18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê berfireh dibe

Li Erebistana Siûdî, boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê didome. Ev boykot, her diçe li welêt berfireh dibe. Rojnamegerê Siûdî Umer Seyf Qeyd Mensur diyar kir ku boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê ji ber destwerdana dewleta tirk a li welatên herêmê dest pê kir.

Rojnameger Mensur, li ser armanca boykotê ji Rojnewsê re axivî. Mensur anî ziman ku boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê biryareke civakî ye û redkirina daxuyaniyên Erdogan ên di serdana Qeterê de ye.

Di berdewama axaftina xwe de Mensur wiha got: “Biryara civakê ya boykotê, encama destwerdana dewleta tirk a li gelek welatên herêmê ye. Bi taybetî encama wêrankirina welatên erebî ye ku bi rêya komên radîkal ên dixwazin heman tundiyê li welatên din ên erebî dubare bikin.”

Mensur bal kişand ser girîngiya boykotê û wiha anî ziman: “Ev boykot ji aliyê xelkê Siûdî ve, li dijî Tirkiyeyê hatiye destpêkirin; ev çekeke aborî û siyasî ye. Dê ev boykot aramiya cîhana ereb biparêze. Tirkiye bi salan e bi milyar dolaran kel û pelan dide Erebistana Siûdî. Bi vê boykotê re, wê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bibe.”

Boykotkirin li gelek welatên ereban belav dibe û her wiha gelên Ermenistan û Yewnanistanê jî tev li vê boykotê bûn. RIYAD