spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya hilberînerên titûnê belav dibe

Wezareta Çandinî û Daristanê, ji bo titûnfiroşan qanûneke nû derxist. Li gorî vê qanûnê kesên ku “belgeya karbidestiyê” ji Wezareta Çandinî û Daristanê negirin, nikarin titûnê bifiroşin. Kesên bêyî “belgeya karbidestiyê” bazirganiyê bikin, dê ji 3 salan heya 6 salan ceza li wanê bê birîn. Têkildarî mijarê di 30’ê hezîranê de Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, çûbû serdana esnafên li Çarşiya Titûnfiroşan a li navenda Semsûrê ku ji ber vê qanûnê mexdûr dibin.

Bi hezaran tûtinfiroş ketin çalakiyê

Ji 1’ê tîrmehê ve firoşkarên titûnê nikarin titûnê bifiroşin û karê wan li wan hatiye qedexekirin. Di 2’ê tirmehê de cotkarên titûnê bertek nîşanî vê sepanê dan. Bi hezaran cotkarên titûnê li navçeya Çêlikan a Semsûrê û navenda wê û navçeya Doganşehîr a Meletiyê rê girtin  û bertekên xwe anîn ziman.

Li Kolikê çalakî

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî bazirganiya titûnê mezin dibin. Piştî Meletî û Semsûrê di 3’ê tîrmehê de li navçeya Kolikê ya girêdayî  Semsûrê bi hezaran hilberînerên titûnê hatin gelhev û qedexeya li dijî xwe şermezar kirin. Hilberîneran rêya bejahiyê ya Semsûr û Kolikê ji trafîkê re girtin. Hilberîneran di rêya ku girtin de bi dahol û zirneyê govend gerandin. Xebatên Waliyê Semsûrê Mahmût Çûhadar ên qanihkirinê yên li dijî çalakiyên şermezarkirinê tu encam negirtin.

Çalakî didome

Piştî Meletî û Semsûrê li Amedê jî hilberînerên titûnê, li dijî belgeya rayeyê ya ku hikûmetê ji bo firotina titûnê derxist dest bi çalakiyê kirin. Hilberînerên titûnê yên navçeyên Karaz û Licê, li ser rêya Amed û Çewlikê hev kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Hilberîneran rêya di navbera Amed û Çewlikê de bi barîqatan girtin. Li ser vê yekê wesayît di rê de li pey hev rêz bûn. Di çalakiya ku nêzî 40 hilberîner tev lê bûn de komê dûrişmeyên “dest nede titûnê berz kirin.

Piştî esnafên tutînê dest bi çalakiyê kirin, gelek polis û cemdirme bi wesayîtên zirxî hatin cihê çalakiyê. Çalakiya îro saet ji 12.00’an dest pê kir heta saet 14.0’an berdewam kir.