spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çar komên şanoyê roja şanoyê pîroz kirin

Di daxuyaniya 4 komên şanoyê de wiha hat gotin: “Rojeke biharê… Ewrên tarî belav bûne. Erd hêdî hêdî zuha dibe. Pelên daran wekî zarokên biçûk serê xwe ji malên xwe yên ewle dirêjî derve dikin. Piçekî şermoke, piçekî bi tirs. Li erdê di nav çêreyan de kulîlkan vedaye rengoreng. Bi alîkariya bayekî zirav stranan ji hev re dibêjin. Çend zarok lîstikan dilîzin. Lîstikeke xwezayî, di nav xwezayê de… Kesek ji dûr ve tê, di dest de tûrikek. Tu bêje koçer, ez bêjim derwêş û nêzî zarokan dibe, silavê dide wan û tev li lîstika wan dibe. Ew dibe dar, zarok dibin pelên wê, bi hev re strana xwezayê distrên. Piştre tûrikê xwe vedike û belavî wan dike şekirên rengîn û şîrîn. Bi hev re dixwin û şa dibin. Derwêş radibe ser xwe, henaseyeke kûr dikişîne. Çavên wî bi hêstirên biçûk dibiriqin lê bi rûkenî xatirê xwe dixwaze û diçe. Hêdî hêdî ji ber çavan winda dibe… Dem derbas dibe, demsal diguherin, geh tarî dibin ewr, geh belav dibin lê lîstika wan zarokan hê jî berdewam dike.”

Çîroka kurdan her tim bûye şano

Komên şanoyê destnîşan kirin ku şano bi giştî li ser kokên mirovahiyê şîn dibe û ji rîtuelên dema destpêka civakbûyînê ve bi guherîn û veguherînê xwe digihîne roja îroyîn û wiha hat gotin: “Mirov dikare çîrokên hemû neteweyan bi awayekî bi qonaxeke dîrokê ve girê bide lê şanoya kurdî her çend parçeyekî şanoya dinyayê be jî, bi cudahî û taybetiyên xwe mirov nikare bi tenê wek hemû şanoyan binirxîne. Bila ev yek mîna pozbilindî û qurebûn neyê fêmkirin. Ji ber ku çîroka kurdan her tim bûye para şanoya kurdî. Şanogerên kurd car hat li Helebçeyê sêv bêhn kirin, car hat di Sînemaya Amûdê de bi zarokan re hatin şewitandin. Roj hat li Rojava bûn penaber û di qeraxên Ava Spî de bûn zarok û xeniqîn. Roj hat saziyên wan bi ser wan de hatin hilweşandin. Roj hat lîstikên wan hatin qedexekirin. Gelo şanoyek heye ku replîkên xwe bi awayekî veşartî vebêje? Gelo çend heb şano ji ber sedema bi zimanekî qedexekirî lîstine, hatine cezakirin? Gelo çend heb şanoyan cih nedîtiye ku lîstikên xwe lê bilîzin? Ev jî şanoya kurdî dike parçeyekî têkoşîna gelê xwe. Wê demê jî “bûn an nebûn”a Shakespeare dibe ‘hebûn an tunebûn’a me. Şarlo Dîktatora xwe ji nû ve ji bo kurdan dinivîse. Dario Fo dibe hevrêyê me û bi me re henekên bi kurdî dike. Çîroka azadîya welat ji pênûsa Ehmedê Xanî dilop dilop dibe evîna Mem û Zîn û ew evîn dibe behreke bêbinî ji bo şanoya kurdî.”

Vîrusê bandor li şanoyê jî kir

Di daxuyaniyê de bandora vîrûsa koronayê û betalkirina lîstikên şanoyê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Komên şanoya kurdî îro hê jî lîstikên xwe li dar dixin û şanoyên xwe çêdikin. Ji gelê xwe û ji gelên hemû dinyayê re dixwazin çîrokên xwe vebêjin. Tê zanîn ku van rojan ji ber sedema vîrusekê hemû lîstik hatin betalkirin. Ne tenê lîstik, hemû organîzasyon da ku vîrus belav nebe, hatin betalkirin. Bangewaziyê dikin ji bo ku gel “ji malên xwe derneyê”.  Helbet ev yek wekî her tiştî bandorê li şanoyê jî dike. Şanoger dê 27’ê Adarê îsal li malên xwe pîroz bikin. Ev vîruseke çawa ye ku bandorê li ev qas mirovan dike? Madem em li malên xwe ne, divê em hinekî li ser vê bifikirin. Ger ev bi destê mirovahiyê derneketibe û bi rêya xwezayê qewimîbe, bi rastî jî divê em serê xwe baş pê biêşînin. Emrê mirovahiyê bi şerê bi xwezayê re derbas bûye û mirovan her tim xwestiye di vî şerî de bi ser bikevin û ji bo vê yekê jî hemû qadên xwezayê roj bi roj dagir kirine/dikin. Her roj êrişî cih û warên jiyana xwezayî dikin. Ji bo ajal û nebatên biyanî xweza her ku diçe, teng dibe. Kî dizane, dibe ku ev vîrus xweparastina xwezayê be û dixwaze mirovan ji xwe dûr bixe û xwe ji nû ve biafirîne. Divê piştî vê xewnereşkê em ji xew hişyar bibin û rêyeke wisa bibînin ku bi xwezayê re şer nekin û jiyana xwe li gorî wê saz bikin. Tiştekî balkêş dîsa; ev vîrus zirarê nade zarokan. Belkî jî xweza heyfa zarokên Amûdê ji mirovên mezin hildide. Belkî jî ji bo xatirê Yekta Hêvî û lîstikvanên wî yên biçûk dest nade zarokan. An jî ji îro pê ve divê em bi derhêneriya xwezayê lîstikên xwe amade bikin.”

Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajar A Amedê, Tiyatro Mencel û Şanoya Yekta Hêvî di dawiya daxuyaniyê de Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz kirin. AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê