spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Di komcivînê de wêneyên Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin li ser maseyan hatin bicihkirin û ji bo Poyraz deqîqeyek rê hat girtin. Pişt re Bûldan dest bi axaftina xwe kir.
Bûldan wiha got: “Êş û hêrsa me zêde ye. Cana me, hevrêya me, kedkara partiya me Denîz Poyraz bi nemerdî qetil kirin. Ji me û ji jiyana wê ew qût kirin. Êrişî hêviya gelan a ku her roj mezin dibe kirin. Em van senaryoyan pir baş dizanin. Dixwazin komkujiyan, cînayetên siyasî, zilmê, îşkence û çeteyan li ser vê axê belav bikin û bikin ku kes nikaribe li ser vê axê bijî. Armanca wan tarîkirina siberoja me ye, tepisandina hêviyên me ye. Lê tu demê bi ser neketin. Ne em û ne jî gelê me çok daneynî. Wê nikaribin çoka me deynin erdê. Tu demê hêviya azadiyê nikaribûn bitepisînin û wê nikaribin jî. Têkoşîn û berxwedanek me ya bi rûmet heye. Em li dijî faşîzmê berxwedanek bi rûmet didin. Rêya me rêya siberoja azad e.
Navê me hêviya ku radibe pêya ye. Navê me berxwedana li rûbaran e ku dibe Denîz e. Navê me Denîz Poyraz e. Soza me ji bo te heye Denîz hêja. Xeyalên te yên nîvco mane xeyalên bi milyonan însan in û helbet wê li ser vê axê pêk werin. Têkoşîn û wêrekiya te têkoşîn û wêrekiya me ye. Bi milyonan kes bi te re bû yek dil û yek ruh. Her kes bi te re bû Denîz, bi te re bû bawerî, bi te re bû biryardarî. Tu bûyî baxçeyê hêviya gelan. Tu ji me hemûyan re bûyî ronî. Tu bûyî rehbera bi milyonan. Te rêya me ronî kir. Em soz didin ku em ê di vê rêya ku te ronî kiriye de aştiyê li vî welatî pêk bînin.
Em ê destûrê nedin ku gule hêviyan biptepisînin. Wê navê te her tim li kelehên Qadîfekaleyê û di dilê me de olan bide. Tu û hevrên xwe hûnê her tim di têkoşîna me de bijîn. Em ê bêriya tebikin. Em ê qet te ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Cihê te bihûşt be.
Em vî kujerî baş nas dikin. Kujer ne bi tena serê xwe ye. Yên wî bi rêxistin dikin hene û hêzek li pişt wî heye. Profîlên van kujeran hemû dişibin hev û derdikevin pêşiya me. Profîla kujer rûyek naskirî derdixe pêşiya me.
Ev rûyê naskirî ango hevpar çi ye. Yek bi yek bêjim. Nefreta li dijî nasname, ziman, çand û baweriya gelan e. Dijminatiya kurdan e. Dijmantiya aştiyê ye. Zimanê qirkirinê yê li dijî HDP’ê ye. Zimanê tehdîtê yê kesê ku dibêje ‘hêj hûnê çi bibînin û çi bibînin’ e. Yên ku Denîz Poyraz qetil kirin bi rêxistinkirî û pilankirî ye.
Şirîkê biçûk ê îqtidarê îro rabûye li Meclîsê Denîz Poyraz hedef dide nîşandan. Zimanê xwe û yê kujer dike yek. Ez vê pir eşkere û bi zelalî dibêjim. Li ser kursî rabû dewama cînayetê anî. Ji Denîz Poyraz re got ‘terorîst’. Ji malbata wê re got ‘terorîst’. Tenê ne Denîz û malbata wê bi milyonan kesê li Tirkiyê deng dane HDP’ê hedef da nîşandan. Adeta dibêje çima hin bêtir HDP’yî nehatine kuştin.
Belkî hêj dilê şirîkê biçûk rehet nebûye. Her çiqas ‘kujer got min dilê xwe rehet kir’ jî lê şirîkê îqtidarê yê biçûk îro rabû got ‘dilê min rehet nebûye’. Şirîkê îqtidarê yê biçûk pir eşkere komkujiya li Îzmîrê ragirt ser xwe! Derî li komkujî û cînayetên nû vekir. Em bang li dozgeran dikin ku demildest li hember van gotinan bikevin tevgerê. Dozgerê ku ji bo girtina partiya me û girtina rêveber û endamên me 24 saetan li ser pêya ne bila ji bo van gotinan li tavilê wezîfeya xwe pêk bînin.”