25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemenî, dans û dagirkerî

Roja 22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî bû. Bi boneya rojê cigîra rêveberê giştî yê ragihandin û çapemeniyê yê -Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Niyan Ehmed di kanaleke televîzyona herêmê de behsa amarên çapemeniyê kir. Li gorî amarên fermî yên ji aliyê Niyan Ehmed ve hatin parvekirin, li başûrê Kurdistanê; 31 kanalên ezmanî, 127 televîzyonên xwecihî, 145 radyo, 686 kovar, 257 rojname, 35 malper hene. Di heman demê de 6 hezar 807 endamên sendikaya rojnamevanên Kurdistanê hene.

Di cihekî wekî başûrê Kurdistanê de heyîna evqas dezgeh û sazî ne kêm e. Bêguman, ev bi navê medyaye kurdî destkeftek mezin ne. Ger ev derfet rast bên bikaranîn, dikarin bi agahdarkirin, perwerdekirin û bipêşxistina rast a ji bo civakê bi roleke sereke rabin. Ku medyaya kurdî di dîroka xwe de li dijî dagirkerî, mêtingerî û koletiya li ser ax û gelê Kurdistanê tê meşandin her tim bûye xwedî rol û peywireke neteweyî û di vê mijarê de berdêlên mezin jî dane. Bi dehan rojnamegerên kurd îro jî li girtîgehan girtî ne, rojnamegeriya kurdî xwedî kevneşopiyeke berxwedaniyê ye. Ji bo parastina ax û gelê xwe, nirx û azadiya civaka xwe rojnamegeriya kurdî bi sedan şehîd û qurbanî dane. Lê mixabin di roja me ya îro de mirov şopên vê kevneşopiya rojnamegeriya kurdî li başûrê Kurdistanê wekî tê xwestin nabîne. Bêguman, di vê de rola yasa û hikûmetê, siyaset û hizbên kurdî jî heye. Lê ger mirov lewaziya bi vê rola dîrokî ya rojnamevanên kurd bi van egeran tenê ve bigire dest, wê demê mirov nikare behsa rewşenbîriya mirovên rojnameger bike.

Hefteyek berê du ciwanên ereb li bajarê Silêmaniyê li pêşiya kafeyekê dansa salsa kirin. Bi belavbûna dîmenê van her du ciwanan re, bi rêya medyaya civakî û giştî ya başûrê Kurdistanê, hema bêje civaka Başûr bû du beş. Bi rojan ev mijar hat axaftin. Gefa şewitandina kafeyê hat kirin, xwediyê kafeyê ji bo lêpirsînê gazî asayîşê hat kirin û piştî wê rojekê li cihê her du ciwanan lê dans kir, ji aliyê komek qelebalix ve nimêza terawîhê hat kirin. Dansa her du ciwanên ereb ku geştiyar bûn, wekî bêrêziya li dijî heyva remezanê, ol û baweriya îslamê hat pênasekirin û parlementer û siyasetmedar jî di nav de gelek derdoran bertekên tund raber kirin. Li gorî amarên fermî tenê di 20 rojên destpêkê yên heyva nîsanê de 9 jin li başûrê Kurdistanê yan hatin kuştin, an jî xwe kuştin. Di rastiyê de xwekuştin, xwe şewitandin jî şêweyekî kuştinê ye û kujerên vî awayê mirinê jî hişmendiya zilaman a li ser qanûnên herêma Kurdistanê serdest e. Lê tişta balkêş ew e ku, kuştina van jinan wekî wan çend çirkeyên dansa du ciwanan neket rojeva çapemeniya başûrê Kurdistanê. Hema bêje di piraniya kovar û rojname, televîzyon û radyoyên herêmê de wekî dibêjin ‘di rûpelên sêyem’ de jî behsa van kuştinan nehat kirin. Wekî bûyerên ji rêzê, rûtîn û asayî hatin dîtin û kesê pêdiviya binkolana sedemên van kuştinan nekir. An ku medyaya me ya bi dansa du ciwanan di nav çend demjimêran de civaka Başûr kir du beş û xwe di mijara van kuştinan de, derxistina holê ya rastiyan, çûna bi ser kujeran de, berpirsyar nedît.

Li gorî wan, bi dansa du ciwanan ew der qirêj bû û ji bo ji gunehên xwe bê paqijkirin li heman cihî nimêja terawihê hat kirin. Medyaya me jî van tiştan dike nûçe û rojeva civaka me bi van tiştan dadigire. Lê dagirkerî? Roja 23’yê nîsanê artêşa tirk sefereke dagirkeriyê li dijî başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Balkêş e ku ev sefera dagirkeriyê di şeva 23-24’ê nîsanê de hat destpêkirin. An ku di roja salvegera komkujiya mezin de hat kirin ku li dijî ermenan bû. Yên vê sefera dagirkeriyê dikin kî ne? Nûner û şopdarên heman hişmendiyê ne. Lê vê carê bi rê û rêbazên xedartir, bi piştgiriya hêzên sereke yên cîhanî û hevkariya hêzên herêmî. Her wiha ev roj di dîroka kurdan de jî xwedî cihek girîng e. Roja komkujiya gelê Qeledizê ya ji aliyê artêşa iraqê ve ye. Di sala 1974’an de ji aliyê firokeyên şer ên artêşa Iraqê ve gelê Qeladizê hat bombebarankirin û komkujiyeke mezin pêk hat.

Hêzek dagirker êrişî axa me kir, bi armanca tunekirina hemû destkeftiyên gelê kurd bi salan e dewleta tirk pêşengiya hemû êrîşên li ser gel û nirxên gelê kurd dike. Destkeftek gelê kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê û devera cîhanê hebe, dewleta tirk ji bo têkbirina wê destkeftiyê bi hovane êrîş dike. Lê mixabin ev sefera dagirkeriyê ya dewleta tirk ya di rojeke dîrokî de hat kirin ku gelê me wekî roja komkujiyeke mezin bi bîr tîne, bi qasî çend dîmenên dansa her du ciwanên geştiyar cih negirt. Her mirovê ku kêm zêde ji dîrok û siyasetê fêm dike, dizane ku ev tevgera dagirkeriyê bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê kurd tê kirin. Êrîşeke mezin a li ser maf, azadî, jiyan, rûmet, ax û welatê me ye. Medyaya başûrê Kurdistanê nebû dengê dijberên dagirkeriyê. Berevajî wê kesên li dijî bêdengî û hevkariya hikûmeta Başûr rawestiyan û xwestin wekî erkeke exlaqî ji dagirkeriya tirk re bêjin na, hatin girtin. Di nav wan de peyamnêrê ANF’ê rojnameger Rêbaz Hesen jî hebû. Her çiqas di çar rojên piştî girtina wî de agahî jê nehat girtin jî, kesê behsa maf û azadiyên ramanê û azadiya çapemeniyê jî nekir. Her wiha ne Sendikaya Rojnamegerên Kurdistanê, ne hikûmet û ne jî medyaya me ev mijar nekir rojevê.

Baş e, ger rojnamegerî dengê hizra azad û wijdana civakan be ku ez bixwe wisa pênase dikim, çima dengê qîrîn û hawara jinên her roj bi egerek cuda tên kuştin di medyaya me de nabin rojev? Ger ax û welat rûmet û xîreta neteweyekê bin, ger mafê civaka me jî hebe ku wekî hemû civakan bi azadî, serbestî bijî û wekî mirovan mafên xwe yên mirovî bixwaze, li dijî êrîşên li hember heyîn, rûmet, azadî û jiyana vê civakê bêdengî tê çi wateyê? Medyaya ku nikare maf û azadiyên civaka xwe biparêze, li dijî bêmafî, dagirkerî û hewlên qirkirinê jî dengê xwe bilind bike gelo dikare behsa azadiyê bike? Eger çi dibe bila bibe, gelo mirovên rewşenbîr, têgihiştî, zana, xwedî pîvanên exlaqî û biwijdan dikarin li ber nîgara li jor hat behskirin bêdeng bin û ji nedîtî ve bên? Bi van derfetan gelê me, medya û ragihandineke wêrektir, çalaktir û dadwertir heq kiriye. Qet nebe divê em bizanibin em ji ku hatine û pişta xwe nedin kevneşopiya berxwedêr a çapemeniya kurdî. Ewqas şehîd û qurbanî, ked û lehengiyên civaka me divê her roj me li ser van nirxan bidin hizirandin.