25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bultena Çandiniyê ya meha tebaxê ya HDP’ê aşkera bû

Di salên desthilatdariya AKP’ê de daristan hatin talankirin!

Şewatên daristanên ên ku di 28’ê tîrmeha 2021’ê de dest pê kirin û du hefteyan berdewam kirin li herêmên Ege û Deryaya Spî gelek zirar dan xwezayê. Mixabin, ji giyanewerên li daristanan dijîn heta hewaya paqij, ji çavkaniyên avê heta jiyangehan gelek deverên jiyanî bi dar û berên xwe, bi hêlînên çûk û balinde û kêzik û bihokên xwe ve şewitîn.

Bi hezaran mirov, rêxistinên civaka sivîl, xebatkarên agirkujiyê, şaredarî bi dilxwazî û bi piştgirîyeke xurt hewl dan şewatên daristanan bitemirînin. Ji ber ku desthilata AKP’ê daristanan wekî qadên rantê yên ku tên pêşkêşkirin dibîne, ji bo temirandina şewatan lojîstîk û envanterên dewletê nehatine xurtkirin û yên heyî jî têrê nedikirin. Desthilata AKP’ê şewatên daristanan ancax karibû bi balafirên ku ji derve kirê kiribû bitemirîne. Piştî şewatên daristanan yên li rojavayê Tirkiyeyê bi operasyonên leşkerî yên li bajarên Kurdistanê re gelek şewat çêbûn û di van şewatan de, di nav hezaran donim erdî de û giyanewer û dar hatin tunekirin. Şewatên daristanan yên li Dêrsim, Bedlîs, Çewlig, Şirnex û Colemergê çêbûbûn ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve nehat temirandin û dema mirovên li wan herêman dijiyan xwestin şewatan bitemirînin jî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatin astengkirin. Digel ku sedema şewatên daristanan guherîna avhewayê ye jî di nav daneyên bultena me da diyar dibe ka bê desthilata AKP’ê ya ku partiya me kiriye hedef dijminekî mezin ê xwezayê ye.

Li gorî lêkolîneke Komeleya Daristanvanên Tirkiyeyê di navbera salên 1980-2020’î de nêzî 748 hezar hektar daristan radestî kes û şirketên taybet hatiye kirin. Di bîst salên dawî yên ku AKP lê bû desthilat de jî nêzî 500 hezar hektarî daristan pêşkêşî kes û şirketên taybet hatine kirin. Dîsa di heman salan de 620 hezar hektar daristan di çarçoveya zeviyên 2B de li derveyî daristanên neteweyî hatine hiştin û hatine firotin. Her ku dema behs tê ser talankirina AKP’ê ya daristanan AKP xwe paş de nade û propagandayekê dike û dibêje wan 4,5 milyar dar çandine. Lê belê darçandin bi tena serê xwe ji bo deverên daristanan çêbibin têrê nake. Dema em li daneyên ku di serdema AKP’ê de peyda bûne dinihêrin em vê yekê pir baş dibînin. Digel ku di serdema AKP’ê de ew qas dar jî hatine çandin bi tenê bi qasî 144 hezar hektarî daristan çêbûne.

Daristanên me bi ji bo deverên kanên madeyan, enerjî û turîzmê yên derveyî terxankirinên daristanan parçe parçe tên pêşkêşkirin!

  • Di serdema desthilata AKP’ê de 148 hezar hektar erdî di çarçoveya erdên 2B’yê de cih girt.
  • Li Tirkiyeyê heta sala 2012’an, erdên 2B’yê li gorî Destûra Bingehîn tenê bo gundiyên li daristanan dihat firotin, di sala 2012’an de bi qanûnsaziya AKP’ê re erdê 2B’yê êdî dikarî bifiroşî her kesî.
  • Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Daristanan di sala 2008’an de hejmara parçeyên daristanan 101 hezar bû, lê di sala 2019’an de hejmara parçeyên daristanan %56 zêde bû û derket 158’an.
  • Di sala 2008’an de li Tirkiyeyê hejmara daristanên ji 10 hektarî kêmtir 55 hezar 484 heb bû, lê ev hejmar, di sala 2019’an de derket 120 hezar 789 hebî. Daristanên di navbera 10 û 99 hektarî de jî di sala 2008’an de 33 hezar 829 heb bû û di sala 2019’an de daket 30 hezar 116 hebî.
  • Li Tirkiyeyê hejmara daristanên ji 100 hektarî mezintir di sala 2008’an de 12 hezar 577 bû, di sala 2019’an de ev hejmar daket 7 hezar 614’an. Tenê di 11 salan de hejmara parçeyên daristanan yên ji 100 hektarî mezintir ji sedî 39,5 kêm bû ye û nav daristanên me hatiye valakirin.
  • AKP’ê bi qanûneke tûrikî ya bi hejmara 7139 bi guherîna ku di Qanûna Rêkxistina Kar û Barên Avê yê Dewletê (DSİ) de kiriye ‘cihên jîwarî, cihên ku ji jîwarbûnê re guncav in, cihên ber û latan’ bi hêsanî ji wesfa daristanbûnê derrdixe û ji bo karên maden, enerjî, turîzmê terxan dike.
  • Li Tirkiyeyê hejmara qeydên şewatên daristanan yên ku ji sala 1937’an heta dawiya sala 2020’î hatine girtin 114 hezar 941 e.

  • Di nav sedemên zêdebûna rîska şewata daristanan de rewşên mîna; germbûna hewayê, peydabûna şertû mercên zuha, zêdebûna hişkesaliyê û dirêjbûna demsala şewatê cih digirin.
  • Dema şewatên daristanan dewam dikirin desthilata AKP’ê ‘Qanûna guhertina Teşwîqa Turîzmê û hin Qanûnên din’ a bi hejmara 7334 derxist û di rojnameya fermî de weşand. Bi vê qanûnê re deverên daristanan di bin navê turîzmê de dê ji bo rantên takekesî bên pêşkêşkirin.
  • Li Tirkiyeya ku bi giştî 22,7 milyon hektar daristan lê hene, di sala 2011’an de 973 maşînên temirandina şewatan hebû, di nav 10 salan de bi tenê 104 heb lê hatiye zêdekirin.
  • Li Tirkiyeyê li gorî salên berê di sala 2020’an de hema bêje du qatê wê 21 hezar hektar daristan şewitîn.
  • Salên beriya wê nêzî 8-10 hezar hektar daristan şewitîn, lê di sala 2020’î de 21 hezar hektar daristan şewitîn.
  • Di sala 2021’an de daristanên ku di navbera meha çile û tebaxê de tune bûn 177 hezar û 476 hektar yanî gihiştiye milyarek 780 milyon metrekareyê.

Ji 26’ê Tîrmehê ve şewatên ku li başûrrojavayê Tirkiyeyê derketine

  • Hejmara şewitandina daristanên ku di navbera 2008-2020’î de her sal di meha tebaxê de pêk dihatin bi giştî 59 bû lê ev hejmar 2021’an de derket 159’an.
  • Sala 2011-2020’î jî têde din av 10 salan de 26 hezar û 311 şewat li daristanan derket. Vê deme gelemperê salan e şewat wekî 2 hezar û 631 derbasî qeydan bû.
  • Tenê li Mugla û Antalyayê qadên daristanên ku şewitîn nêzî 124 hezar hektar bûn.
  • Di şewatên ku li herêma Ege û Behra Spî derketin de, li Manavgatê 30 hezar, li Bodrumê 12 hezar û 600, li Marmarîsê 8 hezar û li derdora Guzelbagê nêzî 6 hezar û 500 hektar zirarê dîtiye û hatî tespîtkirin ku qadên hatin şewitandin nêzî mezinahiya 85 hezar qada futbolê ye.
  • Li gorî rapora nirxandina 6’emîn a ku di Panela Guhertina Avhewayê ya Navbera Hikûmetan de (IPCC), gerbûna kurevî ji ber mirovan pêk hatiye. Ev pîle ji her deme bêtir zêde bûye.
  • Piraniya Gerstêrkê bi taybetî bi destê mirovan di bin bandora pêlên germahiyê de ye.

  • Li gorî rapora ku IPCC parve kir, ji bo sinorê germahiyê di 1,5 pîleyê de bê hiştin, divê welatên cîhanê, emisyonên xwe heta sala 2030’yî daxin nêvî.
  • Li gorî polîtikayên avhewayê yên heyî û daxuyaniyên piştgiriya neteweyî di sala 2100’î de li gorî halê herî baş germahiya têtexmînkirin 2,7 pîle ye.
  • Bi hevkariya Komeleya Yekîtiya Hilberinerên Çandiniya Organîk a Kapadokya (KAPTAR), Komeleya Piştevaniya Jiyana Ekolojîk a Genim, Miduriyeta Daristan û Çandiniyê ya Bajarê Kayseriyê û Şaredariya Kocasinanê ji sala 2013’an heta niha Pazara ji 100 Sed a Ekolojîk a Kocasinan a Kayseriyê li ser qada 700 dekarên 9 navçeyên Kayseriyê hatin avakirin. Li vir bi hilberîna 45 rençberên ku 30 berhem organik ên sertîfîkayî 8 salin xebatê dike.
  • Li gorî daneyên sala 2020’î, li Pazara ji sedî 100 Ekolojîk de 159.062,75 kîlo fêkî û teamên teze hat firotin. Qezenca di hilberînê de hat bi destxistin jî 722.591,50 lîra ye.
  • Li herêma (başûr rojhilatê Anatolyayê) şirketa belavkirina elektrîkê Dicle AŞ (DEDAŞ) zilm û zordariya xwe ya li dijî cotkarên herêmê berdewam dike. Li Ruhayê li dijî kesên ku DEDAŞ’ê ji ber birîna elektrîkê protesto dikirin zilm û zordarî hate kirin û rastî destwerda tund a hêzên dewletê hatin. Ji ber ku şirketa DEDAŞ’ê şirketeke hevkar û alîgirê AKP’ê ye, hikûmet rê dide ku vê zilm û zordariyê li dijî gel bike.
  • Hilberînerên findikan dibêjin buhayê ku ji bo kirîna findikan hatiye dest nîşankirin kêm e. TMO’yê ji bo findikên bi kalîte ên Giresunê her 1 kg 27 TL destnîşankiriye. Her wiha ji bo findikên bi kalîte ên Levan ê 26,5 TL destnîşan kiriye. Hilberînerê findikan dibêjin ji bo ew karibin ji findikên xwe kar bikin bi kêmanî divê kilo bi 30 tl’yî be.
  • Li Tirkiyeyê di sala 1975 an de qada mêrg û çêrê 21milyon hektar bû lê niha ew qad vegeriyaye 11 milyon hektarî.
  • Tevî ku buhayê berheman ji sedî % 100 zêde bûbû, Wezareta çandinî û Daristanê tenê serê donimê 16 tl alîkariya mazotê daye cotkaran û ew jî li gorî nirx û endeksa heyî ji alî cotkaran ve gelekî kêm tê dîtin.
  • Ofîsa berhemên Axê, (TMO) cehê ku tonê wê bi 1.750 TL ji hilberînerên herêmî dikire, lê dema ku ji derveyî welat tîne tona wê bi 2.400 TL’yî dikire.
  • Hilberînerên şîr ji ber enflasyona zêde, zêdebûna nirxê dovîzê ku bi xwe re maliyeta hilberînê zêde dike, lê tevî wê yekê buhayê kirîna şîr bi di sala 2021’ de bi 2.90 kurûşî hilberîneran dixe zirarê. Alîkariya ku diviyabû ji alî Wezareta Çandinî û Daristanê ve bihata dayîn 9 mehan dereng ketiye û hê jî nehatiye dayîn.

·      Buhayê hin berhemên demsalî

  • Buhayê hin berhemên demsalî