23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareseriya Şengalê xweserî ye

Hevseroka PAD’ê Zehra Silêman têkildarî êrîşên li ser Şengalê, daxwaz û têkoşîna civaka êzidî axivî û destnîşan kir ku çareseriya Şengalê xweserî ye.

Bi salan e civaka Êzidî li Şengalê rastî fermanên cîhadîst û komên hizb û dewletên dardorê tên. Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê dewletên herêmê û yên emperyal ve piştgiriya wan dihat kirin ve  li dijî civaka êzidî fermana 73’yan pêk hat. Hêzên PDK’ê yên ku parastina Şengalê dikirin ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û civaka êzidî  bi komkujiyeke mezin re rû bir û hiştin. Di heman kêliyê de hêzên PKK’ê xwe gihandin hawara civakê û rê li ber komkujiyeke mezintirîn girtin. Gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê li aliyekî gel ji destên çeteyan rizgar dikirin, li aliyê din jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê avadikirin ku hêzeke xweser a civakê dikaribe gelê xwe biparêzin. Pişî vê fermanê û rizgariya Şengalê ya ji DAIŞ’ê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kirin, meclisên xwe avakirin, hêza xwe ya parastinê xurt kirin û pergala xwe ya xweser a ji fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan rûniştandin û xwestin ku di serî de dewleta Iraqê xweserî û statuya Şengalê nas bikin. Lê di 9’ê cotmeha 2020’î de di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymaneke qirêj pêk hat ku careke din Şengalê têxin bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê berxwedana gelê şengalê pêş ket ku destûr nedan vê peymanê. Lê li aliyê din jî Şengel her tim rastî gefên dewleta tirk dihat.

Di 16’ê tebaxê de roja ku Serokwezîrê Irazê Mistefa Kazimî dixwest serdana Şengalê bikira li Sûka Kevn a Şengalê wesayîteke YBŞ’ê rastî êrîşa hewayî hat. Di vê êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Di 17’ê tebaxê de jî balafiran şer Nenxweşxaneya Sikêniyê bombe kir û 4 jê birîndarên YBŞ’ê, yek jê dixtor û 3 jî xebatkarên tendirûstiyê qetil kirin. Têkildarî van êrîşan û rewşa giştî ya Şengalê û civaka êzidî Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê PAD’ê Zehra Silêman ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî.

* Birêz Zehra Silêman ev êrîşên li dijî YBŞ’ê û li ser nexweşxaneya Sikêniyê hûn çawa şîrove dikin?

Beriya her tiştî di şexsê hevalê Seîd, rêber û zaneyê vê civakê de em hemû şehîdan bi bîr tînîn, bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin. Mistefa Kazimî cara yekemîn bû ku dê wekî serokwezîrekî Iraqê bihata Şengalê. Ji bo em biçin wî pêşwazî bikin, hevdîtinan pê re çê bikin vexwandama wî hebû. Di dema hatina Kazimî de hevalê me Seîd Hesen û hevalên xwe ji bo hevdîtinê derbasî Şengalê bûn. Di rewşeke wiha ya hatina Kazimî de rêberê civaka êzidî kirin hedef. Ev tê wateya careke din civaka êzidî hate firotin. Ev planeke berdewamiya fermanê ya dewlet û hikumeta Iraqê û hevalbendên wê ne. Ji bo dikaribin plana tifaqa xwe ya 9’ê cotmehê pêk bînin êrîşke wiha kirin. Ev êrîş girêdayî fermanê ye û berdewamiya fermanê ye. Ev êrîşek bi plan û siyasî ye. Emê wekî civaka êzidî li hemberî vê bêdeng nemînin û paşve gav navêjin.

* Ev êrîşa li dijî Fermandar Seîd Hesen û nexweşxaneyê, Tirkiyeyê bi serê xwe kir an hevalbendê wê hene? Bi taybetî jî ev bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê mirov dikare tevkariya xwe ya bi dewleta tirk re nîşan didin?

Yanî dewleta tirk a dagirger nikare êrîşên xwe li ser dewleteke din bike. Hedefgirtina hevalê Seîd Hesen û nexweşxaneyê tê wateya planên li hemberî civaka êzidî. Ev planên dewleta Iraqê û hevalbendên wê yên bi zanebûn in. Dixwazin vê civakê tune bikin. Vê civakê li ser vê erdnîgariyê naxwazin û êzdatiyê qebûl nakin. Dixwazin bi van êrîşên hovane yên dewleta tirk vê civakê tune bikin. Nexweşxaneya Sikêniyê ji dema şewba koronayê heta 17 tebaxê bi dehan kesên ku bi koronayê ketine di wê nexweşxaneyê de hatine dermankirin. Her wiha zarok, kal û pîr ên vê civakê di wê nexweşxaneyê de hatine dermankirin. Em nikarin bêjin dewleta tirk bi serê xwe, bêyî plan û bêyî îradeya dewleta Iraqê ev êrîş pêk anîne.  Hedef û armancên wan civaka êzidî ji kokê rakirin e. hedefa wan civaka êzidî ye û dewleta Iraqê jî vê dizan e ew nexweşxane ya gele. Plana wan tunekirina vê civakê ye lê emê li hemberî van planên wan, van êrîşîn wan bisekirin.

* Nêzîkatiya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî civaka êzidî û vê êrîşê mirov dikere bi peymana 9’ê cotmehê ve gire bide?

Bêyî îradeya gelê Şengalê Hikumeta Iraqê bi Hikumeta Herêma Kurdistanê re li ser çarenûsa Şengalê rûniştî û ev peyman çê kirin. Ev peyman ji aliyê civaka êzidî ve naye qebûlkirin. Em wekî gelê Şengalê û yên li ber xwe dan dizanin ku ev îtifaqî berdewamiya fermana Şengalê ye. Berdewamiya qirkirina vê olê û vê civakê ye. Ji ber vê yekê jî van êrîşan , van siyasetan ji bo qirkirina civaka êzidî ye. Em jî ji bo dijmim dibêjin çi dibe bile bibe em ê nehêlin ku ev tifaqa qirêj li ser gelê me pêk bê. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin. Em destûrê nadin wan kesên ku em firotin û bi destên çeteyan berdin, û siyaseta xwe ya qirêj li ser me bimeşînin. Çareseriya Şengalê ne tifaqa 9’ê cotmehê ye. Çareseriya Şengelê xweseriya Şengalê ye. Xweseriya Şengalê were misogerkirin, mafê vê civakê bê dayîn, hêzê wê yî leşkeri û statuya wê were fermîkirin. Em wekî civaka êzidî baweriya xwe bi tu hêzan naynin. Hêzên me yên YBŞ, YJŞ û asayîşê henin. Em destûr nadin ku civaka êzidî bi fermanan re rû bir û bimînin.

* Civaka Êzidî di dîrokê de gelek caran rastî fermanan hat û herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka êzidî bi fermana 73’yan re rû bi rû ma. Vê fermanê bi xwe re çi êş û azar anî û encamên çawa pêş ket?

Civaka êzidî bi fermanan re rû bir û dimîn e. Em dikarin bibêjin civaka êzidî civakeke kevnar e. Civakeke xwedî bawerî ye. Civakeke xwedî çand û xwedî dîrokeke kevnar e. Ji bo vê dîrokê tune bikin, êzdatiyê xilas bikin fermanan li ser vê civakê derdixin û komkujiyan pêk tînin. Ji dewleta Osmaniyan heta niha ferman û komkujî ji ser civaka êzidî kêm nebûne. Niha jî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ev êrîş û komkujî pêk tên. Lê her tim ev civak li Çiyayê Şengalê li ber xwe daye. Xwe parastiye. Çand û baweriya xwe parastiye. Ji ber vê yekê jî em nikarin bêjin ev fermana dawî ye. Lê fermana 2014’an ji bo civaka êzîdî gelekî bi êş bû. Bi hezaran qurbanî hatin dayîn, bi hezaran jin, zarok hatin revandin û qetilkirin. Raste fermaneke bi êş bû. Fermaneke giran bû, me bedelên giran dan. Lê dîsa me serê xwe li ber dijmin daneanî. Vê fermanê em êşandin û em hişyar jî kirin. Hişyaribûyîna me bi hatina şervanên azadiyê yên Serok Apo re pêş ket. Fikir û felsefeya serok hişt em vê fermanê bikin fermana tolhildanê. Fermana hesaba xwestinê, ji nû ve civaka êzidî xwe naskirin û  li ser piyên xwe sekinîn. Ji ber vê yekê ev ferman ji bo me bû derseke xurt. Bi sedan xortên êzidî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li hemberî dijminê xwe çek hilgirtin û li ber xwe dan. Bi dehan meclis, sazî û partî hatin avakirin. Ji bo karibin mafên vî gelî biparêzin, têkoşîn û berxwedana vî gelî xurt bikin û bi seknekî xurt destkeftiyên xwe biparêzin.  Seknekî xurt, rêxistnbûyîneke xurt û hişyarbûneke xurt di nav civaka me de hate avakirin. Ji ber vê yekê jî em di wê baweriyê de ne êdî dijmin dê nikaribe mîna fermana 2014’an bi serê civaka êzidî ve bîne. Lewre civaka êzidî ev ferman wekî fermanên din ji xwe re nekir qeder, civaka êzidî hişyar bû û gelek encam me ji vê fermanê derxist û ev civak hêdî hêdî ber bi azadiyê ve diçe.

* Piştî fermanê civaka êzidî têkoşîn û berxwedaneke çawa meşand?

Di destpêkê de hêzên parastina vê civakê ji vê civakê hatin avakirin. Pişt re Meclisa Xweseriya Demokratîk hate avakirin û Partiya Azadiya Demokratîk hate xurtkirin. Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hat avakirin. Li gel vê li hemberî dijmin civaka êzidî di her warî de xwe bi rêxistin kir. Xwe perwerde kir. Ji bo dikaribe êrîşên li hemberî vê civakê bisekinîne di aliyê siyasî, leşkeri, rêxistinî û her alîyî de amadekarî kir.

* Li gorî we Pergala Xweseriya Demokratîk a xwerêveberiyê ji bo civaka êzidî çiqas girîng e?

Çareseriya vê civakê Pergala Xweseriya Demokratîk e. Heta niha bi dehan salan ji der ve hin mirov hatin li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî gelê Şengal bi rêve birin. Ji ber vê yekê jî mafê vê civakê dihate tunekirin. Lewre jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di Şengalê de çarenûsa rizgariya vê civakê ye. Çarenûsa ol û baweriya vê civakê ye. Heke civaka êzidî xwe bi xwe rêve nebe, bi xwe siyaseta xwe neke, bi xwe îdare xwe nede meşandin, ji bo vî gelî kar û xebat neye meşandin, çi siyasî, çi rêxistinî, çi îdarî tu fêdeyeke vê civakê jê çê nabe. Ji ber vê yekê jî dewleta Iraqê vê pergalê naxwaze. Dibêje di qanûnên min de nîn e. Lê ji bo her gelî, ji bo her netewekî di qanûnan de heye ku xwe bi rê ve bibe û di qanûnên Iraqê de jî heye.

* Civaka êzidî bi qirkirinekê rû bir û hat hiştin. Lê îro hêzeke xwe ya xweparastinê heye, ev hêza parastinê ji bo gelê Şengalê tê çi wateyê?

7 hezar pêşmerge û bi hezaran leşkerên Iraqê li Şengalê hebûn. Lê em civaka êzidî bi qirkirinekê re rû bi rû hiştin.  Ev civak bêyî parastin hiştin. Vê civakê gelek êş û azar kişand. Niha em wekî civaka êzidî, baweriya xwe bi hikumeta Irazê û hikumeta Başûr naynin. Ji ber ku hêzên wan li dora me bûn û em hatin firotin û tunekirin. Niha baweriya civaka êzidî bi hêza şervanên azadiyê, şervanên YBŞ, YJŞ û asayîşa wan tê. Heke ne ji van hêzan bûya dê gelê me yê êzidî venegeriyaba. Dê careke din Şengal bi navê êzdatiyê nehatiba naskirin. Lê bi avabûna hêza YBŞ’ê bi civaka êzidî bawerî û îradeyek xurt ava bû. Ji ber ku dizane ev hêz zarokên wê ne. Tu carî jî rê nade dijmin.

* Ji aliyê gelek welatan ve qirkirina 3’yê Tebaxê ya li ser civaka êzidiyan wekî jenosîd hat qebûlkirin. Li gorî we qebûlkirina jenosîdê bes e? Divê ev welat bi risteke çawa rabin?

Çend dewletan wekî jenosît bi nav kirin. Lê biqabilê wê jî tifaqa 9’ê cotmehê ya li ser Şengalê qebûl kirine. Ev nayê qebûlkirin. Yan tê raste rast wekî jenosît qebûl bike û li gorî wê tev bigere. Yan jî ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Li aliyekî wekî jenosît qebûl dike, li aliyê din jî tifaqa 9’ê cotmehê ya wekî berdewamiya vê fermanê qebûl dike.

Ev tê wê wateyê ku bi rastî jî te qirkirina êzidiyan wekî jenosît qebûl nekiriye û bi qebûlkirina peymana 9’ê cotmehê tu jî dibe hevkarê vê qirkirinê. Ji ber wê jî em wekî civaka êzidî helwesta van dewletan qebûl nakin. Yan ewê bi rastî wekî jenosît qebûl bikin û li gorî wê tev bigerin an jî wiha nabe. Di vir de sûcdarê herî mezin jî dewleta Iraqê ye. Hêj jî dewleta Iraqê behsa qirkirina êzidiyan û behsa jenosîta li ser Şengelê nekiriye.

* Ji bo êzidiyên ku piştî fermanê koçber bûn û careke din vegerin Şengalê çi xebatên we hene?

Gelê me li kampên Başûr dîl hatine girtin, hatine tepisandin ji bo venegerin ser axa xwe û warê xwe. Plan û siyaseta li ser însanên me yên li kampan didin meşandin ew jî girêdayî fermanê ye. Em dikarin bibêjin ji bo em gelê xwe vegerînin ser axa xwe, li nîvê cîhanê geriyan û dengê xwe gihand tevahiya cîhanê jî. Wekî partî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo vegera gelê me, ji bo azadiya vê civakê em dixebitin, siyasetê dimeşînin. Lê mixabin ew hêzên li ser Peymana 9’ê Cotmehê li hev kirine li pêşiya vegera gelê me yê koçber astengî derdixin. Lê ev nayê qebûlkirin û pêwîste civaka me ya êzidî hişyar be û vegere ser axa xwe. Emê jî ji bo vegera gelê xwe xebat û têkoşîna xwe bilind dikin,  di vî warî de bernameyên meyên me û xebata me berdewam e.

* Li pêş me hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hene. Wekî PAD ji bo hilbijartinê çawa tev bigerin û ji vê hilbijartinê hûn çi armanc dikin?

Armanca me di hilbijartinên îsal de misogerkirina qedera civaka êzidî heye. Bêguman ev êrîşên dawî yek jê sedema xe jî ew e ku ev civak nikaribe di parlementoya Iraqê de mafên xwe bi dest bixin û biparêzin û denge xwe winda bikin. Lê em jî bi biryarin ku wekî Partiya Azadî û Demokratîk ew dengê civaka êzidî ku bi dehan salane hatiye tepisandin di vê hilbijartinê de bi ser bixin. Di vî warî de jî bê navber em kar û xebatên xwe dimeşînin, em gelê xwe hişyar dikin û em dibêjin partiya me misogeriya azadiya vê civakê ye.

*  Banga we çiye?

Yekemîn bangawaziya me ya ji bo civaka me, ji van polîtîkayan netirsin, paşve gav navêjin, axa xwe ji kesî re nehêlin. Êzidxanê ji kesî re nehêlin, vegerin ser ax û warên xwe. Çand û baweriya xwe biparêzin. Bangawaziya me ji hemû saziyên mafên mirovan, ji bo dewletên navneteweyî re jî ew e ku li hemberî van êrîşên bi hinceta hêzên PKK’ê, bi hinceta fikir û felsefeya Serok Apo pêk tên bêdeng nemînin û hesabên van êrîşan bixwazin. Li civaka êzidî xwedî derbikevin û Xweseriya Demokratîk a Şengalê nas bikin.