spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştgirî her roj zêdetir dibe

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’î de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in didome û ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Koma 12’emîn çalakî dewr girt û çalakî dikeve meha 3’emîn.

Li kampa Mexmûrê ya li başûrê Kurdistanê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê kanûna 2020’î de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û didome. Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin û nêzî mehekê ye didome.

Li aliyê din, piştgiriyên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê zêde dibin. Hefteya borî li gelek bajaran meş û çalakiyên piştiriyê hatin lidarxistin. DBP’a Amedê, der barê çalakiya greva birçîbûnê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê bi rêya diyalogê bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin, bang li rayedaran kir.

Li Stenbolê meşa ciwanan

Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan didome, meşek li dar xist. Meş li semta Okmeydani ya girêdayî navçeya Şîşlî hat lidarxistin. Endamên Meclisa Ciwanan û rêveberên HDP’a Navçeya Şîşliyê tev li meşê bûn. Di meşê de bênavber dirûşma; “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.

Li gelek navendan çalakî

Li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê, çalakiyeke girseyî hat lidarxistin û polîsan êrîşî çalakiyê kir. Di encama êrîşa polîsan de 8 kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyê serbest hatin berdan.

HDP’a navçeya Hezex a Şirnexê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin, mirin ne çareserî ye” hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê yên navçeyê û xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn.

HDP’ê li Dêrsimê ji bo piştgriyê bidin greva birçîbûnê û tecrîdê şermezar bikin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de beşdaran pankarta “Bila daxwaz bên qebûlkirin, çalakiya grevê bê bidawîkirin” vekirin. Polîsan êrîşî çalakgeran kir û pankart desteser kirin. Li ser êrîşa polîsan HDP’î vegeriyan avahiya xwe. Polîsên ku têketin û derketina kolana Hunerê ji bo demekê girtin, piştre ji qadê vekişiyan.

Birayê Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê, Umît Goksû diyar kir ku tecrîd derveyî mirovahiyê ye û xwest ku daxwazên girtiyan demildest bi cih bên.

Serokwekîlê koma HDP’ê Sarûhan Olûç li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de ne nirxand. Sarûhan Olûç diyar kir ku daxwazên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdê ketine greva birçîbûnê daxwazin demokratîk û mirovî ne û bicihanîna van daxwazan ne zehmet e.

Tecrîd tunehesibandina kurdan e

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acara Başaran li Navenda Giştî ya Partiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Başaran bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê îşkenceyê û tunehesibandina kurdan. Girtî dibêjin; dawî li polîtîkayên êrîşkar ên li ser kurdan bînin, tecrîdê rakin. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye jî, daxwaza gelê kurd in.”

Ev çalakî hişyarî ye

Cîgirê hevserokê giştî yê HDP’ê Tayîp Temel têkildarî grevên birçîbûnê û tecrîdê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û wiha got:  “Desthilat mirovan terkî mirinê dike. Em nikarin li dijî vê yekê bêdeng bibin û nikarin temaşe bikin. Me  komîsyona şopandina grevê ava kir. Ev komîsyon ji plana çalakiyên lezngîn pêk tê. Em çalakiya girtiyan a dorveger û bêdem wekî hişyariyê digirin dest. Eger ev çalakî bibe çalakiya bêdem û bêdorveger, di şertên şewba vîrûsê de dê encamên pir xerab bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê em dixwazin deng û daxwazên girtiyan bê bihîstin. Divê hikûmet û dewlet guh bide daxwazên girtiyan û gavan bavêje. Lê em dibînin hikûmet gavan navêje. Em nikarin li dijî vê helwestê bêdeng bimînin.”