spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çand bingeha qanûnan e

Rabûn, rûniştin, danûstendin, kirrîn û firotin, şer û aştî, navbeynkarî, lihevkirin, jihevcudabûn.

Her cure kar û bar û her wiha reng û rûçikê bawermendî, cîhêrengiya ziman û zanînê wekî teşeyê jiyanê bi tevayî nîşana çanda gel, rêgeza çêkirina qanûn û destûrnameyan jî aşkera dike.

Di dema îroyîn de dewletên şareza gava bixwazin qanûnan amade bikin giraniyê didine sazûmaniya çand û civakê. Li gorî reng û rûçikê civakê qanûnan saz dikin û destûrnameyan pêşkêş dikin. Lewma her gav nabza civatê tê girtin, lêkolînên der barê bûyerên diqewimin û nêzîkdayîna civakê tê pîvandin. Li ser vê bingehê hîmê qanûnan tê hûnandin.

Bi demajoyê re veguherîna çand, aborî, teknolojî û civatê riya veguherîna qanûn û rêznameyan jî bi xwe re tîne. Lewma qanûn ne dogma ne û ne jî tiştekî pîroz in. Dewsa wê navgînên di xizmeta aramî û aştiya civakê de ne. Heke berevajî vê, wek tiştekî pîroz bê nîşandan û destûra gûherîna wê neyê dayîn, wê çaxê dibe dogma, tabû ango perestgeh.
Welatên ji hêla civakî, aborî û siyasî ve paşdemayî, an jî muhafazakar qanûnan wek dogma dibînîn. Dewsa ku wek navgîna çareseriya pirsgirêkan bikin, wek ayetên pirtûkên pîroz dibînîn û pê re serê xwe ditewînîn. Dewsa ku li ser bifikirin û bipîvin ku kêrî civatê tê an na, bêhtir rastiya qanûnê dûrî lêpirsînê digirin û kes û beşên civakê yên guherînê dixwazin wek bêbext û dijber pênase dikin. Bi şidyayî qanûnan req dikin û bi navgînên wek nijadî, olî û yekitiya dewletê dorpêç dikin; çi al, wêne, logo û sembol hebin hemûyan radikin û dixine çavê gel.

Wekî qanûna şer-î ku li ser stunên fermana ayetên dînî hatiye avakirin. Dîsa makeqanûnê li ser pênasekirina nijadî hatine runiştandin zîq in, hişk in, req in û guherîna wan wekî hilweşîna dewletê û parçebûna netewê dibînîn. Lê belê di rastiya kêşûbeşa jiyanê de kes ne van qanûnan xwedî derdikeve, ne jî pê haydar e. Ev rastî tenê ne ji bo kesekî rêzê, ji bo rayedar û berpirsiyarê qanûnan jî wisa ye. Da ku heqîqeta jiyanê şert û mercên xwe ferz dike û divê li gor hewcedariyên demajoyê biryar bên dayîn. Lê mixabin dema qanûnên wek dogma ku ne bin bersiva êş û derdên civatê yên rojane, rayedar erkê xwe, serweriya xwe dewsa qanûnan bikartînîn. Dîsa burokratên ku nikarin qanunan bikarbînin, arîşeyan bi riya bertîl, îltîmas û berjewemendiyên takekesî çareser dikin. Ev jî riya alozî, bêpergalî vedike, aştî û aramiya civatê dixe xetereyê.

Li Rojhilata Navîn; Tirkiye, Îran, Suriye, S. Erebîstin û gelek welatên herêmê xwedî qanûnên dubendî ne. Bendek qanûnên pîroz lê bûne dogma û nayên bikaranîn, bendek jî bi riya biryarên siyasî, tevna burokrasî û bi û xizmetkirina berjewendiyan e. Ev şêwaz zedeyiyê dide çand, kultur, jiyana gel, alozî, nexweşî û nebaşiyên civakê zêde dike. Di rûyê aloziya dubenditiyê de, aştî û aramiya civakê, rewşa aborî, gelêrî û siyasî jî dikeve nav xetereyê.

Jixwe carîna, ji ber hin sedeman hin bûyer diqewimin, hin kes îtîrafkariyê dikin, an jî hin kes û hêz dest dihavêjin rewşa heyî û bi mebesta pêşî lêgirtinê çalakiyan li dar dixin. Wê çaxê bêkêriya qanûnên heyî eşkere dibe. Li hember serdestan, sîyasetmederan, kesên serwer, burokrat û hin kesan bêçaretiya qanûnan xuya dibe.

Berevajî vê welatên pêşketî, an jî berjewendiyê gel esas dibînîn, giringiyê didine qanûnan. Herkes mafê xwe, berpirsiyariyên xwe li gor erkê qanûnan destnîşan dike. Parastina xwe an jî doza xwe li gor çarçoveya qanûnan amade dike. Heke qanûn ne di cih de bin, an dadgeh bi xwe, an saziyên sivîl, an jî gel bi xwe tîne ziman. Hin caran bi xwepêşandan, serîhildan û protestoyan jî dengê xwe bilind dikin, rengê xwe nîşan didin.

Di nav van civatan de qanûn ne tabû ye û ne jî dogma ye. Pîroziyeke wê, taybetiyeke wê nîne. Berevajî wê rêgeza xizmetkariya gel e ku heyanî baş be, baş e û dimeşe. Lê çi wextî kewn be, li gor veguherîna civakê bê bersiv be êdî an ji binî ve radibe, an jî vediguhere li ser şert û mercên heyî.

Her wiha ji bo qanûnan dewlet jî ne pêwîst e. Ji gundan heyanî bajaran, ji zengînan heyanî hejaran hemû beşên civakê dikare bi hev re bicivin rê û rêbazên bi hev re bimeşînîn ava bikin ku, ev lihevhatin bi taybetî devkî ne û li ser sozê bê minet dimeşe. Civakên wiha ji dewletan jî jîrtir in. Çand li ser hîmê pergalsazî, erf û edetan, soz û peyamên hevgirtî ku reng bidin şêwaza jiyanê diberide û xêrûbêra wê digihêje şêniyan.