spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Nikarin jinan asteng bikin

Meclisa Jinan a HDP’ê bi rojeva girtina HDP’ê li meclisê civiya. Beriya destpêka civîna jinan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan daxuyanî da û diyar kir ku hemû nirx bi talana desthilatdariya mêrane tên tunekirin.

Hevseroka HDP’ê Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser coşa 8’ê Adarê û pirozbahiyên Newroza 2021’ê û wiha got: “Em jin her sal 8’ê Adarê pîroz dikin. Lê her sal ev pîrozbahî xurtir derbas dibe. Me di vê 8’ê Adarê de jî, dengê xwe zêdetir bilind kir. Me qadên 8’ê Adarê bi têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên zextan mezin dibe tije kir. Ne hepsên wan ên malê, ne zindanên wan, ne kelepçeyên wan, ne gefên wan û ne jî bêhiqûqiyên wan, nekarîn jinan asteng bikin. Cardin me jinan, bi hêz û moral qadên Newrozê tije kirin. Li dijî tecrîd, faşîzm û rejîma zilamê tetikêş qadên Newrozê xemilandin. Newroza îsal Newroza jinan bû.”

Peymana Stenbolê

Pervîn Buldan der barê vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê de da zanîn ku îro şerê desthilatiyê yê herî mezin bi jinan re ye û ji bo vê yekê jî êrişî deskftiyên jinan dikin. Buldan wiha domand: “Bêguman ew jî di ferqa hêza me de ne. Ji ber vê yekê li dijî Peymana Stenbolê darbe kirin. Di nîvê şevekê de, Peymana Stenbolê fesh kirin. Peymana Stenbolê mafê jiyana hemû jinan e. Peymana Stenbolê parastina zarokan e. Lê ev mafê jiyan û parastina jin û zarok, bi biryara zilamekî ji holê hat rakirin. Bi vê biryarê teşwîqa sûcên li dijî jin û zarokan kir. Ev xespkirin û kedxwarin e. Em HDP û jin, soz didin ku em ê dest ji mafên xwe û Peymana Stenbolê bernedin. “

 Doza girtinê ya li HDP’ê

Pervîn Buldan di berdewama axaftinê de bal kişand ser girtina HDP’ê û destnîşan kir ku HDP’ê tekoşîna siyaseta jinan û cihê gotina jinan e û wiha pê de çû: “Di HDP’ê de jin bi xwe biryarên xwe digirin û xwe bi rê ve dibin. HDP di heman demê de cihê avakirina derfetên nûneriya wekhev a jinan e. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku HDP partiya jinan e. Ji ber vê wê nekarin bi girtinê me jinan rawestînin. Wê hêza wan têrê neke ku me teslîm bigirin û me ji rêya me paşve bikêşin.”

 Dayikên Şemiyê

Buldan têkildarî Dayikên Şemiyê diyar kir ku ev 26 sal in dayik hesap ji dewletê dipirsin lê tu bersiv nayê û wiha got: “Niha jî kesên divê hesap bibin, hewl didin ji Dayikên Şemiyê hesap bipirsin. Dixwazin Dayikên Şemiyê bidarizînin. Em ji vê derê dibêjin, hûn nikarin Dayikên Şemiyê bidarizînin. Wê Dayikên Şemiyê we bidarizînin. “

Emîne Şenyaşar

Pervîn Buldan qala çalakiya Emîne Şenyaşara ku bi rojane 19 roj in li ber Edliyeya Rihayê bang û daxwaza edaletê dike û ev tişt got: “Desthilatdariya faşîst li şûna ku hesab bide dayik Emîne, wê binçav dike. Weke li Dayikên Şemiyê û dayikên aştiyê kirin, li dayika Emîne jî dikin. Naxwazin dengên edaletê yên li dijî zilm, zor û derewan seh bikin. Em li vê derê cardin yek bi yek soz didin hemû dayik û jinan, em ê hesap ji vê desthilatdariya faşîst bixwazin.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di dawiya axaftinê de zanîn ku dê jin li ber xwe bidin û wiha got: “Em welatê xwe, jiyana xwe, bedena xwe û pêşeroja xwe ji hişmendiya faşîst re bernadin. Lê em ê weke her demê, bi HDP’ê re qanûna xwe ya wekhev û demokratîk bi jinan re ava bikin.”