23 Nisan, Salı - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 2

Stenbol, Anqara û Riha de destbendkerdişî

Stenbol û Anqara de vera çapemenîya azade operasyonê qirkerdişê sîyasî virazîya û xeylêk rojnamegerî ameyî destbendkerdene.

Anqara de muxabîrê Ajansê Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan; Stenbol de muxabîra MA Esra Solin Dal, rojnamegerê Yeni Yaşamî Enes Sezgîn û kedkarê çapemenîya azade Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci; Riha de zî Dogan Kaynak ameyî destbendkerdene.

Ame parekerdene ke beno ke hûmara destbendkerdeyan bizêdîya.

‘Bi hedefgirtina çapemeniyê dixwazin civakê bêdeng bikin’

0

Polîsên Belçîkayê duh bi şev bi ser studyoyên navenda nûçeyan ên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçikayê de girtin. Polîsên Belçîkayê, avahiyên studyoyên nûçeyan dorpêç kirin û nehêştin ku  xebatkarên televîzyonê têkevin hundir.

Polîsan di serdegirtinê de deriyên saziyan şikand û hemû alavên rojnamegeriyê texrîp kirin û kamerayên ewlehiyê yên ku kişanê dikirin jî jêkirin.

Em der barê sedegirtina Stêrk TV û Medya Haberê de, bi rojnameger Adar Gulan re axivîn.

Rojnameger Adar Gulan di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku serdegirtina Stêrk TV û Medya Haberê seat di yekê şevê de pêk hatiye û wiha got: “Tîmên taybet tevî kuçikên xwe ketin saziyan û di destpêkê de destê çar xebatkarên ewlehiyê yên li ber derî bûn ji pişt ve kelepçe kirin û wan li erdê dirêj kirin. Heta seat yek û nîvan jî dora herdu saziyan dorpêç kirin û hem rêya wesayîtan hem jî ya peyayan girtin.  Ji çar hevalan du jê heta ku seat di 5:40 de lêgerîn qediya li erdê dirêjkirî hatibûn hêştin du hevalên me jî tevî ku destê wan di pişt de kelepçe kiribûn wan di wesayita zirxî de heps kiribûn. Her wiha ji aliyê têmên taybet ve îşkence li wan hatibû kirin. Piştî vê yekê jî kamerayên ewlehiyê yên ku di qeydê de bûn jêkirin û hard diskên wan desteser kirin.”

Xebatkar hatin astengkirin

Adar Gulan diyar kir ku tîmên taybet ên ku xwestine bikevin hundirê saziyan tevî ku li ser hemû deriyan mifte hebûye jî deriyan şikandine û wiha got: “Her wiha deriyên servîsên jin, zazakî, kurmancî jî hatin şikandin. Di dema lêgerînê de nehêştin ku tu hevalên me bikevin saziyê her wiha midûrên TV’yan jî asteng kirin. Nasnameyên hin hevalên me ji wan sandin û heta lêgerîn qediya wan di bin çavdêriya xwe de hiştin.”

‘Êrîş bi hev re girêdayîn’

Gulan bal kişand ser dîroka serdegirtina TV’yan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîş ji konsepta şer a ku Erdogan li dijî Tevgera Azadiyê daye destpêkirin qut nîne. Berê çend rojan Hakan Fîdan çend caran hatibû vir û hemû hevdîtinên wî jî li ser esasê derdegirtinên saziyên kurdan pêk hatibûn. Hemû êrîşên ku li başûrê Kurdistanê pêk tên û niha ev êrîşên ku li ser çapemeniya azad pêk tên bi hev re girêdayîn. Li aliyek êrîşê qadên azad dikin li aliyê din ji bo têkoşîna li wir tê dayîn û îşkenceya ku ew li wir dikin neyê dîtin êrîşê çapemeniyê dikin. Di şexsê çapemeniyê de dixwazin civakê li dijî van êrîşan bêdeng bikin.”

‘Êrîş siyasî ye’

Adar Gulan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Serdegirtina studiyoyên Stêrk TV û Medya Haberê bi tu awayî ne li gor hiqûq û qanûnên Belçîkayê ye. Ev serdegirtin û êrîş bi awayeke hatiye plankirin. Her ku rayedarên tirk tên Ewropayê daxwaza êrîşên li ser saziyên kurd ji wan dikin. Bi heman awayî ev êrîş jî wiha hatiye plankirin û raste rast bi daxwaza dewleta tirk û erêkirina NATO’yê pêk hatiye. Wek tê zanîn Brûksel navenda NATO’yê ye. Ji ber vê yekê em vê êrîşê wek êrîşeke siyasî pênase dikin. Ji bo vê rewşa bêhiqûqî ya ku pêk hatiye dê ji aliyê me ve qet nayê qebûlkirin û dê li dijî vê yekê îtirazên parêzerên me jî çêbibin. Her wiha dê gelê kurd û dostên wan jî li dijî vê serdegirtinê li kolanan daxyaniyan bidin û xwedî li çapemeniya xwe derbikevin.”

Rojnameger Adar Gulan di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Wek rojnamegerên kurd em vê êrîşa ku bi tîmên taybet hatiye kirin bi tu awayî qebûl nakin û li dijî vê êrîşê em ê xebatên xwe hin mezintir bikin. Di sala 2010’an de jî êrîşek bi vî rengî pêk hatibû û piştre wezîrê wan li xwe mikûr hatibû û gotibû ku wan vê êrîşê plan kiriye. Di dawî de em bang li hemû  rojnamegerên ku dibên em li dû heqîqetê ne û civaka ku dixwaze mafê xwe yê agahîgirtinê biparêze dikin ku li dijî vê êrîşê bêdeng neminin.”

Dozek din li Emîne Şenyaşar vekirin

0

Der barê Emîne Şenyaşara di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin de, bi hinceta heqareta Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, doz hate vekirin. Dayik Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê 846 rojan Nobeta Edaletê girtiye û piştre çalakiya xwe bir pêşiya Wezareta Edaletê ya li Enqereyê û ev 84 roj in Şenyaşar lê pêşiya wezaretê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê Şenyaşarê de îdianame amade kir.

Di îdinameya ku Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê qebûl kiriye de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan îdianameyê wek mexdûr cih girt. Hat xwestin ku Şenşayar bi hinceta gotinên xwe yên çalakiya di roja 579’emîn de (8’ê cotmeha 2022) gotibûn, li gorî madeyên TCK’yê yên 53’an (Bi hinceta sûcan ji hin mafan bêpar hiştin) û 63’an (Pêgira cezayê hefsê) were cezakirin.

Şenyaşar dema ku malbata wê hatibû qetilkirin diloriya û gotinên wê yên wê kêliyê bûn hinceta darizandinê. Danişîna yekem a dozê dê di 31’ê cotmeha 2024’an de were lidarxistin.

31 lêpirsîn dest pê kirin, 11 doz hatin vekirin

Der barê Emîne Şenyaşarê de ji roja 9’ê adara 2021’an a ji bo hevjîn û kurên xwe yên hatine qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiriye heya niha bi sûcdariyên wekhev, 31 lêpirsîn hatine destpêkirin û ji van lêpirsînan 11’ê wan veguherîn dozan.

Kedkarên Çand û Hunerê serdagirtina Stêrk û Medya Haberê şermezar kirin

0

Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Piştî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, polîsên dewleta Belçîkayê jî di nîva şevê de bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girtin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşa vê siharê li Stenbol û Enqereyê jî li dijî çapemeniya azad hatî kirin, ne tesaduf e û ev bang hate kirin: “Li dijî van operasyonên qirkirinê em dengê xwe bilind bikin û xwedî li saziyên xwe yên çapemeniyê derbikevin ku îrade û dengê me ne. Em nehêlin dengê me were qutkirin.”

MKG û DFG’ê zextên li ser çapemeniyê şermezar kir

0

Daxuyaniya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) wiha ye: “Vê serê sibehê me bihîst ku li Stenbol û Enqereyê gelek rojnameger hatine binçavkirin. Ev binçavkirinên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin û hîn hinceta wê bi raya giştî re nehatiye parvekirin, mudaxeleyeke li hember azadiya çapemeniyê ye û nayê qebûlkirin.

Rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e. Rojnameger dema peywira xwe ya agahdayina raya giştî tînin cih bi sepanên wiha kêfî rû bi rû dimînin, ev yek binpêkirina mafan a cidî ye û hemû civakan eleqeder dike. Ev binçavkirin ne tenê êrîşeke li dijî rojnamegeran e di heman demê de êrîşeke li dijî azadiya girtina nûçeyan a civakê ye.

Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li aliyên têkildar dikin ku van zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bikin û xwedî li azadiya çapemeniyê derkevin. Di heman demê de em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û neteweyî dikin ku mafên rojnamegeran biparêzin û li dijî van sepanên kêfî derkevin. Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin.”

DFG:Êrîş nikarin çavên kedkaran bitirsînin

DFG’ê jî bi serenavê “Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin!” daxuyanî da. DFG’ê anî ziman ku ew îro bi serdegirtin û operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê hişyar bûn û wiha got: “Di serî de em dixwazin diyar bikin ku em weke tesadufî nabînin ku saziyên çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd rojek piştî 22’yê Nîsanê ku Roja Rojnamevanên Kurd e careke din bûne hedef. Her wiha wê xelet be ku mirov van operasyonan ji pêvajoya siyasî serbixwe binirxîne. Xuya ye desthilata siyasî ya tabloya ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê derket holê ranagire, plan dike ku xetimandina xwe ya siyasî careke din bi êrişên li dijî gelê kurd derbas bike. Gava yekem a vê yekê jî wekî her carê berê xwe da xebatkarên Çapemeniya Azad û dezgehên ragihandinê. Em weke DFG êrişên li Belçîka, Enqere û Stenbolê li dijî saziyên çapemeniyê û xebatkarên çapemeniya azad pêk hatin bi tundî şermezar dikin.”

DFG’ê bal kişand ku cihê fikaran e ku êrîşên li ser çalakiyên rojnamevaniyê ber bi Ewropayê ve diçin û wiha berdewam kir: “Welatekî Ewropayê ku her tim ji bo azadiya raman û îfadeyê pesnê xwe daye, niha jî parçeyek ji êrîşên ku hempîşeyên me dike hedef e. Ev jî tê wê wateyê ku nêzîkatiya Ewropayê ya li demokrasî, azadiya raman û îfadeyê ji nîqaşê re vekirî ye. Di vê çarçoveyê de Em dixwazin destnîşan bikin ku em ê li dijî operasyonên pêk hatine bêdeng nemînin.”

DFG’ê destnîşan kir ku dê bi taybet polîtîkayên şerê taybet, hemû polîtîkayên ku demokrasî û azadiyan hedef digire, weke pêwîstiyeke pîroz a xebatên wan ên rojnamegeriyê teşhîr bikin û heqîqetê ji rayagiştî re ragihînin û got: “Em bang li desthilatê dikin; Bizanin ku ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin. Êdî dest ji van êrişên bi vî rengî berdin.  Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan û banga hevgirtinê li hemû hevalên xwe yên rojnamevan ên ku têkoşîna derxistina holê ya rastiyan didin.”

182 rojin Asayîşa PDK’ê aqûbeta Silêman Ehmed aşkere nake

0

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa rojnews’ê Silêman Ehmed berpirse.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 182 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa rojnew’ê de wek edîtor dixebite.

Der barê revcandina rojnameger Silêman Ehmed de ajansa Rojnews’ê ev daxuyanî da:

“Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.”

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Herwiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Herî dawî 2’yê Çileya 2024’an tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer, Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

Erdogan Mesrûr û Neçîrvan Barzanî ziyaret kir

0

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê derbasî Hewlêrê bû û ji aliyê Mesrûr û Nêçirvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li Qesra Serokatiya Hikumetê ya Herêma Kurdistanê li çapemeniyê girtî pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî beşdarî hevdîtinê bû.

Beriya ku Tayyip Erdogan derbasî hewlerê bibe, li hemû kolan û kuçeyên Hewlerê alên tirk hatibûn daliqandin.

Tirkiye nahêle CPT raporê aşkere bike

0

Şandeya ku parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol jî di nav de hebû, bi Konseya Ewropa (KE), Yekitiya Ewropayê (YE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kirin. Têkildarî armanc û naveroka hevdîtinan em bi Parêzer Ozgur Faîk Erol re axivîn.

Ozgur Erol der barê armanca gera Ewropayê û serdana CPT’ê de axivî û wiha got: “Em hem ji bo bi rayedarên Konseya Ewropayê re hem jî ji bo bi nûnerên CPT’ê re hin hevdîtinan bikin hatin Strasbourgê. Bi boneya em balê bikişînin qutbûna ragihandina mutleq û rewşa pozisyona saziyên Ewropayê ku di vê mijarê de xwedî rol û ristin niqaş bikin, em hevdîtinan dikin. Em dixwazin der barê rewşa Îmraliyê de agahiyan bidin. Em dixwazin nêzîkatiya saziyên li Ewropayê ya der barê pirsgirêkê de bi bîr bixin. Armanca hevdîtinên me em erk û berpirsiyariya wan bînin bîr wan û der barê tecrîdê de wan dîsa agahdar bikin.”

Tirkiye naxwaza raporê parve bikin

Prz. Ozgur Faîk Erol da zanîn ku hevdîtinên wan ên bi rayedarên Konseya Ewropa re berdewam dikin û wiha axivî: “Me bi rayedarên CPT re hevdînek kir. Wekî tê zanîn CPT ji roja hatiye avakirin heta niha bi rêk û pêk diçe Îmraliyê û rewşa Îmraliyê dişopîne. Komîteya P»şîgirtina li Îşkenceyê ye. Di heman demê de saziya Konseya Ewropayê ye û Tirkiye jî hebûna vê saziyê îmze kiriye. Erka CPT heye ku rasterast biçe li girtîgehan lêkolîn û vekolînê bike. Erka wê heye ku raporan amade bike û bi raya giştî re parve bike. CPT herî dawî di îlona 2022’yan de li Îmraliyê hevdîtinek kir. Bi girtiyên din ên li Îmraliyê re jî hevdîtin kiribû. Lê rapora encama hevdîtinê hêj bi raya giştî re parve nekiriye. Heta niha wekî parêzer em ne xwedî agahî ne. CPT di çileya 2024’an de dîsa hat Tirkiyeyê û li gelek girtîgehan hevdîtin kirin. Lê vê carê bêyî ku biçin Îmraliyê ji Tirkiyeyê vegeriyan. Armanca vê hevdîtina me ya bi CPT re der barê van hevdîtinên CPT yên li Îmraliyê bû. CPT hêj rapor parve nekiriye. Ev li dijî peymana proseduran e. Diyar dikin ku hikûmet destûr nade ku vê raporê parve bikin û ji ber vê yekê raporê parve nakin. Diyar dikin ku rapor amade ye. Lê hikûmeta Tirkiyeyê destûrê nade ku aşkere bikin. Ev nîşan dide ku hikûmet ji encama raporê ne kêfxweş e.”

CPT hêzê dide Tirkiyeyê

Prz. Erol anî ziman ku li gel vê helwesta hikûmetê ku ji bo hikûmetê ev 2 sal in raporê parve nake, dîsa di çileya 2024’an de hatin Tirkiyeyê û bêyî biçin Îmraliyê paşve vegeriyan û wiha axivî: “Me ev helwesta CPT ya neçûna Îmraliyê rexne kir. Me anî ziman ku ev helwest têr nake û dijberî vê yekê bêtir hêzê dide hikûmetê.”

Prz. Erol li ser helwesta CPT jî rawestiya û wiha pêde çû. “Ew bi temamî li gorî burokrasiyê tev digerin. Ew dernakevin dervê sînorê peymanê. Dîsa naxwazin agahiyan jî bidin. Diyar kirin ku ew hesasiyeta me ya der barê Îmraliyê de fêm dikin û pozisyona Birêz Ocalan dizanin û ji bo raporê parve bikin di nava hewlanan de ne. Tenê van agahiyan didin. Wekî din agahî nadin. Mînak dema hatin Tirkiyeyê û neçûn Îmraliyê nikarin hincetekê nîşan bidin.”

CPT agahiyên zelal nade

Prz. Ozgur Erol têkildarî dîroka demên pêş a CPT ku biçe Îmraliyê jî axivî û wiha got: “Dîrokeke şênber a serdanê parve nakin. Diyar dikin ku dê hewl bidin biçin Îmraliyê û dê şopandina girava Îmraliyê bidomînin. Diyar dikin ku hesasiyeta meseleyê dizanin. Me jî anî ziman ku rewşa Birêz Ocalan di nava gelê kurd de fikaran zêde dikin û xwest li gorî vê yekê gavan bavêjin.”

Ozgur Erol der barê hevdîtinên pêş de jî agahî dan û wiha lê zêde kir: “Niha hevdîtinên cuda berdewam dikin. Ez niha tiştekî şênber nikarin bibêjim. Lê di çarçoveya bernameyekê de em ê hevdîtinan vê hefteyê temam bikin.”

Her kes rola Ocalan baş dizane

Ozur Erol qedexe û astengkirina çalakiya rûniştinê ya li pêş CPT jî nirxand û wiha got: “Divê êdî her kes hesasiyeta gelê kurd a der barê rewşa Îmraliyê de rast û baş fêm bike. Divê her kes rol û rista pozisyona birêz Ocalan û wateya wî ya ji bo gelê kurd zanibin. Em ferq dikin ku ev saziyên Ewropa yên eleqeder li gorî vê rastiyê hesasiyeta ku tê xwestin, nîşan nadin.  Di dîrokê de Mandela jî demek dirêj hat tecrîdkirin. Lê dawiyê heqê wî teslîmî wî kirin. Ji ber ku di çareseriya pirsgirêkek dîrokî de kesên ku karibin rola aştiyê bilîzin û wisa girtî bin, her tim heqê wan teslîmî wan dikin. Em îro dibînin ku Nobeta Edaletê ya li pêş Konseya Ewropayê didome. Em dibînin ku hesasiyeta mirovan a di vê mijarê de didome. Daxwazên van mirovan bi temamî rewa û zagonî ye. Bi astengkirina van daxwazan, ev pirsgirêk çareser nabe û bi dawî nabe. Tenê ji bo ser meseleyê bigirin û ji aliyê dewletan ve nayê dîtin van çalakiyan asteng dikin. Ev dibe sedem ku polîtîkayên tecrîdê li demê belavtir bibin. Tu aliyê vê yekê ku bê qebûlkirin tune ye.”

Ozur Erol herî dawî anî ziman ku diçin kijan sazî rêxistinan û bi taybetî kurdên muxalif û polîtîk, dibînin ku bertek û nerazîbûn gel di asta herî jor de ye.

Dem dema xweparastinê ye

0

Em zarokên vê axê ne ku zanibin xwe bi rehê koka vê darê qayîm pê bigirin; ne şaristanî û ne jî ti hêza wan a globalîzm dê bi me nikaribe ku jiyanê li me bi çilmisîne. Ji lew re em mirovên vê xakê ne, me hêza xwe ji cewhera dîroka vê edîngeriyê hilgirtiye, ji çemên Dicle û Feratê ava wan vexwariye. Binemaliya civakê ma ne li ser vê axê, li kûrahiya gelî û newalên wê, li ser vê rîşê şîn hatiye?

Wer xuyaye ku civaka me êdî ji rewşa heyî, kiryarên dewletê yên li Kurdistanê diqewimin geleke bi hêrs e, acize bi vê yekê nexweş e ku xwe berpirsiyar dibîne û bi xweparastina rewa bersiva tecawizkaran dide. Li hember destdirêjiyên esker, polîs, kontra û cerdevanan xweparstina rewa mafê her jinê ye ku divê zanebûna vê de be. Di vê rewşa aloz û qeyranê de ya rast ew e ku em pêşî girîngî bidin hêza xwe parastin e.

Her çendî dereng jî mabe, ketina ferq û zanabûna xeterî, êrîşên heyî yên ser rûmeta civakê û rastiyên wê dîtin, xwe parstin meriv bi vê helwestê kêyfxweş dibe, ji xwe ya rast jî ev e ku hişmendiya xwe parastinê li gel bîra her ferdê civakê bi pêş bikeve. Zanîn bîra civakê, cihê şanaziyê ye. Civak û jina ku heqîqeta xwe wenda nekiribe, ji niha û şûnde dê nikare bi pergaleke wiha re bimeş e…

Beriya bi çend rojeke sekna gelê Şirnexê ku di kêliyê de helwesta xwe raber kir û dersa  ‘eskerê’ ku heweskir bû destdirêjiyê li jineke bike, bi şêwazê xwe parastinê li hember vê êrîşê helwesta xwe danî. Mêtingeh zanibin ku xelkê vê herêmê ‘we li welatê xwe naxwaz ê’, ji bilî dagirkirin, xirabî, neqencî û talankirina xwezayê, çi fede we higaye vê civakê? Loma jî mêjiyê civakê, vê barbariya kolonyal li ser xwe qebûl nake.

Dewlet bi salan e di nav hewldana ku bajarê Şirnexê, ji sivîlan xalî bike, bajêr  veguhêze  qişlayeke eskerî bi vê boneye ji bo vê xizmet dike. Çi kare çawîşê pispor Zekerya Çelîk, li nav taxên bajêr ê Şirnexê heye? Weke her care ku dikirin vê carê jî walî bi daxuyaniyeke xwest êrîşa tacîzê ya eskerê bi navê Zekeriya Çelîk, bin cilkê bike. Bi daxuyaniyên vik û vala xwest êrîşê manîpile bike û rê li ber tepkiyên civakê û saziyên hiqûqî bigr e. Lê şêniyên Şirnexê bi destwerdana ku kir re rastiya êrîşê dexist holê.

Zihniyeta mêtinger her ku rê li ber darizandina bûyarên destavêtinê yên li Kurdistanê girt, êrîşên destdirêjiyê li ser jinan zêdetir bûn. Ji bo ku bûyerên bi vî ewayî di ragihandinê de cih neyê dayîn polîtîkayek taybet a dewletê ya şerê taybet dixin dewrê.

Bi rastî ev ne cara yekem e ku dewlet li Şirnexê, li ser sûc hatiye girtin; di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi hazaran polîs, esker, mafya û kontra ji bajarên Tirkiyeyê bi balafiran derbasî bajarên Kurdistanê kirin ku li hemberî vîna gelê kurd dengê xwe bidin AKP’ê. Ê yek ji wan bajaran jî, bajarê Şirnexê bû… AKP’ê, bi dengê wan hêzên paravan ên para-milîter şaredariya bajarê Şirnexê xesp kir, desteser kir! Wê çaxê jî gelê Şirnexê helwesta xwe li dijî hilbijêrên “qeyûm” danî û ji dewletê re got, “li hemberî vîna min tu sûc dikî, bêrêziyê dikî.”

Ji şêniyên Şirnexê apê Suleyman Salgucak li ber deriyê dibistanê ji koma esker û polîsan bi wê pirsiyariya dijwar, “bêje, tu kî yî, ji ku hatî” ji zihniyeta barbar hesap pirsî. Bi vê têgihiştine rihê demê, ahenga yekîtiyê ava dike. Bi vê pirse, ne mêtingeh ne jî bindestiyê qebûl dike…

Mînakek din ku di hişê mide cih girtî ya herî bi êş beriya bi çend mehan li Wanê qewimî bû, bi rêya ragihandine bû roj ku zaroka 16 salî rastî destavêtina 40 zilamî hatiye ku di nav de polîs, esker û karmend jî debûn e. Bûyer li naveça Wanê ya Bêgirê qewimî bû. Li ser wê êrîşê ya destavêtina zarokê çima hate girtin sedemên wê tam çi bû nizanim, lê zarok li nava rastê ma, ew bêxwedî, bêkes û kûs mabû! Ji sazî û rêxistinên jinan jî di vê derbarê de ti daxwuyanî nehatin dayîn. Ji malbata zarok jî, ti kesê/î tiştek ne gotin…

Çi dema ku êrîşên tacizê li Kurdistanê dibe rojev waliyên dewletê li ser navê esker û polîsên tecawizkar di kêliyê de daxuyaniya, ‘serxweş bû’, an jî dibêjin, ‘ew ne li ser hişê xwe bû’ didin. Walî, bi van daxuyaniyan xwedî li esker û polîsên tecawizkar derdikeve. Bi xwe aşkera dibêjin ku ew şivanê berdoşan e.

Heta ku xweparastin tinebe, ne negaze ku jiyana azad bi pêş bikeve. Bi xweparastinê jiyan bi ewlehî dibe. Civak jî divê vê rastiyê hîn baştir bibîn e. Ji ber ku her civak, her nifş û her bajar kefîlê xwe û parastina ruhê xwe dike.

Bi bêxemî nêzî meselê bûyîn, hêvî û çareserî pêk nayê. Ev ne dema ku meriv rûne û li êrîşan temaşe bike. Li gorî lîteratura çanda şoreşê, ji bêdengî û bêhelwestiyê re, ‘bê têkoşînî’ tê gotin ku meriv xwe ji bîra ve neke. Di vê der barê de lêkolîn û derxistina zanebûna ji ezmûnên dîrokê, ji kêmasiyên heyî bi temamî hîna jî derbaskirina wan çênebûye. Sînerjî, ti demê ji bêdengiyê, gurnebûye.

Xwe gihandina ruhê dem», bi fêmkirina hêza xwe rêxistinkirine ku ji bo wê helwestên heyî divê tenê bi herêmekî re bi sînor nemînin. Ji bo mezinkirina têkoşînê hincetên me hene û gelek in, ji bo hêza xweparastinê pêdiviyên me hen e. Em jin bêtir dizanin ku li cîhanê dema jin xwe neparêze bi kuştinê re rû bi rû dimîne. Niha dem dema wê ye ku jin li dijî destavêtin, taciz, fihûş, êrîşên qirkirinê û xizaniyê xwe biparêze. Ji ber wê li dijî destdirêjiya ser jinê derketin, hinceta me ya berbelavkirina têkoşînê ye…

Polîsan 7 rojnameger binçav kirin

0

Polîsan di saetên sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate binçavkirin.

Polîsan di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û Saliha Aras û xebatkara Çapemeniya azad, Yeşim Alici, Beste Argat Balci û Şirin Ermiş Alici hatin binçavkirin.

Dibe ku hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.