Şemî, Çile 29, 2022

Buhabûn ji kontrolê derketiye

Xelata Omerî

Di destpêka sala 2022’an de ceyran û xaza xwezayî zem bû. Xaza xwezayî ji sedî 15 heta ji sedî 50 zem bû. Buhayê benzînê 61 quriş, mazot 1 lîra û 29 quriş, zem bû.

Piştî krîza kapîtalîzmê ya di sala 2008’an de, aboriya cîhanê hîn jî bi ser xwe nehatiye û li gor hin aborînasan pêlên krîzê dê hîn jî kûrtir bibin. Nemaze di van 3 salên dawî de, li Tirkiyeyê krîza deyn û dovizan zêde bûye û di Bankaya Nawendî ya Tirkiyeyê de rezervên ku hebûn qediyane. Slogana ‘128 milyar dolar li ku ye?’ hîn di rojeva Tirkiyeyê de ye. Îro ji ber qeyrana heyî desthilatdarî çavgirtî destan dipelîne, ji bo bikaribe ji welatên din pere deyn bike.

Li gor Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê di sala 2018’an de kûra dolar 3,78 TL ya Euro jî 6,95 bû. Di nîsana 2020’an de kûra dolar bû 6,95 TL û Euro jî bû 7,53 TL. Di kanûna 2021’an de Dolar 17 tl derbas kir û Euro jî gihişt 20 TL yan. Niha Dolar 13 lira û 25 quriş û Euro jî 15 lîra ye. Ji bo welatek wek Tirkiye ku piraniya malên pewîst ji derveyê welat îthal dike, ev wêne ji komalên zahmetkêş re malwêranî ye.

Di qeyrana aboriya niha de bihabûn ji kontrolê derketiye. Enflasyona heyî gel kiriye ku êdî tiştan bi hejmaran bikirin. Em dibin şahidên ku ji ber bihabûna mazot, gubre, kahrebe, bizir û pêwîstiyên din, gelek gundî û cotkar dev ji çandînî û kar berdidin.

Her wiha êdî di nav vê pergalê de girseyên hene. Li gor îstatîstîkên sendîkaya DÎSK’ê bêkarî di nav 9-10 mîlyonan de ye. Di nav ciwan û xwendevanên ku zanîngeh xelaskirine de, tabloya bêkariyê mirov di dicirifîne. Kesên ku kar dibînin jî 10-12 seatan li firin, restorant, qahwe û dikanan, bi perekî kêm dixebitin. Îca kî kê bixapîne…Wa xuyaye meydan ji gelekan re vekirî ye.

Pergala kapîtalîzmê bi bêkarî, bihabûn û xizaniyê civakê ji hev dixe û mekanizmayên desthilatdariyê hişktir û hovtir dike. Gotina ‘Kapîtalizm an mirovan dikuje an jî wan roj bi roj dimehîne’ gotineke vala nîne. Desthilatdar bi hemû hêz û fenên xwe mecalê nade mafên demokratîk, nemaze xebatên sendîkayan û tevgerên gel dijwartir dike. Piraniya karkerên ku mûçeyê kêmtirîn distînin ne endamê sendîkayêne û ‘patron’ jî nahêlin bibin endam.

Desthilatdarî vê krîze ji xwe re bi kar tîne; nîjadperestiyê, ‘bekçiyên namûsê’, polisên taybet, dîn û ‘fatalîsmê’ xurtir dike. Ji bo bêçareseriyên xwe veşêrin, êrîşî dervêyî sînorên xwe başûr û rojavayê Kurdistanê, welatên li Derya Spî û Kafkasan dike. Her wiha zindanan roj bi roj tije dike û civatek despotîk ave dike. Dê bi serkevin an na?

Helbet erkên me yê sereke hene; yek ji wan pirsgirêka kurd e. Di vî warî de partiyên politîk yên komara tirk di hewldanên xwe de neîcidî ne, di dijminatiya kurdan de bi hev re di pêşbirgê de ne. Ev yek jî krîza aborî û politik kûrtir dike.

Ya din jî, li tenişta mafên politîk û demokratîk dê saziyên kedkaran li dijî bihabûnê xwe çawa biparêzin. Li Tirkiyeyê mûçeyê kêmtirîn yek ji rojeva sereke ye. Êdî li Tirkiyeyê tu kes nikare debara xwe bi mûçeyê kêmtirîn bike. Yên di kirê dene vêna baş dizanin, yên zarokên wan diçin dibistanê vê yekê baştir dizanin û yên bênan ji kar vedigerin nav kulfetên xwe baştirîn dizanin.

Balkêşe tu kes bi rêkûpêk li hevhatinên giştî û berzkirina mûçeyên karkeran nake. Tecrûbeyek tevgera sendîkayên navneteweyî heye; mûçeyê kêmtirîn gerek li gorî indeksê be. Ango çaxa enflasyon zêde bibe hewceye mûçeyên kêmtirîn jî pêre awqasî zêde dibe.

Çewsandin, bêkarî, hejarî, bindestî û çavsorî ne qederin… Hoyên van pirsgirêkan hene. Dema em doza demokrasiyek rasteqîn bikin, ji çareseriya kriza civakî ya îro re li hember êrîşên kapîtalîzmê, têkoşînek sivîl ya aş, kar û aştiyê ya saziyên kedkaran pêwist e.