23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya malbatan a Nobeda Edaletê li gel sir û sermayê didome

Nobedên Edaletê li Wan, Amed, Riha, Dersim û Sêmalka  berdewam dikin. Malbat ji bo mafê xwe yê edaletê bi dest bixin, li gel sir û sermaya dijwar a di bin berfê de ji bo edaletê têdikoşin.

Di bin sir û seqemê de çalakî

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, ji 5`ê cotmeha 2021’an ve malbatan li pêşiya dergeha Sêmalkayê kon vedan û ji wê demê ve pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diçin bin kon û daxwaza wergirtina cenazeyan dikin. Li gel sir û sermayê malbatên şervanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane, Dayikên Aştiyê, gelê Rojava û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya dergeha Sêmalkayê, banga wergirtina cenazeyan kir. Îro Fedrasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da dergeha Sêmalkayê ya sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de. Şêniyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa pêşwaziya Fedrasyona Gaziyên Şer kirin û sloganên “Na ji îxaneta PDK`ê” re berz kirin. Endamê Rêveberiya Fedrasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Îbrahîm Bizêm axivî û got: “Em kiryarên PDK`ê yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina gerîlayên li herêma Xelîfanê şermezar dikin.”

Îbrahîm Bizêm bal kişand ser kiryarên PDK`ê û wiha dewam kir: “Ev kiryar nikarin israr û vîna pêkhateyên herêmê têk bibin, em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdên xwe li ber xwe bidin û li dijî dijminê gelê xwe jî heta kêliya dawî têbikoşin.”

Roja têkoşînê ya 317’an di bin berfê de berdewam kirin

Malbata Şenyaşar a ku ji 9’ê adara 2021’ê de li edaletê digerin, di roja 317’an de çalakiya Nobeta Edaletê di bin berfê de berdewam kir. Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn. Di êrîşê de bav û 2 kur kuştibûn. Malbata Şenyaşar ku her roj diçin pêş edliyê îro jî di bin berfê de çalakiya xwe berdewam kirin û 317 roj li pey xwe hiştin.

Malbata Şenyaşar anî ziman ku çalakiya xwe di bin Zulimê de berdewam dike û çalakiya wan a piroz di roja 317’emîn de berdewam kir. Malbata Şenyaşar li ser serfê “317 roj’ nivîsî. Lê polîsên hatin cihê bûyere jî bi hinceta “Li dîwarê cemaweriyê nivîs nivîsandin qedexe ye” nivîsa li ser diwar jêbirin.  

Malbatên girtiyan li Amedê 65 rojin li edaletê digerin

Malbatên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelas bûye û nayên berdan serbest bêne berdan, çalakiya Nobeda Edaletê ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di 65’an de berdewam kirin. Malbatan li gel berfa zêde ya ku rê li trafîkê girt jî dîsa çûn Baroya Amedê û nobeta xwe berdewam kirin.
Xezal Yildirim a ku kurê wê Mehmet Yildirim li Girtîgeha Bafra ya Samsûnê girtî ye, qala axaftina kurê xwe ya bi telefonê kir û got: “Li girtîgeha Bafra girtiyekî ku li cem kurê mine, li gel cezayê wî xilas bûye jî nayê berdan. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin êdî zarokên me bêne berdan. Li gel vê berfê ez bi meş hatim vir. Heta girtî bêne berdan em ê nobeta xwe berdewam bikin.”

Malbatên Wanê 40 roj in li ber xwe didin

Li Wanê jî malbat bi heman armancê çalakiya Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê berhdewam dikin. Malbatan 40 roj li pey xwe hişt û bi biryarin heta encamê bistînin çalakiya xwe berdewam bikin. Heta niha gelek rêxistinên civakî û sivîl serdana malbatan kir û piştgirî dan malbatan. Li Wan û Amedê çalakiyên malbatan berdewam dike.

Malbata Doku di bin berfê de çalakiya xwe domandin

Malbata Gulistan Doku, ji bo aqûbeta keça xwe Gulistan Doku fêr bibin û edaletê bixwazin çalakiya xwe ya Dêrsimê di bin berfê de berdewam kirin. Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de winda bû û ji wê demê heta niha agahî jê nayê girtin. Malbata Doku ji bo aqûbeta keça xwe 19 rojin li pêş Edliyeya Dersimê çalakiya xwe berdewam dike.

Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê serdana malbata Doku kir û piştgirî dan malbatê.