25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina ku bi telefonê çêbû hat qutkirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku rêberê PKK Abdullah Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtîn piştî demeke kin hatiye qutkirin. Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

“Dozgeriyê, ji bo ku mafên xwe yên hevdîtina bi telefonê bi kar bînin, gazî malbatên muwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş, kir. Hevdîtina ku birêz Ocalan bi birayê xwe re dikir piştî demeke kin hat qutkirin û hevdîtin bi dawî bûye. Hevdîtina birêz Hamîlî Yildirim jî pir kin qewimîye, lê  hat  diyarkirin ku birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ji bo ku şertên tecrîdê protesto bikin derneketine hevdîtinê.

Îro me agahiyeke durist û teqez der barî tenduristiya birêz Ocalan de wernegirt. Daxwaza me ya hevdîtina bi lezgînî ya bi birêz Ocalan re hêj berdewam e. Lewra birêz Ocalan jî di dawiya hevdîtina xwe de diyar kir ku ew jî bicihneanîna daxwaza hevdîtinê qebûl nake û ev rewş dijî hiqûqê ye. Piştî vê hevdîtin hatiye qutkirin. Em van geşedanan bi raya giştî re parve dikin û bang li rayedaran dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û berpirsiyarê werbigirin.”