20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cambridgeyê bi navê ‘The Kurds’ berhemek çap kir

Weşanên Zanîngeha Cambridgeyê girêdayî xebatên xwe yên lêkolînî yên der barê Rojhilata Navîn de berhemeke nû çap kir. Ev berhem wekî çavkaniyeke sereke li ser dîroka kurdan hatiye amadekirin. Berhema ku ji aliyê pisporên qada xwe ve hatiye amadekirin, dîroka kurdan ji aliyê civakî, polîtîk û aborî û gelek biwarên dîtir ve, ji sedsala 15’an heta destpêka sedsala 21’ê kiriye dabaşa lêkolînê. Her wiha di berhemê de li ser babetên girîng ên der barê kurdan, Kurdistan û heta zimanê kurdî de jî nivîsên berfireh cih digirin.

Berhem ji bo kurdan û ji bo lêkolînên Rojhilata Navîn wekî pêdiviyeke bivê nevê hatiye ristin û li ser vê yekê berhem dê li ser gelek babetan bergeheke nû pêşkêşî xwendevanên xwe bike. Berhem bi edîtoriya Hamît Bozarslan, Cengîz Guneş û Velî Yadirgi ve hatiye amadekirin û di bin banê hin sernavan de gelek gotar hatine pêşkêşkirin.

Akademîsyenên kurd û biyanî yên wekî M. Malmîsanij, Kemal Suleymanî, Haşîm Ahmedzade, Adnan Çelîk, Engîn Sustam, Mesut Yegen, Xana Omarxalî, Farangîs Qadirî, Massoud Sharifi Dryaz, Michiel Leezenberg, Jordi Tejel, Philip G. Kreyenbroek, Isabel Käser hwd. bi gotar û lêkolînên xwe xebatê berfirehtir kirine.

Mijarên sereke yên ku di berhemê de cih girtine ev in:

Berzbûn û berzebûna mîrektiyên kurdan (di navbera sedsala 15-19’an de),  

Mîrektiyên di navbeyna Osmanî û Îraniyan de mane (sedsala 16-19’an)

Dawîlêhatina Xweseriyê: Rûxandina mîrektiyên kurdan di nav împaratoriya Osmanî de

Bizava kurdan û bidawîbûna împeratoriya Osmanî,

Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’î de vegêranên dînî yên gelê kurd

 Aboriya polîtîk a Kurdistanê: Ji pêşketinê heta pêşketinê

Di neqeba şeran de kurd û neteweperweriya kurdan

Ji serokeşîran heta aktîvîstên marksîst: Kurdistan ji 1946’an heta 1975’an

Di salên 1970’yî de li Rojhilata Navîn siyaseta kurdî

Heyamên tarî: Kurdistan di nav gêr û kêşeya Rojhilata Navîn de

Di sedsala nû de kurd: Bendewarî û dijwarî

Li Tirkiyeyê neteweperweriya kurdî: 1898-2018

Çima li Tirkiyeyê xweserî ji bo kurdan pêk nehat

Herêma Kurdistanê li Iraqê: 1991-2018

Protestoyên kolanan û muxalefet li herêma Kurdistanê

Kêmanî, dewlet û milet: Li Îrana piştî şoreşê civaka kurd

Li Sûriyeyê pirsa kurdan: 1946-2019

Êzidiyên li Yekitiya Sovyetê

Li Kurdistanê dîn

Ji destpêka komarê heta îro li bakurê Kurdistanê dîn û siyaset

Di cîhana modern de kêmaniyên dînî yên “kurdan”

Elewiyên kurd: Şopdarên Rêya Heqiyê

Eşîr û rolên wan ên ku di nav siyaset û civaka kurd de guherîne

Dîroka zimanê kurdî û pêşketina edebiyata kurdî

Kurdiya navendî dîrokçe û geşedana Edebî Cafer Şêxûlîslamî

Zaravayê kurdî yê kirmanckî û kêşeyên rasthatî

Ji helbestvanên gerok heta romannivîsên bêdewlet: Destpêkeke kurt ji bo dîroka edebiyata kurdî

Dîrokeke helbesta kurdî

Dîrokeke şanoya kurdî

Sînematografyayeke kurdbûnê: Zanav, pîşesazî û berxwedan

Hunera kurdan û hilberandina çandî: Kirdeyên kurd ên nû

Di sedsala 20’î û 21’ê de bizavên kurdan û xwediyarkirin

Berxwedan di nav berxwedanê de: Dîroka Bizava Rizgariya Jinan a Kurdistanê

Dîasporaya kurd: Civakeke Xeyalî ya serneteweyî

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê