spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandkujî

Mîrza Ronî

Dema mijar çand be, barê nivîsandin û ramandinê jî giran dibe, ji ber ku têgeha çandê di nav xwe de gelek wateyan dihebîne. Di vê nivîsara xwe de, ez ê hewl bidim çend wateyên çandê rave bikim û balê bikişînim ser çandkujiya ku niha di nav civakê de bi pêş dikeve.

Belê van rojan dema rewşa guharîna civakî li ber çavên xwe diwezinînim; çend ‘deqên’ li ber çavên min dikevin; çandkujiya ku bi pêş dikeve li pêşber çavan beloq dike!

Çand wekî têgîneke sereke gelek wateyan di nav xwe de dihebîne. Mînak çand maka ziman e. Dîsa çand maka perwerdekariyê ye. Dema kesekî xweşbîn û nefsbiçûk hebe ji wî kesî re dibêjin; filankes kesekî çandbîn e, perwerde dîtiye! Ango di çandê de gelek têgehên têrwate hene.

Çand bixwe; wateya xwe ji zimanê Arî (binemala kurdî) digire û ji peyva ‘çand-inî’yê derketiye. Wekî tê zanîn cara pêşî çandinî di serdema Neolotîkê (B.Z 12.000) de li ser axa Mezopotamyayê bi pêş ketiye û belavî erdnîgariyên din bûye. Ji wê çendê peyva çandê peyveke vê axê ye û wateya xwe ji çandiniya vê axê girtiye. Bi gotineke din wekî kelepor jî tê bikaranîn. Bi zimanê almanî ‘kultur’ jê re tê gotin û bi zimanê tirkî jî wekî almanî tê bikaranîn. Wekî ku mirov ji wateya peyvê jî fêm dike çand peveke dewlmend e û bi wateya xwe her tim di dîrokê de bûye mijara nirxandinê. Her wiha awirên siyaseta pergalên desthilatdariyê jî her û her li ser çandê ye! Di nav civakan de teşegirtina çandê barê siyseta birêvebirinê diyar dike. Ji wê çendê civakeke xwedî çand; di nav lepê siyasetê de zûka kedî nabe! Bandora çandê di destê kê de be ew dibe xwedî bandor!

Bo ku girîngiya çandê were fêmkirin dixwazim gotina wezîrê serdema faşîzma Adolf Hîtler Joseph Goebbels bînim bîra we. Goebbels di axaftineke xwe de dibêje: “Dema peyva ‘çandê’ dibihîzim destê xwe diavêjim demanca xwe!’’ ji vê gotinê jî tê fêmkirin ku ji gelan re çand xwedî wate û bandoreke girîng e!

Çawa ku em ji ziman re dibêjin; “ziman hebûn e’’ a rast maka hebûnê çand e! Dema kesek li çanda xwe xwedî derdikeve di heman demê de li xwe, li ziman û dîroka xwe jî xwedî derdikeve. Ji mirov re çand her tişt e. Di vê serdemê de her çiqas wateyên çandê hatibin belavkirin jî di rastiyê de her civak pêwîste li gorî çanda xwe tevbigere. Ango kesekî faris dê li gorî çanda xwe bijî û kesekî kurd jî dê li gorî çanda xwe bijî. Ne çanda farisan ji ya kurdan mezintir e, ne jî çanda kurdan ji ya farisan. Her çand li bejn û bala xwediyê xwe tê. Lê mixabin siyaseta serdestan çavek din li çandê dinêrin û çanda serdestan mezin dikin û çandên din tune dihesibînin. Mînaka tunekirina çanda kurdan li holê ye! Bi salan e çanda kurdan di nav dorpeça qirkirinê de li ber xwe dide. Berî her tiştî zimanê kurdî hat qedexekirin û hebûna kurdan tune hat hesibandin. Bi demê re çi çanda kurdan hebe hêdî hêdî di nav çerxa qirkirinê de hat ber rewşa helandinê û heta roja me ya îro jî qirkirina çandê didome.

Bi taybetî di van çend salên dawî de dorpeça li ser çanda kurdan formata xwe veguherandiye çandkujiyeke xefikî! Rewşek sosret heye ku êdî kurd xwe bixwe ji hin guharînên çanda xwe re çavê xwe dineqînin. Çawa ku di nav kurdan de xwepişaftin heye, bi heman awayî ji çandkujiyê re jî çav niqandin heye. Gelek arîşeyên ku çanda me diguherînin bi pêş dikevin. Rewşa çandperestiya me bûye wekî mînaka beqê! Gelek kes hene qirkirina çanda xwe wekî bûyereke ji rêzê dibînin û roj nîvê rojê çanda wî li pêş çavên wî tê kuştin lê qet xwe nalebitîne jî!

Meseleya beqê ji kesên xwekuj re hatiye gotin. Dibêjin dema ku tu beqekê bikî nav beroşek avê û tu hêdî hêdî agir di bin beroşê de bikî, dê beq hêdî hêdî di nav ava ku germ dibe de cihê xwe xweş bike û heta bimire jî xwe nalebitîne. Lê dibêjin heman beqê tu bavêjî nav beroşeke ku ava wê gelek germ e, wê demê dê beq li xwe bihese ku dê di beroşê de bimire û xwe ji beroşê bavêje derve. Çandkujiya niha dibe jî wekî beqa di beroşê de ye ku agirê wê hêdî hêdî avê germ dike.

Guhartinên ku di nav civaka me de dibin jî hêdî hêdî çanda me dikujin û vediguherîne çanda serdestan an jî evîndariya çanda populîst. Ji rewşenbîr, nivîskarên kurd em bigirin heta siyasetmedarên kurd gunehkarên vê rewşa çandkujiyê ne.

Ka ez bi çend mînakan vê rewşa çandkuj piştrast û berbiçav bikim. Wekî ku min li jor jî bal kişand ser wateya çandê; çand ji civakan re xwedî gelek teybetmendî ye. Ji gelek dan û standinên civakî re çand tê gotin. Mînak di nav çanda kurdan de çanda dawetan heye, ango dema jinek û merek bi hev re biryara zewacê didin vê biryarê bi dawetekê pîroz dikin û şertê çanda xwe tînin cih. Di çanda kurdan de şert û mercên dawetê cihekî mezin di. Lê ev çend sal in hêdî hîdî çanda dawetan li nav kurdan diguhere. Dawetên me jî êdî vediguherin wekî dawetên çanda populîst. Gelek jin dema dibin bûk û gelek mêr jî dema dibin zava li gorî çanda popîlîst dawetekê dihizirin û ne li gorî çanda xwe tevdigerin. Mînak, berî niha navê ‘gelînlîk’ ê bûka bi kurdî; ‘qezî’ (li herêma Cizîrê) bû. Gelo kîjan bûk êdî qezî li xwe dike. An jî kîjan bûk û zava di dawetê de êdî cilên kurdî li xwe dike. Berî niha dawetên kurdan sê rojan li cihekî vekirî dihatin kirin û rengê dawetan tenê kurdî bû. Ciwanan govend bi stranên gelerî digerandin. Lê mixabin niha dawet bûne çend saetek û di salonên dawetan de tên kirin, bi rengê çandeke din. Bi awayekî berbiçav diyar e ku çanda dawetên me guheriye û bûye çandeke din.

Dîsa mînakek din jî heye ku li ber çavên min dikeve sosretiyek çandkuj e. Di nav hemû civakan de çand û ehlaqê şîn girtinê heye. Ango dema kesek di mire hezkirî û mirovên wî kesî şîna wî digirin û wî oxir dikin. Ev çanda şîngirtinê di nav me kurdan de jî çandeke girîng e û cihê wê taybet e. Lê mixabin ev çanda şîngirtinê jî di nav kurdan de êdî ne wekî berê tê dîtin. Wateya şînê jî di nav civaka me de hatiye guhertin. Berî niha dema kurdekî jiyana xwe ji dest dida malbat, xwediyên wî/wê her tiştên xwe dirawestandin û şîna miriyê xwe girê didan. Çend rojan ser û cilên xwe nedişûştin. Dîsa çend rojan televîzyon, radyo û hwd. temaşe û guhdarî nedikirin. Di gundekî de şîn hebûya di wî gundî de her kesî rêz li şînê digirt û li gorî çanda şînê tevdigeriyan. Her kesî piştgirî dida xwediyê şînê heta şîna wan xilas dibû. Lê mixabin niha hêj taze sê rojên şînê xilas nebûye gelek kes hene li gorî ehlaq û çanda şînê tevnagerin û li karê xwe dinêrin. Jixwe êdî çanda şîngirtinê derbasî înternetê bûye û li ser tevna civakî sersaxiya şînê tê xwestin. Berbiçav tê dîtin ku êdî çand û ehlaqê şînê jî wateyên xwe ji dest dane.

Bi çandê ve girêdayî çend deqên ku ehlaqên civakî ne di vê serdemê de ji wateya xwe dûr ketine; berî niha çandeke kurdan a xwerû û paqij hebû lê mixabin di gelek waran de êdî çanda kurdan di nav dorpeça çandkujiyê de maye û heke hişmendiya çandparastina xurt bi pêş nekeve dê divê serdema post-dîjîtal de çanda me ji dest dide. Kanî ew rojên ku dema dayikan nan tenûrê dipehtin kesek di ber tenûra wan re biçûya dê teqez nanekî tenûrê ji bo xwarinê bidana wî kesî. Mixabin û sed mixabin niha çanda manewî li ber mirinê ye û çanda berjewedîperest jî bûye mode. Di avahiyên betonî de her kes li mala xwe ji xwe razî dijî û mala cîranê wî/wê li ber şapê here jî haya wan jê çênabe!