Tuesday, September 28, 2021

Bûka mala me

Heta niha me çend bûk anîne, hemû jî weke xanima li ber mala xwe û halê xwe sekinîne, ji xwe re mal ava kirine, zarokên xwe dane xwendinê û mezin kirine. Ya herî baş jî malên xwe fireh û mezin kirine. Ji xwe re cîranên baş hilbijartine, xwe bi hemû kesan dane hezkirinê.
Lê bûka mala me ji gundê çiyayî hatî ye, ew li gundekî di nava çiyayan de mezin bûye, li wî gundê ku ew lê mezin bûye, tenê tu dikarî li ser pişta hespan an jî li ser pişta keran biçî wir. Wekî din rê û mê tune ne. Bûka me jî di nava rewşeke wisa de mezin bûye û her tim çavên wê li der û doran e, cîrantiya wê û hevalbendiya wê xweş e, devliken û bi rûmet e. Mala xwe û zarokên xwe ji hemû kesan zêdetir diparêze, weke mirîşkek li ser kurka xwe û hêkên xwe hemûyan diparêze. Ez wê tu carê biçûk û bêrûmet nabînim, ji ber ku ew wisa mezin bûye di nava gundên çiyan de. Lê niha li bajêr e, mala xwesî û xezûrê wê li bajêr e, ew bi bûkanî hat bajêr, xwişka min a mezin her tim ji me zêdetir li wê xwedî derdikeve û diparêze.
Ew bûkên hemû der û cîranan jê re hevaltiyeke baş dikin, hinek bûkên cîranan zêdetir xeybên xesiyên xwe dikin û dixwazin ew jî xeyba bike, lê tu carê guh nade gotinên wan.
Wan rojên hanê, em hemû bi dengekî tevlihev derketin ber derî, me dît bûka me bûka cîranê me avêtiye nava herqê, (ew herka avê di navbera mala me û mala cîranên me re derbas dibe) bi pêhîna lê dixe, destê xwe avêtiye koka guliyên bûka belengaz, nahêle ew jinik bersiva xwe bide.
Em bi hev re çûn hewara wan, bi destê zorê me ew ji hevûdu veqetandin, bûka cîrana me xwe avêt paş diya min, lê bûka me nasekine, em nikarin wê zeft bikin. Hema dibêje; min berdin, ez ê guliyên wê ji kokê ve rakim. Bi destê zorê me ew ji hev veqetandin, ka bêjin mesela we çî ye?
Bûka me got; Eva qûn bi erdê re nahêle zarokên min bikevin nav ava herqê, bi keviran li zarokên min xistîye, dibêje ev av a me ye, bila zarokên te nekevin nava ava me.
Hûn hemû jî dizanin ev av ji çiyan tê, ava bavê kesekî nîne, hemû kes dikare vê avê ji xwe re bikar bîne, ka bêje por gijikêêê, te ev av ji mala bavê xwe aniye ku tu nahêlî zarok bi avê bilîzin heee.
Heta danê êvarê dengê wan ji ber guhê me neçû. Dawiya dawî, me bûka xwe bi darê zorê anî malê û ji bûka cîranê me re jî behsa cîrantiyê kir, dûr û dirêj.
Piştî çend rojan bûka me û bûka cîranê me dîsa bûn hevalên hev, min qet tiştek ji wan fêm nekir. Dawiya dawî, ew ji zaroktiya xwe de hevûdu nas dikin, şerê wan gelekî kevin û dirêj e. Lê bûka me serpêhatî ye, hertim kevirê wê di bin balgiyê wê de ye….

Naveroka berêHîkayeya weremî
Naveroka ya piştî vêKevneşopiya Çanda Danûkan