16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya Ixwanan: Dibe ku em Tirkiyeyê terk bikin

Rêxistina Ixwan Mislimîn der barê nêzîkatiya di navbera Misrê û Tirkiyeyê de maseyeke krîzê li dar xist.  Piştî hewldanên Enqerê yên nêzîkatiya bi Misrê re rojnamegerên Ixwanan yên medyaya ku navenda wan li Stenbolê ye ketin nava tevgerê.

Bi taybetî piştî ku Enqereyê ji wan xwest ku di medyaya xwe de rexneyên tund li desthilatiya Misrê nekin, rojnamegerên Ixwanan derbarê vê yekê formên cuda di navbera xwe de nîqaş dikin. Yek ji van rojnamegeran Nasir Muhemed ku di kanala Mukemelîn a Ixwanan de dixebite, di parvekirineke xwe ya li ser kanalê Youtubê dest nîşan dike ku heke lihevkirineke cidî di navbera desthilatiya Enqere û Qahîreyê çêbibe ew dê ji vî welatî derkevin û berê xwe bidin welatekî din.

Ji aliyekî din ve der barê vê mijarê de yek ji rêveberên rêxistina Ixwanan Mehmûd El Ebyarî ku li Londonê dimîne li ser vê doyayê dixebite û dibe ku rojnamegerên xwe yên li Stenbolê bibin Londonê ku li wir di hin dezgehên wan ên çapemeniyê ên wekî televizyona Al Hîwar bixebitin an jî kanaleke bi navê Hîwar 2 vekin. 