20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya bêîteatiya sivîl: Nobeda edaletê

Xidir Xelîl Brahîm

Mirovên aqilbiçûk û tima ji ber çavnebarî, zewq, koletiya nefsê û xezeba îqtîdarê ewilî li ser xwezayê serdestî kirin. Piştî demekê êdî serdestî li ser civakê kirine. Wan hêz û mirovan ji ber tima û îqtîdarê, xwestin her tiştî têxin xizmet û kontrola xwe. Ji bo vê yekê hertim ketin pey fen û fûtan. Hertim serî li hîlekarî, fêlbazî, qurnazî û zordestiyê dan. Xwestin li ser ên din serweriyê bikin. Hertim xwestin bi sedan, hezaran û milyonan mirov di xizmeta wan de ji bo wan bijîn. Îro ji ber hemû navendên sermayeyê xistine destê xwe û dewlet jî dane pişta xwe, bi milyonan mirovan betal dihêlin û piştre li gorî daxwaz û pîvanên xwe kar didin wan. Li gorî daxwaz û pîvanên xwe mirovan ji kar davêjin. Hertim wan bi birçîbûnê terbiye dikin. Dema kêfa wan dixwaze jî digirin û qetil dikin.

Di dîrokê de piştî kom û hêzên serdest di nava civakê de pêş ketin, her dem li dijî van hêz û koman berxwedanek jî pêş ket. Hêzên serdest û kedxwar hertim xwe spartin hêza dewletê. Hêzên bindest û mafê wan tê xwarin jî hertim xwe spartin civakê. Di dîrokê de her ku zilm û serdestî pêş ketiye, li dijî vê yekê berxwedan û serhildan jî pêş ketiye. Yek ji van çalakiyên serîhildanê, çalakiya Bêîteatiya Sivîl e. Bêîteatiya sivîl îro li Pira Deriyê Sêmalka û Edliyeya Rihayê di pêşengiya dayikan de berdewam dike.

Bêîteatiya Sivîl, yek ji çalakiyên bêtundî û bêçek e. Her çend ne li gorî zagonan û qanûnan be jî rewa ye. Ji bo parastina mafê aliyekî ye. Esasê vê çalakiyê dijderketina zagon û qanûnan e. Serîrakirina li dijî îqtîdar û desthilatdaran e. Li dijî pîvan û qaydeyê dewletê ye. Hin caran bi girseyî, hin caran takekesî ye.
Ku mirov li dîrokê dinêre, gelek çalakiyên bêtundî û bêxwîn ên li dijî serdestan derdikevin hemberî me. Çend bûyerên serhildana bêîteatiya sivîl ên mohra xwe li dîrokê dane nîşan didin ku dema girse bi rêxistin û bawerî be teqez encamê distîne. Li gorî çavkanî û belgeyan Henry Thoreu yê li bajaroka Concorde ji dayik dibe, di sala 1946’an de li dijî “Baca seriyan” derdikeve. Ji bo ku bacê nede raziye şevekê bê girtin û li girtîgehê bimîne. Ji ber ku Henry Thoreu bawer dike ku dewlet bi bacan dibe dewlet û bi van bacan serdestiyê li welatiyan dike. Bi vê girtina xwe dixwaze li dijî pergala koletiyê derkeve.
Bi vî şiklî yekem car li dijî pergal û zagonên dewletê serî rakir û daxwazên dewletê qebûl nekir.
Dewlet hertim dixwaze bi milyonan mirovan bike koleyê xwe û di xizmeta xwe de bikar bîne. Ji bo ku wan bi hêsanî bêdeng û bêîrade bihêle jî li gorî berjewendiyên dewletê zagonan ava dike. Van zagonan jî pîroz dide nîşandan. Hewl dide bi zagonan rê li pêş çalakiyên dijberî xwe bigire.
Di dirokê de kesayetiyên navdar ên wekî Leyla Guven bi çalakiya greva birçêbûnê, Ayşe Gokkan bi rûniştina li ser sînor, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmuş bi rojiyên mirinê, nivîskarê amerîkî Henry David Thoreau, Mahatma Gandhî bi meşa li dijî baca xwê, Rosa Parks, Paul Lafargue, Martin Luther King, Dalai Lama û Lev Nikolayeviç Tolstoy bi çalakiyên xwe yên Bêîteatiya sivîl encam girtine û bi ser ketine. Bi çalakiyên xwe li dijî siyaseta rêveberiyên dewletê derketine û bi ser ketine. Çalakiyên Bêîteatiya Sivîl bi navekî din çalakiya bêtundî. Hertim dixwaze bi rêya aştî, diyalog û bêtundiyê daxwazên xwe çareser bike.

Di van çalakiyan de welatiyên ku di nava kargerî (fabrîqe), pergal û dewletekê de mafê wan têne binpêkirin, ji bo mafê xwe bi dest bixe, serî li rê û rêbazên berxwedana bêtundî dide. Her çend çalakî û berxwedan ne li gorî hiqûq û zagonên dewletê be jî rewa û mafdar e. Ev çalakî ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Aşkera tê kirin. Azad fikrên xwe tînin ziman. Heta ku daxwazên wan pêk tê di çalakiyên xwe de israr dikin. Taybetmendiyên vê çalakiyê li dijî hiqûq û zagonê ye. Li dijî pergal û dewletê ye. Rewa ye. Bêtundî ye. Ji raya giştî re vekirî ye. Gelek cure û şêwazên van çalakiyan hene. Hin şêwazên sereke ev in: Çalakiyên rûniştinê yên li qadên ku ji raya giştî re vekirî ne, girtina rê, dirêjkirina li erdê ya li qadên navendî, dagirkirina saziyan, kampanyayên îmzeyan, çalakiyên birçîbûna grevê, çalakiyên rojiya mirinê, rûniştina li ser sînor û hwd.

Li gorî qotara Erica Chenoweth û Maria J. Stephan çalakiyên bêîteatiya sivîl ji sedî 53 bi ser ketine. Çalakiyên bi tundiyê jî ji sedî 26 bi ser ketine.
Niha Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar ji ber ku zilm li wan hatiye kirin û 3 kes ji wan hatine kuştin 252 rojin ji bo “Edaletê” nobeda edaletê digirin. Dayik li Pira Deriyê Sêmalka li dijî PDK’ê zêdeyî mehekê ne kon vedane. Her ku diçe serdanên çalakiyê zêde dibin. Her ku diçe xwedîderketina li çalakiyê zêde dibe. Lê tişta balkêş Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku ji bo “Edaletê” 420 kilometre ji Enqereyê meşiyabû Stenbolê, lê vê çalakiya dayik Emîne Şenyaşar nabîne. Eger em bawer dikin ku em mafdar in û çalakiya me rewa ye, wê demê divê her kurd berê xwe bidin Ruha û Sêmalkayê.