19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Em ê siyaseta rêya sêyemîn xurt bikin

Hevseroka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna hevserokên bajaran ên partiya xwe de axivî. Bûldan destpêkê diyar kir ku ew di serdemeke girîng re derbas dibim û ew bi biryardariyeke mezin ji bo demokrasiye têdikoşin.

Hevserok Bûldan anî ziman ku  HDP ji bo demokrasiyeke xurt, edaleteke rastîn û aştiyeke adilane, hêza avaker a jiyana azad e û got ku avakirina demokrasiyeke xurt ji herêm û bajaran dest pê dike.

Bûldan di berdewam axaftina xwe de, da zanîn ku jinan û gel di 8’ê Adarê û Newrozê de bi cesaret û biryadarî îradeya xwe nîşan da.

Hevserok Bûldan diyar kir ku fikra HDP’ê li ser vê axê kok berdaye û wiha got: “HDP ji partiyeke siyasî wêdetir awayê jiyana berxwedêr e. Navê serbilindiyê ye û rêyek e. Meşa li ser vê rêyê bi rûmet e. HDP li hemberî faşîzmê serkeftina demokrasiyê û dengê xurt ê aştiyê ye.”

‘Rojeva me gel e’

Bûldan destnîşan kir ku ji ber ew cesaret û hêza gelan in, hevkarên gelê kedkar û hejar in, dibin hedef û domand: “Ew çi bikin jî em dev ji rêya xwe bernadin. Di rojeva me de demokrasiya xurt û doza edaleteke rastîn heye. Rojeva me gel e û rêya gel e. Tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê li ber hilweşandinê ye. Êrîşkariya wan ji ber tirsa wan e. Partiya me di şertên herî xerab de berxwedaneke dîrokî nîşan daye û faşîzm sekinandiye. Em vê di hilbijartinên 7’ê hezîranê, 31’ê adarê û 23’ê hezîranê de dibînin. Em ê li ser rêya xwe bin.”

‘Dem dema HDP’ê ye’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan herî dawî da zanîn ku heta ku bawerî û hêviya wan hebe, tu hêz nikare wan têk bibe û wiha got: “Li hemberî bloka dewletê em ê siyaseta rêya sêyemîn xurtir bikin û tifaqa demokrasiyê berfireh bikin. Heke zilm hebe wê li dijî zilmê têkoşîna mezin a gelên bindest jî hebe. Dîrok ne ya tirsonekan e, ya wêrekan e. Dem dema HDP’ê ye. Bihara demokrasiyê nêz e. An em ê rêyekê bibînin, an jî em ê rêyekê vebikin.”