spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî bi diyalogan pêkan e

Gelê kurd di nav xeleka ji agir de di nav têkoşîneke mayînde de ye. Mijarên ku bi salan e tên nîqaşkirin di sala 2019’an de gihîştin astekê, lê îsal jî mijarên sereke ku dê bên nîqaşkirin yekitî û statuya kurdan in

Sala borî ji bo kurdan saleke têr û tijî bû. Di wê salê de herî zêde mijara statuya kurdan, yekitiya neteweyî û parastina destkeftiyan di sala borî de hatin nîqaşkirin. Polîtîkayên ku li seranserê Rojhilata Navîn tên meşandin, bi taybetî jî nêzîkatiya dewletan a li ser her çar parçeyên Kurdistanê dê bibin mijara sekere ya îsal. Di van mijaran de nêzîkatî û helwestên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl ên kurd dê rewşa kurdan zêlaltir bike. Konseya rêvebiriya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser mijarên sereke yên Kurdistanê rawestiya û bal kişand ser pêşerojê.

Konseya rêveberiya KNK’ê geşedanên her çar parçeyên Kurdistanê yek bi yek nirxandin û mijarên li pêş kurdan yek bi yek anîn ziman. Di nirxandinên konseya rêvebir a KNK’ê de ev tişt hatin ragihandin: “Gelê kurd ji bo hebûn, azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet têkoşînek mezin dide. Kurdistanî hêj bi temamî negihîştine van xwezî û daxwazên xwe yên rewa. Lê belê, her sal ji sala berê zêdetir nêzîkî armanca xwe dibin. Her çend ku em tekoşîna xwe ya neteweyî mezin bikin jî dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî me dike.

Pêşeroja başûrê welat

Li bakurê Kurdistanê, êrîş di nav vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar hemû dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremaniyeke mezin û bi berxwedanê êrîşên wan bê encam hiştin.

Li başûrê Kurdistanê, piştî dagirkirina Kerkûk û deverên din alozî bi temamî nehatiye çareserkirin. Mixabin em nikarin bêjin ku rêveberî û hêzên kurdistanî, ji dagirkirina Kerkûk û herêmên din, ders wergitin û yekitiya navxweyî xurt kirin. Hêviya me ew e ku di sala 2020’an de, gavên yekitiyê bên avêtin û ev pirsgirêk bên çaresekirin. Niha jî Iraq di nav aloziyek mezin de ye. Pêşeroja Iraqê ne diyar e. Ev rewş metirsiyan li ser herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne.

Li Rojhilat û Rojava alozî

Li rojhilatê Kurdistanê jî gelê me xweparast û têkoşîna xwe berdewam kir. Dewleta Îranê jî weke dewleta tirk, di nav vê salê de êrîşên xwe li hemberî kurdistaniyan berdewam kirin. Îran di nav xwe de pirsgirêkên mezin dijî. Ev pirsgirêk li hundir û li derve, her diçe mezintir dibin.

Rewşa Rojava, niha di nîqaşên navneteweyî de cihekî sereke digire. Hêzên parastinê, bi hemû awayî di rewşa îstîşarê de ne. Rêveberiya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh a dîplomasiyê de ne. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Parastina deskeftiyên Rojava, di rojeva Kurdistanê de xala sereke ye. Divê hemû hêz û dostên kurdan di nav çalakî û xebatan de bin. Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li hemû Kurdistanê ye.

Bila bibe sala azadiyê

Gelê Kurdistanê ligel hemû êş, jan û her wiha li gel kêmasiyên xwe têkoşîna xwe domandiye. Kurd di nav xeleka agir ya ku dijmin pêxistiye de têkoşîna mayînê didin. Çi dibe bila bibe divê kurd bi ser kevin. Di doza Kurdistanê de, ji bilî serkeftinê tu rêyên din ên alternatîf tune ne. Kurd bi tifaqa navxweyî dê planên ku li ser wan tên kirin têk bibin.

Di şerê Rojava de, gelê me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat bû yekdeng. Em hêvî dikin ku ev yekdengiya gelê me bibe bingeha yektiyek siyasî. Kurd bi çi rengî dibe bila bibe divê diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bila sala 2020’an ji bo mirovahiyê bibe sala azadî, demokrasî û wekheviyê.”