20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li AYM’ê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê de û 9 meh in agahî ji wan nayê girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Li gorî Ajansa Mezopotamya (MA) parêzeran, di 24’ê kanûnê de bi daxwaza tedbîrê serî li AYM’ê dan. Parêzeran di serlêdanê de bal kişandin ser hevdîtina dawî ya Ocalan ku di 25’ê Adarê de bi telefonê kiriye û gotin: “Ji wê rojê heya niha 9 meh derbas bûne. Em bi tu awayî agahî ji muwekîlên xwe nagirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî fîzîkî, telefon an jî nameyan me tu pêwendî çênekiriye. Lewma serî li dadgeriya înfazê hatiye dayîn. Dadgeriya înfazê diyar kir ku ji ber cezayê dîsîplînê heye hevdîtina bi malbatê re nayê kirin û ji ber ku 6 mehan sînordarkirina hevdîtinê heye hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin.

Parêzeran di berdewamiya serlêdanê de daxwazên xwe wiha anîn ziman: “Jiyana girtiyan ên ku ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji wan nayê girtin. Bi awayekî potansiyel di xetereyê de ye. Li gel temenê wan ê mezin û rewşa tenduristiya wan, îzolasyona mûtleq a dûr û dirêj yekparebûna wan a ruhî û fizîkî tehdîd dike. Nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê û rêyên serlêdanê yên kartêker, xetereyê mezintir dike. Ji bo ev zirara binpêkirina xala 17’an a Qanûna Bingehîn (qedexeya îşkenceyê) bi adwî bibe, ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin, em doza biryara tedbîrê dikin a ku di xala 73’yan a rêziknameya navxweyî de hatiye diyarkirin.”