spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Abdurrahman Onen bi nexweşiya pençeşêrê mir

Nivîskar Abdurrahman Onen ji ber nexweşiya penceşêrê di 65 saliya xwe de li Stenbolê çû ser dihovaniya xwedê.  Onen saleke  ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin. Îro serê sibehê li Nexweşxaneya Istinye ya Stenbolê mir. Li gorî xwesteka Onen dê cenazeye wî ji bo lêkolînên tibî û mirov jê sûdê bigirin bidin nexweşxaneyan. Nivîskar Abdurrahman Onen du pirtûk nivîsandibûn. Der barê Erdnîgariya Agirî û Wanê yên Kurdistana Bakur de pirtûk nivîsandibû. Pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve hatine çapkirin û weşandin.

Onen di sala 2008’an de pirtûkek bi navê ‘Ferhenga Erdnîgariyê’ çap kiribû.  Dîsa pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade bûn.

Onen di 24’ê Sibata 1956’an de li Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûbû. Dibistana seretayî û navîn li Dêrikê xwendibû. Dibistana amadeyî li Mêrdînê, Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Wêjeyî ya Zanîngeha Stenbolê xwend. Piştî xwendina dibistana amadeyî nêzî sê salan li navçeya Dêrikê cotkarî kir. Di sala 1976’an de koçî bajarê Stenbolê kir. Di sala 1980yî de, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê mamostetiya erdnîgariyê kir. Piştî deh mehan, ji ber zext û sedemên siyasî dev ji mamostetiyê berda.  Demek şûnde li kar vegeriya û heta sala 2008’an li Stenbolê di gelek dibistanan de mamostetiya erdnîgariyê kir û di sala 2008’an de teqawid bû.

Çend salan mamostetiya dersa kurmancî û komputerê jî da. Di sala 2008’an de pirtûka Ferhenga Erdnîgarîyê çap kir.