Friday, October 22, 2021

Bruksel

Seyidxan Anter

Salek ji salan, em li “Rojbaş Kurdistana”a Seyîdxanê Torî bûne mevan. Di vê demê de “deh diçûn û deh dihatin” televisyonê. Dilgermî û rûgeşî zora bêxewmbûnê dibir! Bi dûv me de ne bi gelekî, redaktorê kovara Bîrnebûn Elî Çiftçi jî li me zêde bû.

Med tv programek li ser asîmîlasyonê amadê dikir. Tekstê ku hebûn bi tirkî bûn. Bejek ji wan ji Înstutîya kurdî ya Berlînê û beşek jî ji Înstutîya kurdî ya Stockholmê re şandibûn. Înstutîya Stockholmê beşê ku jê re hatibûn şandin, kiribû kurdî û para Înstutîya Berlînê wek xwe mabû. Înstutîya Berlînê kurdiya xwe “jibîra”kiribû. Lê gava gotin dibû ya wan, ew pêt bûn, xwe dişewitandin û mirov jî bixwe re!

Programeke gelek hêja, tije kurterastî û bi naveroka xwe dolemend bû. Sosyolog, pisikolog, zimanzan û gelek pisporên din, bêyî dubarekirin û heman gotinan, ya xwe li ser planên asimilasyonê yê dewleta tirk digotin. Di wan salan de makamên Komara Tirk, herema Berfiratê û nemaze jî Rihayê ji vê plana xwe re hilbijartibû û jinên kurd ji xwe re kiribûne hedef.

Hogirek jin, dê ev program ji temaşevan û guhdaran re pêşkêş bikira. Dem li wê teng bibû. Em bi hevre çûn teksta ku hîna nehatibû wergerandin. Dilê amedekara me şad bû. Arjîna ku kurdiya wê têr nekir, di pêşkeşkirina programê de kurdîya wê bibû tiştekî din.

Kurdekî me yê Anatolê, hemşerîyê E. Çiftçî jî li wir bû. Xatûna wî ji xebatkarên televisyonê re xwarin çêdikir. Ciwamêr em ezimandin mala xwe. Hin ji me çûn û hin jî man.

Ew bi malbata xwe li dervî Bruksel li gundekî têra xwe mezin dijîya. Kavilek xanîyan kirîbû û lê dikir. Bi kasî ku li derve nemînin, bejek jê xelaskiribû û yên din jî hin bi hin avêdikir.

Hunerên mazûbanê me gelek bûn. Baxçê wî têra xwe hebû, şîngeh, geş û mezin bû. Te digote qey axa mişarên xwe li seradê daye. Axa mişaran di ser pêxetan re bû, ango banoxe bûn. Hoste fekî û şînahî çandibûn. Li baxçê wî, him dilê mirov li xwarin û vexwarinê vedibû û him jî bêhna mirov derdiket. Baxçeyekî têrzarok.

Berya ku mazûbanê me “li xwe vegere”, kurdîya zarokên wî ne tekûz bû; em wisa bêjin… Ciwamêr ji vê rewşê nerehet bûye û li careserîyekê digere. Di wê navê de, kurek ji wan re çêdibe. Ew bi xatûna xwe re biryarê distînin ku her kes bi lawik re, tenê bi kurdî bipeyivin. Di praktîkê de vê biryara xwe bicîh tînin. Bi xêra zarokê biçûk, zarokên wan yên mezin jî kurdî hîn bûne.

Gava wî ev buyer û careserî digot, çavên wî dikenîyan, kêfxweşî û serbilindîya wan baxçe tijê dikir. Aqubet li serê me hemûyan be!

Ma ne wisa?