Rojnameya Heftane

Çand hafizeya zindî ya gelan e

Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan qadan e ku xwedî dewlemendiyek çandî ye. Erdnîgariyek berfireh e ku ji bawerî, ol, çand û zaravayên cihê yên kurdî re malovaniyê dike. Yên ku di dem û dîrokên cuda de hişt ev çand zindî bimîne û bûn perçeyek ji vê dewlemendiya çandî jinên rojhilatê Kurdistanê ne. Jin di dîrokên cuda de tev li raperînan bûne, têkoşiyane. Lê têkoşîna wan herî zêde jî di qada çandî de li pêş bûye. Bi stran, çîrok, helbest, destan û heyranokan, êş, keder û serpêhatiyên xwe anîne zimên. Mînaka wê jî helbestvan Xatûn Dayrakî Razdar e ku di sedsala 13-14’an de û Lîza Xanim e ku di sedsala 11’emîn de jiyane.

Li rojhilatê Kurdistanê parastina çand û ziman bi hêz bûye. Jinê bûyerên di serê kurdan de derbas bûne pir baş veguhastine nifşên nû. Dibe ku we hemûyan strana “Golnar” guhdar kiribe. Ev çîrokek a sadsala 18’emîn e ku behsa êrîşên Qaçaran a ser Xorasanê dike; li wê derê gel bi komî tê kuştin. Golnar lorîn, keder û êşên gelekî ye ku di feryada jina kurd de xwe digihîne roja me ya îro. Dîsa mirov dikare Heyran Xanima Dunbulî mînak nîşan bide ku di salên serê sedsala 19’an de li Xoy, Urmiyê jiyaye û dûvre ji ber koça bi darê zorê diçe Tebrîzê. Wê helbestên bi zimanê kurdî, azerî û farisî nivîsîne û behsa sê dîwanên wê yên mezin ku nêzî pênc hezar beyt in, tê kirin. Ew jî di helbestên xwe de behsa rewşa dema tê de, êş, keder û rewşa jinê dike.

Em dibînin ku di her serdemê de jinê bi awayekê ev nirxên çandî li dora xwe civandine, hay ji vê yekê bûye ku ev hafize ew ê veguheze çaxeke din û bi vê berpirsyariyê bûye. Jinên Rojhilat li rexmê nêzîkatiyên paşverû, pîvanên zilam, êrîşên dagirkerên welatê xwe, dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedane, nexasim jî di qada çandê de. Ji bo vê girîng e ku em behsa Cîhan Ara Paweyî bikin ku di sala di nîveka sedasala 19’an de jiyaye, jinek helbestvan, zanyar û têgihiştî bûye, kedeke wê ya mezin a çandî çêbûye. Ew bi rêya helbestên xwe li dijî koçberî, êşan, şer dike. Di heman demê de pergala heyî ya zilam jî dixe bin lêpirsînê; bi qasî di qada çandî û wêjeyî de têdikoşe, di van mijaran de jî xwedî têkoşîn e: “Ne zilam dikare derd û xemên jinan, birîndariyên wan û hêviyên wan fêm bikin, ne jî pergala serdest a heyî dikare ji jinê re bibe hemderd û pirsgirêkên wê çareser bike.”

Bêguman ev hemû tiştên ku bi ked û hişê hevpar ê mirovan pêk hatine, teşe girtiye; ev tişt berhem û hêmanên bingehîn ên çandê pêk anîne. Di nav jiyana civakî de jin bi vê ferasetê nêz bûye, li dora civakê çanda heyî ya dewlemend hîn bi hestyarî honandiye û derbasî roja me ya îro kiriye. Ev yek bi taybetî ji bo civaka me ya kurd ku di her serdemê de rastî qirkirina çandî dihat, girîng bû. Ji ber ku çand nasnameya herî bi hêz a xwepênasekirina civakan e.

Ji ber vê çendê jî lazim e em qala Mahbanû Ebasî, ango Banû Şîrwanî bikin ku ew jî di demeke cuda de, bi dengê xwe rê û rêçekê ji çanda xwe re diyar dike. Banû Şîrwanî ku di sala 1929’an, li Qûçana Xorasanê tê dinyayê, bi stran û xebatên xwe yên çandî bûye çavkaniya hest û raman ji jinên Rojhilat re. Mirov nikare bêje ev tenê stran in, ji ber ku jiyan, çîrokên evîndariyê, talan, qirkirin, carnan jî qala çol, deşt, çiya û ber, şahî, şîn, nexweşî û baweriyên xwe kirine ku ev yek bingeha çandek dewlemend a kurd pêk tîne ku çand jî li dora van nirxan ava dibe. Ew bi strana “Gulnazikê xwe, lorikê xwe, lê yarê” behsa keçên kurd dike ka çawa piştî şer û talanê li bazaran hatine firotin, dike. Di strana “Ez aşiq im eman yarê” jî behsa derbideriya jinekê dike. Di stranên wê yên “Gulperî û dest bi hena”, “Leylî û Leylane” û “Vay çi rozigar e” mirov pir aşkera dikare rewşa jinê, gel û civakê bibîne. ‘Herayî; herayî hawara çiyayî ye!’ Ev jî nîşana bûyerên penaberiya kurdan e.  Li vir jî em dibînin ka çawa bûyerên bi êş, keder, şînên kurdan ji bo neyên jibîrkirin, robarek ji çandê ber bi siberojê diherike. Ev bixwe têkoşînek mezin a çandî ye! Helbet bi dehan mînakên wiha hene, armanc tenê di şexsê van jinan de balkişandina ser rol û têkoşîna jinên Rojhilat e. Wekî ku me di hemû mînakan de jî dît, çand li dora nirxan pêk tê, çand “xwebûn” e, nasnameya civakî ye ku bi kevneşopiya berxwedana jinê heya roja me ya îro hatiye parastin. Ger ev têkiliya xurt a dîrokî bê qutkirin, dibe ku meriv nikaribe dîsa bi vê rola xwe rabe û bibe dengê têkoşîn, êş, koçberî û lorînên gelê xwe.