spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çarenûsa hezar û 190 jinên êzidî û komploya Şengalê

Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ragihand ku çarenûsa hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e lê hikûmeta Iraqê û rêveberiya PDK’ê di mijara rizgarkirina jinên êzidî de ne cidî ne û berovajiyê vê, li ser têkbirina destkeftiyên gelê êzidî li hev dikin.

Di dirêjahiya dîrokê de 74 ferman bi serê êzidiyan hat. Herî dawî di 3`yê Tebaxa 2014`an de dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir ku warê bingehîn ê êzidiyan e, şêniyên wê kuştin, dan koçberkirin û revandin.

Dîroka gelê êzidî bi fermanan mişt e. Heta niha 74 fermanên ku bi serê êzidiyan de hatine palpişt in bo vê yekê. Fermana 74’an di 3’ê tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat û hê jî bandora xwe li ser civaka êzidî heye. Bi vê fermanê gelek êzidî hatin kuştin, hatin koçberkirin û revandin û her wiha warê wan, Şengal hat wêrankirin.

80 gorên komî yên qurbaniyan hat dîtin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina jinên êzidî yên revandî, Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzidî hat avakirin. Bi dehan jin ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ’ê ve di pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ`ê de, hatin rizgarkirin.

Li gorî daneyên nivîsgeha rizgarkirina êzidiyên revandî, di roja yekemîn a êrîşan de, hezar û 293 êzidî hatin kuştin, zêdetirî 68 cihên dînî hatin wêrankirin. Heta niha 80 gorên komî yên wan qurbaniyan hatin dîtin.

Li gorî daneyên saziyên êzidiyan, çeteyên DAIŞ`ê 6 hezar û 417 êzidî revandin, di nav de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Di operasyonên rizgarkirinê de 3 hezar û 537 êzidî hatin rizgakirin di nav de hezar û 201 jin, 339 mêr, hezar û 43 keç û 954 kur hene.

Hikûmeta Iraqê û PDK di rizgarkirina jinên êzidî de ne cidî ne

Têkildarî mijarê Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm axivî û diyar kir ku çarenûsa hezar û 190 jinên êzidî hê jî ne diyar e. Leyla Îbrahîm bal kişand ser fermanên ku heta niha bi serê êzidiyan de hatine û wiha got: “Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jin hatin revandin, kuştin û firotin. Çeteyan her cure tundî û îşkence li hemberî wan pêk anîn. Heta niha gelek komkujî bi serê me de hatine û hemû jî bi destê osmaniyan pêk hatin. Armanca wan ew e ku civaka êzidî qir bikin.”

Îbrahîm têkildarî peymana ku di 9`ê cotmeha 2020`î de, di navbeyna hikûmeta Iraqê, rêveberiya PDK’ê û dewleta Tirk de hatiye îmzekirin destnîşan kir ku li ser Şengalê hesabên wan hene û wiha berdewam kir: “Şûna kû alîkariya şêniyan bikin radibin peymanan li ser Şengalê îmze dikin. Reşa jinên êzidî yên revandî ne di xema hikûmeta Iraq û PDK’ê de ye, ew di hewldanên rizgarkirina jinên revandî de ne cidî û jidil in.”