24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Boltan: Werin em bi hevre dengê xwe bilind bikin

Malbatên girtiyên nexweş, çalakîya xwe li Baroya Amedê 13 roj in didomîne. Malbatên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qetiya ne bêne berdan 13 roj in bê navber li Baroya Amedê “Nobeda Edaletê” digirin. Yek ji malbaten ku her roj di çalakiyê de cihê xwe digirejî malbata Boltan e. Ji malbata Boltan Hakki Boltan ê 61 salî ku bavê Ciwan Boltan e her roj tê tev li nobedê dibe.  Ciwan Boltan ê 29 salî, 9 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ye.

Ciwan  Boltan di sala 2009 de bi hinceta “Kevir avêtiye” hatibû girtin û salekê li girtîgehe mabû. Ciwan piştî ku ji girtîgehê derket, di sala 2011’ê de tev li PKK’ê bû. Salekê  di nava partiyê de ma û di meha gulana 2012’an de li Çewlîkê birîndar bû. Ciwan di şerê 3 rojan de birîndar bû. Dema birîndar bû wekî ku hatibe kuştin ew rakirin morga nexweşxaneyê. Piştre rayedarên dadgehê  agahî da wan û diyar kirin ku Ciwan hatiye kuştin. Dema malbat çûn Çewlîkê û xwestin cenaze bigirin, dozger ji wan re got ‘Tu darbeyeka me li ser laşê wî tune ye. Gava ku bijîşk diçe morgê dibine ku Ciwan dijî. Bijîşk ji malbatê re dibêje Ciwan dijî. Lê leşkerên ku dibînin Ciwan dijî çekê li çavê  wî dixin çave wî kor dikin. Ciwan piştre bi birîndarî dişînin girtîgehê. Ji wê demê heta niha 9 sal in Ciwan girtî ye.

Bavê Ciwan Hakki Boltan qala lawe xwe kir û wiha got: “Ciwan milekî xwe û çavekî xwe winda kiriye. Dadgehê cezayê muebbeta giran lê biriye. Dibêjin ku heya hûn bimirin hûnê li girtîgehê bin. Ev ne le gorî aqilan e. Bi vî cezayî hem malbatê û hem girtî îşkence dikin. Êşa zarokên me her tim di dilê me de jan dide. Bi cezakirina zarokên me, hem zarokên me û hem jî me ceza dikin.“

 Parêzeran 2 caran serî li DMME’yê dan

Bavê Ciwan Hakki Boltan qala serîlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Evropayê (DMME) kir û wîha domand: “Parezerê Ciwan ji bo du mijaran serî li dadgeha mafên mirovan da. Yek jê bi sedema dest û çavên wî tûne û nikare di hûcreyê de bimîne. Ya din jî ji ber cezayê muebbete lê hatiye birîn. Muebet ne ceza ye, îşkence ye. Ev îşkence nayê qabûlkirin. Bi vê kiryarê tu armanca rehabîlîtasyonê tune ye. Armanc kuştin e. Ji bo serîlêdana yekemîn DMME’yê bersiveke erênî da. Piştî bersîva DMME’yê, ji hûcre yê tê derxistin. Di mijara duyemîn de DMME’ê têkildarî cezayê muebbeta giran, Tirkiye ceza kir. Lê Tirkiyeyê li gorî biryarên DMME’ê gav neavêt.

 Dayika wî di 9 salan de carekê dîtiye

Diya Ciwan Nazemîn jî di nava 9 salan de tenê carekê kurê xwe dîtiye. Bavê Ciwan Hakki Boltan jî nêzî 2 salên dawî kurê xwe nabîne. Boltan bal kîşand ser zehmetiya dîtina lawê xwe û wiha got: “Diya Ciwan di nava 9 salan de tenê carekê ciwan dîtiye. Nazemîn ji ber ku nexweşe nikare biçe Bolu yê. Ez 2 sal in Ciwan nabînim. Her ji du hafteyan carekê 20 daqîqeyan em diaxivin.

3 caran hate sirgûnkirin

Boltan anî ziman ku Ciwan di nava 9 salan de 3 caran hatiye sirgûnkirin û wiha axivî: “Ciwan ewil li Girtîgeha Amedê bû. Paşê ew birin Girtîgeha Sîncanê. Herî dawî ji Sîncanê jî sirgûnî Girtîgeha Boluye kirin. Me gelek caran serî li sazîyên êleqadar da Ji bo ku Ciwan bînîn Gîrtîgeha Amedê an jî nezî nêzî Amedê me gelek caran serlêdan kir. Lê her tîm serlêdanên me hatin redkirin.

Hakki Boltan herî dawî bang li malbatên girtiyan jî kir û wiha bi dawî kir: “Werin tev li vê çalakiyê bibin.  Em dengê xwe bi hevre bilind bikin. Bila cenazêyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin.”