Rojnameya Heftane

Çaxa Xelîfe Elî hat Tilelo

Li Kurdistanê dîroka perestgehan gelekî kevn e. Kevirên bi tîpa T ên arkeologê alman Klaus Schmidt li Girê Mirazan dîtin, beriya bi 12 hezar salan in. Îca ger dîrokek Mizgefta Mezin a berî zerdeştiyan hebe em nizanin lê tiştê em dizanin, berê ev mizgeft dergeha zerdeştiyan bûye

Seyidxan Anter

Me dabû dû şopa şewata Licê ya sala 1993’yan. Em vegeriyan Amedê û li Deriyê Çiyê ji otomobîla fîat peyabûn. Bi mamoste Amed Tîgrîs re me riya xwe bi Mizgefta Mezin xist. Amed Tîgrîs bi şaredariyê re kitêbek li ser bajarê Amedê amade kiribû.

Yên dîtibin dizanin. Li hewşa Mizgefta Mezin a ji kevirê reş, saeta rojê heye. Me li wê saeta rojê meyze dikir. Di wê navê re, zilamek ku tayên spî ketibûn porê wî, bedil lê, bi gumlekê spî û girewat girêdayî, ji çend peyayên pê re der barê saeta rojê de wisa got: ”Dema Xelîfe Elî hate Tilelo, saet li wir bû. Wî ev saet rakiriye û li wir daniye.”

Haya efendî jê tune bû ku nivîskarê kitêba Amedê bixwe li wir e. Amed Tîgrîs li zilam nêrî û jê pirsî: ”Te got çi, te got çi!?” Zilamê bibedil û girewat, bi ”şagirtên” xwe re wek pisîka ziyanan bike ji wir bizir (winda) bû.

Wa diyar e ku li ser Mizgefta Mezin, (ku dewleta tirkan navê wê kiriye Ulu Cami) gor, dergeh û wargehên îbadetan, nemaze yên li Kurdistanê, em ji gelek zanyariyan bêpar mane û bi piranî ji kurdan re nerast hatine gotin.

Li Kurdistanê dîroka perestgehan gelekî kevn e. Kevirên bi tîpa T ên arkeologê alman Klaus Schmidt li Girê Mirazan dîtin, beriya bi 12 hezar salan in. Îca ger dîrokek Mizgefta Mezin a berî zerdeştiyan hebe em nizanin lê tiştê em dizanin berê ev mizgeft dergeha zerdeştiyan bûye. Dûra jî ev wargeh, bi rêzê ji cihû, xiristiyan û îro jî bi her du terîqetên xwe henefî û şafiîyan ve bûye dergeha misilmanan a îbadetê.

Dîrokek Dêra Zahferanê ya bi vî rengî heye.  Çaxa mirov derbasî hêwana dêrê dibe li destê rastê oda goran, gorên kesên  bi nav û deng ên xiristiyanan hene. Yek ji wan goran a Matran Hana ye ku mamosteyê Apê Mûsa bûye û dîroka Mêrdînê bi tirkî ”Mardin Tarihi” lê kiriye. Li rojhilatê odê kulekek gilover heye. Di vê kulekê re tîrêjên rojê dikevin hundir. Mîna Mizgefta Mezin dîrokek Dêra Zaferanê jî heye. Berê ev dêr parêzgeha zerdeştiyan bû. Dûra jî dest guhertine û îro bûye navendek xiristiyanan. Ez behsa Dêra Zaferanê ya salên 1990’î dikim, lewra dûra wê jî para xwe ji siyaseta dewletê û bazirganiyê wegirtiye. Hem di warê avahiya dêrê û hem jî di têkiliyên xelkê bi dêrê ve guhertinên mezin rûdane.

Li bajarê Nisêbînê, li başûrê bajêr, nêzîkî têlên mayinan ên îro dîwar lê zêde kirine, zanîngeha Mor Yaqûp heye. Kavilên wê yên di bin axê de mabûn kolane, plan û avahiya zanîngehê diyar bûne. Mor Yaqûp û zanîngeha Haranê zanîngehên herî kevin ê cîhanê ne. Dûra jî di hewşa Mor Yaqûb de, mizgefta  Zeynel Abidîn ava kirine. Niştecihên Nisêbînê ji ve mizgeftê re dibêjin Meyzel Abidîn. Li hêwana mizgeftê hucre, hucreyên goran hene. Di yek ji wan hucreyan de, Eliyê Necîm û bavê wî Nizamettîn Nizammetinogullari veşartî ne. Îca Nizamettinogullari kî ne?

Ji Nisêbîne (ber bi Mêrdînê ve) 3-4 km dûr; li ser rêya Hevrîşimê bi hezaran donim erdên xwe ve çewlika (çiftlik) Nizammetinogullari heye. Sînorê axa vê çewlikê Dala, Dêrê, Bastûnkê, Qişnika û xeta hesin a di nav binxetê û serxetê de ye. Bi hezaran donim erdê vê çewlikê heye. Nizammetinogullari an jî bi gotina xelkê Mala Elîyê Necîm, çawa dikarîbûn hulqas erd (ax) li ser xwe tapo bikin?

Dîrok dûr û dirêj e lê em kin lêdin. Li bajarê Qamişlo hûn taxa Qudur Beg nas dikin. Beriya bajar ava bikin li cihê wê taxê û bajêr avahiyek tenê hebû, xaniyê Qudur Beg. Qudur Beg ne bi tenê endamê “Teşkilati Mahsusa” (bi tirkiya nû Ozel Harp Dairesi) lê berpirsiyarê vê teşkîlatê jî bû. Mala Elîyê Necîm xizmê Qudur Beg in û ji heman tradîsyonê tên û xelk jî dirin wan tewaf dikin.

Rê bidin min ez gotinên nivîskarê swêdî Wilhem Moberg bigihînim we: “Derew ne di tiştên bibêjin de ye, derew di tiştên ku nabêjin de veşarî ye!” Rast e.

Em ji hevdu şaş tênegihên! Ji azadiya baweriyê re gerek sînor tune be lê li cihên ku bawerî bûye ol û dîn, dewlet û siyaset dibe yek; çi dewlet dibe bela bibe, çi dîn dibe bela bibe; neheqî, çavsorî û dijmanatiya li hember nirxên mirovatiyê, bi xwe re tîne.

Çi kes nikare rê li ber bigire ku warê tu lê yî, lê bikole da ku rastiya xwe bi me re parve bike.