spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerê rojiya mirinê Mûstafa Koçak jiyana xwe ji dest da

Çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê de piştî Endama Grûp Yorûmê Hêlîn Bolek, Mûstafa Koçak jî jiyana xwe ji dest da. Ji ber îfadeyên şahidekî nepen cezayê muebeta giran lê Koçak hatibû birîn. Koçak, li dijî vî cezayê neheq bi daxwaza darizandina adîlane sala borî ketibû greva birçîbûnê û û di roja 90’emîn de greva xwe ya birçibûnê wergerandibû rojiya mirinê.

Koçak, li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Kiriklarê, di roja 297’emîn a rojiya xwe ya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Koçak, rojek berî mirina xwe bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû û ragihandibû ku bêhna wî diçikê û nêzane kut ê çi sere wî. Piştî vê hevdîtinê bi çend saetan Koçak jiyana xwe ji dest da. Malbata Koçak cenazeye kurê xwe ji Îzmîrê girt û bir li navçeya Esenyûrtê Stenbolê defin kir.

Partiyên siyasî bigire heta rêxistinên sivîl gelek sazî û dezgehan têkildarî mirina Koçak daxuyanî dan û ji ber nebersivandina daxwaza Koçak bertek nîşanî hikûmetê da. Sazî û dezgehan , destnîşan kir ku sebebê mirina Koçak hikûmeta AKP’ê ye û bang kirin ku herkes li dijî siyaseta mirinê ya ji hêla hikûmetê ve tên meşandin derkeve.