19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya li Sêmalkayê 99 roj li pey xwe hiştin

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, di roja 99’an de berdewam dike. Heya niha PDK’ê bersiva bangên malbatên şehîdan nedaye.

Di demekê ku gel li bende ye PDK’ê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, PDK’ê di navîna kanûna borî de deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin. Şênî diyar dikin ku ev gav hewldaneke ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ku bi fermanên dewleta tirk a dagirker de tê kirin.

Endamên meclisên bajarokên Girzîro, Birûc, Xane Serî û Girê Şêra yên girêdayî herêma Koçeratê herikîn bin konê çalakiyê.

Piştî ku endamên meclisên bajarokên herêma Koçeratê gihaştin bin kon şêniyên navçeya Amûdê çalakî ji wan dewr girtin.

Di bin kon de bi navê meclisên bajarokê Topiz û Çaxir Bazar ê girêdayê navçeya Amûdê Meha Zoro axivî û wiha got: “Em hatine bin konê rûmetê da ku piştgiriyê bidin çalakgerên li deriyê sînor ê Sêmalkayê û  der barê xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan de dengê xwe bighînin raya giştî.”

Meha Zoro îşaret bi dîroka PDK’ê kir û wiha domand: “Dîroka PDK’ê bi xiyanetê dagirtî ye, ji şehadeta Bêrîtan bigire, heta komkujiya li Xelîfanê û tevkariya bi faşîzma dewleta tirk re.”

Meha Zoro her wiha bang li dayikên şehîdan ên li başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin dayikên şehîdan ên daxwaza cenazeyê zarokên xwe dikin.

Meha Zoro diyar kir ku çalakiya li Sêmalkayê wê dewam bike heta ku cenazeyên şehîdan werin radestkirin.