kurd kuştine, kurdên ji ber guleyên wan mayîn jî berê wan dane deverên derveyî welatên wan. Piştî her serhildana kurdan, osmanliyan heta komara Tirkiyeyê berê kurdan dane axên dûr ango koçberkirin wekî têkbirina serhildanan jî ji hêla dewletên dagirker ve hate bikaranîn. Li ser meselê piştî serhildana Bedirxaniyan, berê wan dan bajarên derveyî Kurdistanê. Dewleta tirk piştî serhildana Dêrsîmê bi hezaran kurd şandin bajarên derveyî axa wan û bi hezaran keç li nav malbatên tirkan belav kirin û di aşê xwe yê pişaftinê de hêrandin. Bi serhildana tevgera azadiya Kurdistanê re jî gelek caran xwestin kurdan ji axa wan dûr bixin û vê serhildanê têk bibin, lewra di salên nodî de 4 hezar gund vale kirin ku gund navendên çand, ziman û kurdbûnê bûn. Berê bi milyonan kurdan dan metropolên Tirkiyeyê û welatên din ê dinyayê. Piştî lihevkirina faşîzma kesk û tirkîtiyê jî berê xwe dan bajarên kurdan ên hê jî rayên kurdayetiyê lê mabûn. Gelek bajarên kurdan ên navendên kurdayetiyê dan ber tank û topan, kevir li ser kevir nehiştin, lêbelê tevî xirakirina bajaran û qetilkirina bi hezaran jî kurdan bajarên xwe bernedan. Mixabin piştî demekê polîtîkayên cudatir berê kurdan dan welatên dinyayê. Îro li nav van bajaran bi hezaran kurd berê xwe didin derveyî welêt. Ji dema Osmanliyan heta roja îro tirkan serweriya xwe ya li Kurdistanê di çewisandin û qirkirina kurdan de dîtine. Lewra carinan bi kuştinê xwestine kurdan çavtirsandî bikin, carinan koçberkirinê xwestine li kurdan serî bitewînin an jî tune bikin. Her wiha dewletên din ên dairker jî bi heman awayî tevgeriyane. Polîtîkayên her çar dewletên dagirker dişibin hev û xwedî heman armancan e.

Dixwazin ji nasnameyê dûr bixin

Bi vê polîtîkaya koçberkirinê xwestin ku kurd ji ax, çand, ziman û hebûna xwe dûr bikevin. Bêguman di gelek hêlan de gihîştin armanca xwe ku gelek kurdên ji welatê xwe dûrketîn, di heman demê de ji nasnameya xwe ya neteweyî, ziman û çanda xwe jî dûr ketin. Ji ber vê yekê di van demên dawî de taybetî bi projeyên taybet dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin. Lewra gelek bajarên rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn û Serêkaniyê çeteyên xwe bi cih kirin û kurd ji van deran derxistin.

Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan konferans pêk anîn

0

Konferans di salvegera 75′an a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan de pêk tê. Dirûşma îsal a salvegera danezaya mafên mirovan ‘Rûmet, azadî û edalet ji her kesî re’ ye, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin. Di konferansê de siyasetmedarên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parêzerên ji Humis, Hema û Laziqiyê, endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Yekitiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Çalakgerên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdulah Ocalan, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ên Reqa û Tebqayê, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd jî beşdar bûn.

Hiqûqnas û siyasetên ji Misir û Yewnanistanê û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya bernameya Zoomê beşdar bû. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir axaftina destpêkê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Konferans wê ji du rûniştinan de pêk were. Di her rûniştinekê de wê du mijar werin nîqaşkirin. Di rûniştina yekemîn de wê ′Rûpelên li ser Rêbertiyê′ û ′Komploya navneteweyî û darizandina şeklî’ bê nirxandin. Di rûniştina duyemîn de wê ′Pergala li Îmraliyê” ji aliyê parêzer Xedîce Bidêwî ve were nirxandin. Mijara ′Rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan′ ji aliyê parêzer Mistefa  Ebdulkerîm ve were nirxandin. Her wiha parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cuneyt Canîş wê bi rêya zoomê ′pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirinên li wir′ şîrove dike.

Konferans wê bi encamnameyê bi dawî bibe.

Jinên kurd di qada navneteweyî de dîplomasiyek xurt dimeşînin

0

Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan destpê kir û bi mehan berdewam kir, îro ji bo hemû jinên cîhanê yên li dijî pergala baviksalarî têdikoşin dibe hêvî. Di vê têkoşînê de jinên kurd pêşengiyê dikin.  Pergalên mêr serwer ên Îranê bi sedan salane jinên li hemberî xwe weke gefekê dibîne û hemû mafê jinan ji destê wan digirin. Jinên ji Rojhilat û Îranê jî li dijî van rejîmên mêr serwer ên dijminên jinan, ji bo mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî aborî timî di nav berxwedanê de bûn. Jinên ku bi rêxistinbûnê têkoşîna xwe mezin kirin ji serdema Riza Pehlewî ya xwest jinan bixe bin kontrolê heyanî rejîma Îlamî ya Molla têkoşîna azadiyê berdewam kirin. Jinên kurd îro sînorê Îranê derbas kirin û di qada cîhanî de têkoşînê xurt dikin.

Tevî van zext, girtin û îşkenceyê jî berxwedana jinên Îran û Rojhilat didome. Ji hemû pêkhateyan jinên ji çar aliyên cîhanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” daketin qadan û piştgirî da jinên Îranî yên li hemberî tarîtiyê li ber xwe didin.

Şoreş mezin dibe

Rojnameger Şehlam Muhammedî li ser rewş û têkoşîna jinên kurd ên li Rojhilat nirxandinên girîng kir. Şehlam Muhammedî anî ziman ku sala borî jinan li Rohilat salek bi tevger û têkoşîn derbas kirin û wiha got: “Ji ber ku jinan li Rojhilatê Kurdistanê bi navê “Jin jiyan azadî” dest bi şoreşekê kiribûn, tundî zede bû. Niha  jî li ruxmê ku zext û tundiya li ser jinan heye û ew qas jin têne revandin û kuştin jî, tevgerek çalak û germ heye. Niha jî şoreş didome.  Ev şoreş bi derfetên cûda û şêweyên cuda didome.  Ji 40 salan heta niha Rejîma Îslamê ya Îranê ku hatiye ser kar, her tim zext û tundiya li ser jinan didome.”

Çiqas tundî zêde bibe, têkoşîn jî ew qas xurt dibe

Şehlam Muhammedî, destnîşan kir ku çiqas tundî û astengiya li dijî jinan zêde dibe ew qas jî têkoşîn û hewldana jinan zêde dibe û wiha axivî: “Têkoşîna bi armanca azadiyê didome.  Di salên borî de me dît jinan pêngav û qonaşek pir cuda derbas kir. Jin niha dibêjin em êdî rewşa berê qebûl nakin û têkoşîna ‘Jin jiyan azadî’ berdewam bikin.”

Cara yekem bû ku jinan pêşengiya şoreşê kirin

Şehlam Muhameddî li ser nêzîkatiya jinên din a li hemberî têkoşina  jinên kurd jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Şoreşa Jin Jiyan Azadî ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, pir cûda bû. Dema vê şoreşê dest pê kir, bi taybet jinên Îranê û gelên cûda bertekên pir cûda nîşanî şoreşê dan. Ji ber ku li Rojhilat cara yekem bû li ser navê jinan şoreşekê dest pê kir. Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî dest pê kir. Jinên îranî jî li çar parçeyê Kurdistanê rêxistinên jinên kurd ji bo xwe mînak girtin. Piştî şoreşa jinan derbasî bajarên din ên Îranê bûn, lêkolîna wan li ser têkoşîna jinên Rojava û Başûrê Kurdistanê pêş ket. Bandora wan li ser jinên Bakurê Kurdistanê pêk hat. Jinên Îranî jî pir tev li vê şoreşê bûn û niha pir cuda li meseleyê dinerin.  Projeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye.  Jinên Belûc û Jinên Ereb vê têkoşînê ji bo xwe wekî mînak dibînin. Jinên Îranî jî xwe bi Şêwe û rêbazê bi rêxistin dikin. Jinên ji rêxistin û tevgerên cûda bi Tejar re hevdîtinan dikin. Dixwazin jinên kurd, têkoşîna jinên kurd û rêxistinên kurd nas bikin û têkoşîna wan ferê bibin.”

Jinên kurd ji bo xwe dikin mînak

Rojnameger Şehlam Muhammedî da zanîn ku çiqas şer û tundî li ser jinan zêde bûye, têkoşîn, berxwedan û xwe rêxistinkirina jinan jî ew qas zêde bûye û wiha pêde çû: “ Berê têkoşîna jinên Îranî tekakesî bû. Şexsê bû.  Ne bi rêxistinî bû. Lê bi şoreşa jinên kurd ku li Rojhilat pêş xist, jinan xwe bi rêxistin kirin û têkoşîna xwe bi rêxistin kirin.  Dîtin ku li aliyê kurdan jinan xwe bi rêxistin kirine û xwe amade kirine.  Tev li xebatan dibin. Dixwazin jinên kurd ji bo xwe bikin mînak. Eger îro li Rojhilat têkoşîna jinan pêş dikeve, bi pêşengiya jinên kurd pêş dikeve. Jinên çalakger ên din jî dibêjin ‘eger îro li Îranê şoreşek heye, ew jî bi xêra jinên kurd e. Ew bi pêşengiya jinên kurd e. Ew bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî ye.”

Felsefeya Rêber Apo êdî cîhanî bûye

Şehlam Muhammedî anî ziman ku dema ew dibêjin bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ jinên kurd pêşengtiya vê şoreşê dikin û wiha lê zêde kir: “Vê felsefeyê li Rojhilatê Kurdistanê û li tevahiya Îranê bandora xwe ya herî mezin kiriye. Ev felsefe jî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em dibînin ku ev felsefe êdî cîhanî bûye. Ji ber vê felsefeyê bandara xwe li ser jinên rojhilat û Îranê kirine, ev şoreş bi navê ‘Jin jiyan azadî’ hatiye bi nav kirin. Îro bi pêşengiya vê felsefeyê li Îranê û li Rojhilatê  Kurdistanê şoreş pêş dikeve. Ev felsefe ji bo gelê bindest bûye mînaka têkoşînê.”

Rojnameger Şehlam Muhammedî bilev kir ku dema ew li pêngava ku li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin dinerin, pêngavek pir mezin e û bandora wê pir zêde ye û got: “Daxwaza wan daxwazek pir rewa û mirovî ye û bandora wê li ser Rojhilata Navîn heye. Teqez divê jinên Rojhilatê Kurdistanê jî li vê xwestekê xwedî derkevin. Li Rojhilat jin dixwazin çalak tev bigerin. Lê ji ber zext û tundiya rejîmê, jin li dervê welat çalakiyên xwe pêşdiwin. Derfet tune jin li Rojhilat zêde bi girseyî xebatê bimeşînin. Li cihên cûdaû bi şêwasên cuda jin li çalakiya “Jin Jiyan Azadî” xwedî derdikevin. Li derveyî welat xebat bi rêbaz û rengên cuda tên meşandin. KJAR wekî rêxistinek jinan a herî xurt li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe didomîne.”

Jinên kurd dîplomasiyek xurt dimeşînin

Şehlam Muhamedî bal kişand ser xebatên dîplomasiyê û wiha bi dawî kir: “Di qada dîplomasiyê de KJAR û bi tevahî rêxistinên jinên kurd li dervê welat dîplomasiyek pir xurt dimeşînin. Bi taybet di xebata dîplomasî de bi jinên afganî, ereb û faris re xebatek xurt tê meşandin. Lê ev xebat tenê bi çend welatan re bi sînor namînin. Di asta ewropa jî xebatên dîplomasî tê meşandin. Mînak wekî Zeynep Celaliyan wekî zindaniyek kurd berê zêde nedihat naskirin. Lê îro hemû rêxistinên mafên mirovan ên derve nas dikin û li têkoşîna wê xwedî derdikevin. Ev nîşan dide ku jinên kurd li derve dikarin dîplomasiyek xurt bidin meşandin û dikarin di asta cîhanê de xwe bidin naskirin.”

Nobeda Edaletê ya ji bo azadiyê roja 7’an de ye

0

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve bi dirûşma “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî li girtîgehan bibin deng” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 5’ê kanûnê de dest pê kiribû di roja 7’an didome. Pankarta “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin.” daliqandin. Rêveber û nunerên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûmên Med (MED TUHAD FED), Dayîkên Aştiyê û rêxistinên civakî li avahiya HEDEP’ê ya navçeya Rezan a Amedê serdana çalakgeran kirin. Hunermend û dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ku beşdarî nobedê bûn stranan gotin. Di çalakiya “Nobeta Edaletê” de çalakgeran dirûşma “Bijî berxwedana zîndana” berz dikirin. Beşdaran bi tilîliyan li çepikan xistin. Serlêdana nûnerên sazî û rêxistinên civakî ya çalakgeran didome. Kesên diçin serdanê bi çalakgeran re li ser girîngî û wateya çalakiyê niqaşan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.

Tûr: Aqûbeta rojnameger Silêman Ehmed ronî bikin

0

Hêzên asayişê yên PDK’ê 47 roj berê rojnameger û edîtorê beşa erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed revand. 47 rojin agahî ji Ehmed nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. PDK rê nade ku parêzer û malbat bi Ehmed re hevdîtinê bikin.

Têkildarî windakirina Silêman Ehmed, Rojnameger Omer Tûr, diyar kir ku PDK li Başûrê Kurdistanê wekî partiyeke zordest tê zanîn u wiha got: “Navê PDK bi windakirin û kuştin û binpêkirinên mafê mirovan her daîm di rojevê de ye. Silêman Ehmed ne dujminê PDK’ê ye. Zarokê gelê kurd e. Zilma PKD li rojnamegeran dike nayê qebûlkirin. Em wekî hempîşeyên Ehmed em ê her daîm wî bipirsin.”

PDK ne partiyek kurd e

Tûr, pirsa ‘Eger PDK ji bo berjewendiyên kurd dixebite çima zilmê li rojnamegeran dike?’ û ‘Li kîjan deverê dinyayê 47 rojan agahî ji rojnamegerekî nayê girtin? Pirsî û wiha lê zêde kir: “Li kîdera dînyayê rojnamegerek ew qas roj hatiye binçavkirin. Divê PDK mafê wî yê demokratîk, hiqûqî û exlaqî bicih bînî. Lê mixabin ji ber PDK ne partiyek kurd û Kurdistanî ye. Ew zilmê li gelê xwe dike.”

Serdest li Kurdistanê zilmê dikin

Rojnameger Omer Tûr, destnîşan kir ku îro li 4 parçeyên Kurdistanê serdest zilmê li gelê kurd û Kurdistaniyan zilmê dikin û wiha bi dawî kir: “Duh li Helepçe û Amûdê kurd dihatin kuştin îro jî li Amed, Mahabad û Hewlêrê heman tişt didome. Tişta herî ecêb jî partiya PDK’ê jî li hemberî kurdan wekî serdestan tevdigere û wekî hespê Trûva nûnertiya dijminê kurdan dike. Em wekî rojnamegerên kurd dîlgirtina Ehmed qebûl nakin. Em li vir bang li saziyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî dikin. Bila aqûbeta Rojnameger Silêman Ehmed bê ronîkirin û di heman wextê de bê berdan.”

IFJ: 11 mehan de 94 rojnameger hatin qetilkirin

0

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ) metirsiya xwe der barê hejmara rojnamegerên di 2023′yan de hatine qetilkirin nîşan da û ragihand ku di şerê Îsraîlê û Hemasê ya li Xezayê gelel rojnameger hatin qetilkirin. Têkildarî bîlançoyeke salane ya mirina kesên di çapemeniyê de dixebitin de, IFJ′ê aşkera kir ku heta niha 94 rojnameger hatine qetilkirin û 393 kesên di qada çapemeniyê de dixebitin hatine girtin. IFJ bang kir ku ji bo kesên di aliyê çapemeniyê de dixebitin divê parastineke xurtir hebe û kesên êrişî wan dikin werin hesabkirin.

IFJ daxuyand ku 68 rojnamegerên şerê Îsraîl û Hemasê dişopandin hatin qetilkirin, anku di rojekê de zêdetirî rojnamegerek hatiye qetilkirin, bi wê re ji sedî 72 hejmara giştî ya rojnamegerên li tevahî cîhanê tên qetilkirin û piranî rojnamegerên filistînê li Xezayê hatin qetilkirin.

′Divê pîvanek bê danîn’

Serokê IFJ′ê Dominic Bradali xwest pîvaneke nû ya cîhanî ji bo parastina rojnamegeran hebe.

Dominic Bradali diyar kir ku ji dema ku federasyonê dest bi tomarkirina hejmara mirin û qetilkirina rojnamegeran ve  di 1990′î de kiriye di şerê Îsraîl û Hemasê de gelek rojnameger hatin qetilkirin. Her wiha got, Ukraynayê jî hîna jî ji bo rojnamegeran welatekî xeternak e û li wir îsal 3 nûçegihan û karkerên çapemeniyê hatine qetilkirin.

Duh, nivîsgeha ragihandinê ya hikumetê li Xezayê û Sendîkaya Rojnamegeran a Filistînê ragihand ku di êrişa Îsraîlê li ser Xeza û Xan Yûnis de 2 rojnameger hatin qetilkirin.

Nivîsgehê got, rojnamegera filistînî Ula Etallah di êrişa Îsraîlê de li cihê ew û malbata xwe koçberî taxa Derec a rojhilatê Xezayê bûne, hate qetilkirin.

Li aliyekî din jî Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê ragihand ku rojnameger Duaa El Cebur, hevjîîn û zarokên wê di topbarana li Xan Yûnis ê li başûrê Xezayê de hatin qetilkirin.