20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Çarenûsa gelê me ketiye destê çend siyasiyên çavbirçî’

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi boneya salvegera damezirandina Yekitiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir.

Di peyamê de îşaret bi çend xalên girîng ên der barê rewşa herêma başûrê Kurdistanê de jî dike û wiha got: “Niha çarenûsa gelê me ketiye destê çend siyasiyên çavbirçî û berjwendîparêz. Daxwazê ji bawermendan dikim ku bi rêya mizgeftan gelê herêmê ji siyaseta çewt ya desthilatdarên, agahdar bike da ku gelê me hişyar bibe. Her wiha divê em bi hev re pêşiya plan û biryarên ku berjewendiyên gelê me û ewlehiya herêmê dixe metirsiyê, bigirin.”

Şêx Cengî da zanîn ku hertim roleke girîng ya bawermendan di têkoşîna rizgariya gelê kurd û parastina nirxên mezin yên nîştîmanî de hebû.

Lahor Şêx Cengî  diyar kir ku dînê îslamê, parastina yekîtî, aştî, efûkirin û jiyaneke bi hev re esas digire û ev tişt anî ziman: “Hêvî dikim salvegera damezrandina yekitiya we, bibe hewldanek ji bo pêşdebirina piştevanîkirina mijarên nîştîmanî û neteweyî.”