25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên Sêmalkayê: PDK li dijî doza kurdî ye

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê bang li PDK’ê kir ku cenazeyên HPG’îyên li Xelîfanê jiyana xwe ji dest dane radest bikin û anîn ziman ku PDK li dijî doza kurdî ye.

Malbatên şehîdan, dayikên aştiyê û şêniyên Rojava li deriyê Sêmalka çalakiya xwe dewam dikin. Malbat ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dixwazin ku cenazeyên zarokên wan radestî wan bikin Şêniyên Çilaxa xwepêşandana xwe bi dawî kir û şêniyên Girkê Legê dest bi xwepêşandanê kir. Meclisa navçeyê Çilaxa daxuyaniyek da. Hevserokê meclisa bajarokê Abîra yê Çilaxayê daxuyanî xwend.Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û gefên domdar ên li dijî Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku rê li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê bigirin. Di daxuyaniyê de bang li partî û gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku zext li PDK’ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radest bike.

Piştî daxuyaniyê şênî ber bi dergeha Sêmalkayê ve çûn û dirûşmên “Ji xiyanetê re na”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimire xiyaneta PDK’ê” berz kirin.

Dergehê saziyên edaleta civakî yên herêma Cizîrê jî daxuyaniyek da û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Refîq Cemîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em banga ji civaka navneteweyî re dubare dikin ku komîteyeyên lêkolînê ava bike da ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG`ê li Başûrê Kurdistanê, komîteyekê ava bike. Em bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dikin ku komîteyeke lêkolînê bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku lêpirsînê bike.”