Pêncşem, December 2, 2021

Çanda xwe bi cîhanê bidin naskirin

Têkildarî hevsengiya di navbera rojnamegerî û nivîskariyê de û der barê wergirtina Xelata Beverly Hills de, Sîrwan Qiço ji rojnameya me re axivî û hin agahiyên karên xwe bi me re parve kir.

Pêşî em romana te ya “Tenê Xwelî” Xelata Beverly Hills ya Amerîkî di rêza duyemîn de wergirt pîroz dikin, tu dikarî hinekî behsa vê saziyê û giringiya vê xelatê bikî?

Xelata Beverly Hills li bajarê Los Angelesê ji aliyê komîteyekê ve her sal tê dayîn. Romana min “Tenê Xwelî” xelata fînalist di cureya romanên giştî de wergirt. Dema romanek çi xelatê distîne, ew êdî bêtir tê naskirin û şensê wê yê danasîn û belavbûnê zêdetir dibe.

Şertê wê saziyê ji bo tevlêbûna vê pêşbirkê çi ne?

Her nivîskar dikare bi berhemên xwe yên wê salê beşdar bibe. Yek ji mercên vê xelatê ew e ku pirtûk bi zimanê inglîzî hatibe nivîsandin û li Amerîkayê hatibe weşandin. Li gor fêmkirina min, piraniya romanên ku beşdarî vê pişbirkê dibin nûhatî ne û di destpêka ezmûna xwe ya nivîsînê de ne. Lê helbet nivîskarên xwedî ezmûn jî beşdar dibin.

Te çima romana xwe ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê ingilîzî nivisand û gelo dê ew wergere kurdî jî an na?

Armanca sereke ji romana min danasîna xelkê amerîkî bi beşekî ji jiyana kurdan. Ew kesên ku kurdan, bi taybet kurdên Rojava, nas dikin, bi piranî wan bi riya şerê dijî terorê nas dikin. Ew naskirin jî di çarçoveyeke teng de ye. Min dît ku Amerîkî gelek tiştan li ser jiyana wan ya berî salên şer nizanin. Romana min hewldanek bû da ku jiyana kurdan bi riya serpêhatiyên çend kesan ji nêzîk ve nas bikin. Min dikarîbû ev roman bi hêsanî bi kurdî nivîsîba, lê peyamek min li dû nivîsîna wê bi inglîzî hebû.

Bi giştî karê rojnamegeriyê hinekî astengiyan dide pêşiya nivîskaran di warê berhemdariyê de, te çawa di nava karên xwe yê rojnamegeriyê de karîbû demê ji bo nivîsa romanekê veqetînî?

Ev rastiyeke karê me ye. Eger tu rojnamevan bî, dê bêguman dijwartir be ku karê xwe yê nivîsandinê li gor dilê xwe bikî. Ev yek jî ji ber xaleke biçûk lê sereke ye: rojnamegerî bi xwe jî rengek ji rengên nivîsandinê ye. Dema mirov du tiştên wek hev di heman demê de dike, dê teqez yek ji wan li ser hesabê ya din be. Ez bi xwe her gav rastî vê nakokiyê têm. Ev bêtirî 14 salan di rojnamegeriyê de dixebitim. Gelek projeyên min yên nivîsînê ji ber siruştiya karê min hatine paşxistin. Wekî mînak, nivîsîna romana “Tenê Xwelî” bêtirî du sal û nîvan bi min re dirêj kir. Di rewşeke normal de, dibe ku di salekê de hatiba qedandin. Lê ji ber pêgiriyên min yên rojnamevanî, ev yek nebû. Min hinek projeyên din dane ber xwe, him roman û him jî lêkolîn. Ez bawer dikim wê dîsa jî demeke dirêjtir bi min re bixwin heta ku ez wan bigihînim serî.

Lê rastiyeke din jî heye divê ez tê de biaxivim. Tucarî nivîsandin ji hev nayê cudakirin. Ji ber wilo ez her gav dibêjim ku karê min yê rojnamevanî û yê wêjeyî hevdu temam dikin. Wekî nivîskar, projeya min ya nivîsandinê li ser her du hêlan didomin. Dawiya dawî dema mirov digihêje astekê di jiyana xwe ya pîşesazî de, êdî tê xuyakirin ka kîjan hêl rola mezintir ji ya din bistîne.

Bi saya lehengiya kurdan di şerê dijî terorê de, dengê Rojava li hemû cîhanê belav bûye. Ez li gelek welatan digerim. Dema xelk dizanin ez kurd im, yekser behs dibe behsa serkeftinên şervanên kurdan. Ev tiştekî erênî ye ji bo wêneya kurdan li seranserî cîhanê. Lê li aliyê din, binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê û bajarên din yên Rojava ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, baş nayên belgekirin, tevî ku sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirov bi dehan caran behsa van binpêkirinan dikin. Lê dîsa jî negihiştine asta ku hikûmet û dewlet vê mijara girîng têxin rojeva siyasetên xwe. Ew guhertina demografîk ku vê gavê ji alî hikûmeta tirk û hevalbendên wan yên sûriyeyî tên kirin, bûyereke metirsîdar e û di dîrokê de wê bibe xaleke guhertinê. Eger îro baş li ser belgekirina vê tawanê nehate kirin, piştî çend nifşan ew ê behsa wê bibe wekî çawa em niha behsa siyasetên kevin yên dijî kurdan wekî Kembera Erebî û Serjimara Awarte ya li Rojava dikin.

Bi salane tu karê rojnamegeriyê dikî û ji nêz ve rewşa Rojava dişopînî, gelo li gorî te çima ewqasî binpêkirinên mafên mirovan ên ku li hin deverên Rojava û bi taybetî li Efrînê tên kirin, ji alî sazî û dezgehên navnetewî ve nayên dîtin?

Lobîkirin peyveke berfireh e. Bi gelek şêweyan tê fêmkirin û têgihiştina xelkê jê re her gav ne wek hev e. Di çarçoveya behsa li ser kurdan, girîng e ku karê lobîkirinê bi tenê siyasetê ve neyê girêdan. Niha derfeteke zêrîn heye ku ev yek li Washington û paytextên din yên girîng were kirin. Karê pênasîna cîhanê bi kurdan bi rastî jî hêsan e. Ji xwe di van salên dawî de nav û dengê kurdan li cîhanê baş belav bûye, lê tenê di çarçoveya leşkerî û siyasî de maye. Kurdan kar li ser wê yekê nekiriye ku çanda xwe bi cîhanê bidin naskirin. Dema xelk çand û hunera miletekî ji nêzîk ve bizanin, wê çaxê êdî bêhtir guh dide pirsgirêkên wê yên siyasî jî. Miletên din yên derdora me enerejiyeke mezin li ser vê yekê didin, çima kurd jî wek wan naxebitin? Behaneya ku karîn û şiyanên kurdan tune ne ku karê lobiyê bikin behaneyeke lawaz e. Ji ber vê ez dibêjim niha karê danasîna kurdan bi cîhana ji derve ne di asta xwe ya pêwîst de ye.

Ji ber ku tu li derveyî welat dijî û bi taybetî li cihekî wekî Waşhingtonê gelo li gorî te divê lobî û dîplomasiyeke çawa were kirin ku kurd rastiya rewşê bigihînin deverên pêwendîdar?
Berî her tiştî divê kurd wekî kurd li xwe binêrin, ji ber ku cîhan bi xwe wekî kurd li me dinêre. Xelkên biyanî nabêjin ev filan partî ye yan jî filan rêxistin e. Ew tenê me wekî kurd dibînin û divê em jî li ser vê bingehê danûstandinê bi cîhanê re bikin. Wekî mînak, gava kesekî amerîkî pesnê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dide, ew tenê dizane ew kurd in. Nizane çi kurd e û jê re ne girîng e çi kurd be. Ev tiştekî pir erênî ye ji bo wêneya kurdan.

Gelo siyaseta kurd nikare bi rengekî rast rewşa xwe bi hêzên cîhanê bide danasîn û qebûlkirin an jî berjewendiyên wan welatan li pêşiya vê yekê dibin asteng?

Helbet kurd ne xwedî dewlet in û ev rastî karê wan yê lobîkirinê zehmet dike û dijminên kurdan ji derveyî Kurdistanê jî li ser asta diplomasî şerê wan dikin. Lê gelek tiştên din hene mirov dikare li ser wan bixebite û bi riya wan xwe bigihîne cihên çêkirina biryarê li paytextên girîng. Wekî min got, bikaranîna “hêza nerm” niha êdî bûye alaveke berbelav ku gelek milet û welat bi awayekî karîger sûdê jê werdigirin. Ev yek dibe ku bi riya lidarxistina festîvalên hunerî û çandî be. Dibe ku bi riya sînemayê be. Dibe ku bi riya berhmenên wêjeyî be. Ji xwe danasîna kurdan bi riya siyaseta rasterast jî divê were kirin, lê nabe ku riya bi tenê be.

Tu niha ji bo demekê li Rojavayî, tu rewşa wir bi giştî çawa dibînî û dema ku jiyana berê ya bajarê xwe didî ber çavên xwe, tu hestekî çawa dijî ?

Ez berî 15 salan ji rojavayê Kurdistanê derketim. Ez ji cihekî derketim ku tev de bi siyasetên erebkirinê hatibû tarîkirin. Dema ez cara pêşî ji Amerîkayê vegeriyam, min tiştekî din dît. Wekî dîtina nivîsandina bi kurdî li ser kolan û dikanan tenê şokeke mezin bû ji bo min. Gelek tişt li Rojava çêbûne kurdan yekcar bawer nedikir ku dê di demekê kin de derfetên wisa peyda bibin. Bi dîtina min derfeteke wisa her sed salî carekê ji kurdan re nayê. Eger rewşa ewlekarî û aborî li Rojava xweştir bibe, ew ê ev dever bibe derfetek ji bo pêşxistina mirovê kurd, çi di warê mirovahî de be, çi jî di warê çandî û siyasî de. Ez ji dil hêvî dikim ku ezmûna li Rojava were pêşxistin da ku ji dest neçe.

Sîrwan Qiço kî ye

Sîrwan Qiço di sala 1986`an de li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ji sala 2008`an û vir ve li Amerîkayê dijî. Wekî rojnamevan li beşa Çavdêriya Tundrêbûnê li radyoya Dengê Amerîka li Washingtonê kar dike. Heta niha 2 pirtûkên wî yên helbestan bi zimanê kurdî û romaneke bi zimanê ingilîzî hatine çapkirin. Her wiha Qiço niha dest bi nivîsandina romaneke din a bi zimanê ingilîzî kiriye.

Hevpeyvîn: Evîn Hesen