spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çav kor, ziman lal

M. Alî Ertaş

Sansur êdî nepenî û bê nav e. Berê navê wê hebû. Berê kras û fîstanê wê hebû. Zengil di stuyê psîkê de bû. Dema psîk dihat, dengê zengil bilind dibû. Mişkê derketibû derveyî qula (kun) xwe, bi dengê zengilê re, xwe davêt qula xwe. Xwe ji pisîkê diparast. Ger ku pisîkê mişk zevt kiribûya, mişk li hewa dixwar. Mişk tune dikir. Li vir zengilî rastî ronî dikir. Hatina pisîkê aşkere dikir. Lê pisîk  mişkê bi çav û guh naxwaze. Tiştê ku hatiye serê Halacî Mansûr, an jî Pîr Sultan Abdal tên zanîn. Li ser vê erdnîgariyê hema bêje em rastî her cure rêbazên desthilatdariya zordar tên. Tê fêmkirin ku fikra azad, cuda û muxalif her tim  bedel daye.

Sansur; veşartin û bincilkirina rastiyan e. Ji bo ku rastî neyê dîtin û ev rastî nebe sedema dîtina qirêjî û kemêlên genî yên îktîdar û hêzên serdest, van rastiyan sansur dikin. Hêzên serdest, bi zagon û fermana rayedarên îktîdar, daraz û dewletê van rastiyan bincil dikin û ji civakê vedişêrin. Dewlet, îktîdar û hikûmetên ku zordestiya xwe li ser civakê ferz dikin û dixwazin her dem serdestiyê bikin, serî li rêya sansurê didin. Destûr nadin ku hêzên dijber nêrîn, daxwaz û rexneyên xwe bînin ziman û parastina xwe bikin.

Sansur, amûra serdestan e ku pê bindestan bêdeng dike. Amûra kolekirinê ye. Ji bo zilm û serdestiya xwe rewa bike naxwaze rastî ronî bibe. Naxwaze ala rastiyan hil bibe. Al azadî û ronahî ye. Azadî dijminê zordestiyê ye, ji ber ku ji rastiyan ditirsin. Hêzên serdest û îktîdarê ji ber genî û qirêj in, naxwazin rastiya wan bê dîtin. Ji ber vê yekê ji tarîtiyê hez dikin û ji ronahiyê ditirsin. Ji deng ditirsin, dixwazin guhan ker bikin; ji roniya çavan ditirsin, dixwazin çavan birijînin; ji ziman ditirsin, zimanan lal dikin. Aqil û mejî felç dikin û di serî de hepis dikin. Seriyan dikin qereqol. Hubra pênûsan zuha dikin. Kamera û wênekêşên rojnamegeran perde dikin. Naxwazin lîstika rastiyê dakeve ser dikê û hebûna xwe bidin nîşan bidin.

Berê sansur dikirin, lê niha qedexe dikin. Ji Îskenderê Mezin heya Sezar, gelekan sansûr û qedexe xistiye meriyetê. Tirkiye jî di warê sansûr û qedexekirinan de gelek navdar e. Ji serdema împaratoriya Osmaniyan heta avakirina komarê, ji avakirina komara Tirkiyeyê heta îktîdara AKP’ê, sansur her û her bi kiras û rengên cuda didome. Car caran bi zagon û biryarnameyan, car caran bi zext û tundiyan, car caran bi awayekî nepen û veşarî hebûna xwe domandiye.

Dewleta Osmanî, di 1862’an de Midûriyeta Giştî û MATBUAT’ê damezirand. Di 1864’an de Nîzamnameya MATBUAT’ê ku ji fransiyan werger kirin kete meriyetê. Ev nîzamname hete îro ruhê sansurê diparêze. Di dema Abdulhamîtê 2’emîn de sansur pir dijwar bû. Dîsa ji sala 1923‘yan heta sala 1938’an, bi guherînên di qanûna Matbuatê de bi taybetî qedexeya beramberî weşanên siyasî dijwartir kirin. Dîsa ji salên 1980’î heta 2020’an bi zagonên RTUK, OHAL û KHK’an sansura bê nav derxistin pêş. Definkirina cenazeyan tê sansurkirin û nîvê şevê cenaze tên definkirin. Çalakiyên li qada Galatasarayê û qadên din sansur dikin. Çalakiyên ji bo dîtina Gulistan Doku sonsur dikin û hwd. Sansur heye lê navê wê tune ye.