23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûyerên piştî hîn hevdîtinan

Nivîskarê Rojnameya Welat Ercan Sezgîn bi sernavê “Bûyerên piştî hevdîtinan “ bal kişand ser bûyerên li başûrê Kurdistanê û Iraqê pêş ketin. Sezgîn, da zanîn ku serokê Iraqê Mûstafa Kazimî û dewleta Tirkiyeyê 2 sal in di nav konseptekê de polîtîkayên xwe li hember PKK û gelê kurd dimeşînin.

Nivîsa Ercan Sezgîn a Rojnameya Welat wiha ye:

Di 16’ê tebaxê de beriya ku serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî Şingalê ziyeret bike dewleta tirk êrîşî seyareya ku fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî Îsa Xwedêda tê de bû, kir. Di êrîşê de Seîd Hesen û biraziyê xwe şehîd bûn. Piştî ku Kazimî Şingal ziyaret kir û vegeriya, dewleta tirk carek din bi awayek hovane vê carê êrîşê nexweşxaneyê kir. Di vê êrîşê de jî 8 kes jiyana xwe ji dest dan. Piştî van êrîşan Mûstafa Kazimî li Baxdayê daxuyanî da û got divê Peymana Şingalê were bicihanîn. Ev jî tê vê wateyê ku haya Mûstafa Kazimî ji van êrîşan hebû. Êdî bi awayek aşkera ye ku Mûstafa Kazimî di nav planên dewleta tirk de cih digire.

2 rojan piştî van êrîşan di 19’ê tebaxê de di navbera Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Înad û Wezîrê Parastina Tirk Hulusî Akar de hevdîtinek pêk hat. Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Înad da xuyakirin ku wan di hîn mijarên leşkerî û ewlehî de li hev kirine. Piştî civîna herdu wezîran li Bexdayê panelek  hat lidarxistin. Di vê panelê de mijar ewlehî û parastina Iraqê bû. Beşdarvanên vê panelê serokê berevaniya Iraqê Cuma Înad, wezîrê karê hundir ên Iraqê Osman El Xanimî, musteşarê ewlehiya Iraqê Kasim El Araci, serokê saziya dij terorê Ebdulwehab Es-Sandi û cîgerê wezareta pêşmergeyan Cabbar Yaver bûn. Di civînê de Cabbar Yaver şerê di navbera PKK û dewleta tirk de anî rojevê û got ev şer çiqas diçe mezin dibe û serweriya Iraqê ji holê radike. Wezîrê berevanîyê Cuma Înad ku hêz jî hevdîtinan Hulusî Akar girtibû, mafê axaftinê girt û bi awayek tund got divê ew PKK’ê ji axa Iraqê derxînin.

Piştî van civîn û hevdîtinan di 31’ê tebaxê de li Zaxoyê kampa ku şingalî lê dimînin teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ev teqîn, teqînek pir bi guman bû ku piştî daxuyaniya Macron ji bo şengaliyan dabû, pêk hat. Di 3’ê îlonê de dewleta tirk hem êrîşê Kampa Maxmûrê kir hem jî li Şengalê gundê Barê êrîşê asayîşa Êzîdxanê kir. Dewleta tirk bi van êrîşan hem ser binkeftiyen xwe yên li Zap, Avaşîn û Metînayê digire him jî gef, şantajan li ser şengalî û maxmûriyan dike.

Di 5’e îlonê de balyozê Iraqê yê tirk Alî Riza Guney û şêwirmendiyê ewlehiya Iraqê Kasim El Araci hevdîtinek pêk anî. Alî Riza Guney di daxuyaniya xwe de got ku wan li ser mijarên di rojevê de nîqaş kirine. Mijara di rojeva wan de jî diyar e ku Şengal, Maxmûr û PKK ye. Dîsa da xuyakirin ku dê serokkomarê tirk Erdogan di rojên pêş de Iraqê ziyaret bike. Ev ziyaret demek dirêj e di rojevê de ye. Dixwest tev li konferansa ku li Bexdayê hatibû lidarxistin bibe. Lê paşê Mevlut Çavuşoglu tev lê bû û di civînê de li herî paş cih girtibû.

Dema mirov van bûyeran tevahî tîne cem hev mirov dibîne ku serokê Iraqê Mûstafa Kazimî û dewleta tirk ev 2 sal in di nav konseptekê de polîtîkayên xwe li hember PKK û gelê kurd dimeşînin. Ji ber vê yekê jî hilbijartinên Iraqê dê demek nû li Iraqê bide destpêkirin. Eger Mûstafa Kazimî carek din bibe Serokwezîrê Iraqê dê ev polîtîka bi awayek pir kûr bidomin. Her çiqas dibêje ez nabim namzet jî lê ji bo ku bibe gelek gav û hevdîtinan pêk tîne.