24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 843’an de didome

Dayikên Şemiyê ev 843 hefte ne çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta windahiyên xwe didomînin. Dayikên Şemiyê ji ber rewşa pandemiyê çalakiya xwe bi awayekî onlayn li dar dixin. Di hefteya 843’an de dayikan aqûbeta, Cemîl Kirbayir ku di 13’ê îlona 1980’î de li Qersê hatibû binçavkirin û di binaçavan de hatibû windakirin, pirsîn û xwestin faîl bên cezakirin.

Dema dozê tim dibuhire 

Kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir da zanîn ku 843 hefte ye ew wek xizmên windayan îtîraz û daxwazên xwe ji rayedarên dewletê re radigihînin û ji bo birayê wî Cemîl her çiqas lêpirsîn hat destpêkirin jî bi biryara Dadgeha Bilind bi dembihûriyê re rûbirû hat hiştin.

Di çalakiyê de kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir  diyar kir ku ev 843 hefte ne ew îtiraz û daxwazên xwe ji rayedarên dewletê re radigihînin lê hemû lêpirsînên ku tên destpêkirin bi biryara Dadgeha Bilind her tim wekî dozeke demborî tê paştguhkirin. Her wiha berî dosyeya me bigihêje darazê hat girtin.

Kirbayir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser nerazîbûna xwe û wiha got: “Ez îsyan dikim. Dewlet ji jiyana mirovên xwe berpirsiyar e. Dema dewlet jî welatiyê xwe qetil bike nikare dosyeya dozê bi demborîbûnê re rû bi rû bihêle. Ev hovîtiyek e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Hûn her çiqas dosyeyê bigirin jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Em ê tim li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.”

 Kirbayir bi îşkenceyan hat kuştin

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û parêzera dozê Eren Keskîn jî bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya windakirina di binçavan de û got ku Erdogan ji bo dosyeya Cemîl Kirbayir soz dabû Dayika Berfo lê bi tu awayî edalet pêk nehat.

Çetîn Soykan ê endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê yê wê serdemê bû diyar kir ku wan lêkolînên girîng kirine û ji kuştinên kujernediyar derkevin holê û ev mesele ronî bibe wan gelek rapor amade kirine. Soykan ji bo Cemîl Kirbayir wiha got: “Me di lêkolînên xwe de tespît kiriye ku Cemîl Kirbayir di bin çavan de bi îşkenceyan hatiye qetilkirin. Erka meclisê ye ku kujeran derxin holê û windayan bibînin.”

 Soza hat dayîn derew derket

Ev 41 sal in Cemîl Kirbayir di bin çavan de hatiye windakirin. Di 5’ê sibata 2011’an de serokwezîrê wê demê Erdogan bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kiribû û di hevdîtinê de soz dabû Dayika Berfo ku dê Cemîl kirbayir bibînin. Lê ev 10 sal in Erdogan soza xwe pêk neaniye û Dayika Berfo bi vê hesretê di 105 saliya xwe de ji vê dinê xatir xwest. Lê wê digot heta hûn hestiyê Cemîlê min nebînin min defin nekin.

Xizmên windayan destnîşan kirin ku ew çi dibe bila bibe ew ê dev ji mîrasa têkoşîn û edaletê ya Dayika Berfo bernedin.