19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çêbûna Milletekî!?

Amerîka, parzemîneke dûr e lê her kêlî di nav jiyana me de ye. Ew bûye navenda birêvebirina hegemonyaya dinyayê. Patronê fînanskapîtala dinyayê ye. Lê di vê serdemê de bi şewba koronayê hêza wê jî ket ber lêpirsînê. Xelkên amerîkî diyar dikirin ku bi rêveberiya Trump re ev kar naçe serî. Heta ramyarên weke Noam Chomsky rasterast ji Trump re gotin ew sosyopatekî dera hanê ye û divê xelk pêsira xwe jê xelas bike.

Di demeke welê de Amerîkayê ‘hêza’ xwe nîşan da. Polîsekî spî ku temsîla dewleta xwe dike; reşikê bi navê Goerge Floyd li erdê deverû dirêj kir, çoka xwe danî ser gewriya wî, ew bê nefes hişt û kuşt. Ev hemû bûyer bi kamerayan hatin qeydkirin. Dinya hemû lê temaşe kir. ‘Mêrê spî û hêzdar’ dîsa şecaeta xwe nîşan dida. Ev ji bûyereke criminal wêdetir an jî ji cînayetekê wêdetir nîşana hêzdariya dewletê û otorîteriya wê ye. Peyam jî eşkere ye; dema ez bixwazim ez dikarim nefesa te/we biçkînim.

Îcar dema mijar dibe Amerîka tu bixwazî nexwazî ji ber dûrbûna coxrafî, ji bo tehlîleke rast û dirust bikî divê bi baldarî lê bikolî û encaman jî li parzûneke baş bixî. Da ku bikaribî encameke dirûst peyda bikî. Di encama lêkolîneke serdeserde dibe ku îmaja Amerîkayê ya derketî holê bi tenê bibe coca cola yan jî McDonald’s jî.

Îro roj kuştina Goerge Floyd weke ku ‘bandora perê perperokê’ li seranserê Amerîkayê xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê bi pêş dikevin. Heta Bîg Brother Trump ji bo mihafazayê bi qasî nîv saetî di stargeha bin Qesra Spî de ku me di fîlman de didît hatiye veşartin. Ev bûyer bi serê xwe nîşanî me dide ku ew mêrê spî û hêzdar bi qewlê Mao ‘pilingekî ji qartonê’ ye. Lê dîsa jî divê neyê jibîrkirin ku di nav pergala dewletdar a Amerîkayê de nijadperestî bi sazûman bûye. Dema korona li Amerîkayê nû nû hat dîtin, çend kes di serê wan de maskeyên Ku Klux Klanê ketin ber kadraja kamerayan. Zîhniyeta pergala amerîkî ango mêrê spî û hêzdar nîşan dide, ew zîhniyet e bi wê maskeyê hatiye veşartin. Çawa ku li nav Tirkiyeyê komar bi ‘peymana tirkbûn û mislimanbûnê’ li dar be, li Amerîkayê jî peymana Ku Klux Klanê li dar e.

Îro li Amerîkayê li dijî vê nijadperestiyê ne bi tenê wekî dewra Malcom X an jî Martîn Luther lê jê zêdetir nerazîbûn hene. Ne bi tenê reşik, pêkhateyên amerîkî giş di nav çalakiyan de ne. Trump jî weke kalikên xwe yên di dawiya sedsala 15’an de di destê wan de încil û şûr heyî pê li vê parzemînê kirin, ew jî di dest de încîl û çeka muhafizên neteweyî heman îmaj û zîhniyetê temsîl dike. Lê sekn û helwesta bi rêxistinî ya gelan li Amerîkayê jî wê zîhniyetê dixe ber lêpirsînê û ziravê wê diqetîne.

Ev zîhniyet êdî nikare bi Elon Musk û SpaceX’a wî îmaja xwe tekûz bike. Tevgera antîfaşîst û demokratîk li cîhanê li navendên hegemonyayê êdî bi rêûresmek xwe nîşan dide. Nijadperestî, jinkujî, texrîbkirina ekolojiyê, demokrasiya negatîf a ji mafê jiyana gelan nas nake li hemû dinyayê ketiye ber lêpirsînê. Ev şens û derfeteke mezin e ji bo hemû mirovahiyê. Bes dem diherike û li baregeh û navendên li dijî mirovahiya jiyaneke nû tehayul dike, nebaşî û xerabî tê hilberandin. Li dijî gelan bi dijşoreşeke dîjîtal mêrê spî û hêzdar dixwaze pergala xwe qewîn bike.

Di sala 1915’an de derhênerê amerîkî David Llewelyn Wark Griffith ji pirtûka Thomas Dixon fîlmekî bêdeng çêkir. Fîlm bi navê ‘The Birth of a Nation’ –Çêbûna Milletekî’ hat weşandin. Di vî fîlmî de reşik weke kesên hov, êrîşkar, diz, kujer, tecawizkar û çi xerabiyên bên hişê we di wan tîp û karekteran de hatin çêkirin. Heta ji ber mêjiyê nijadperest rola reşikan jî mirovên çermspî ku rûyê wan bi boyaxê hatibû reşkirin lîstin. Fîlm çêbûna aqilê pergalê nîşan dide. Îca di vê demê de pêdivî bi çêbûneke din a neteweyê heye. Lêgerîn ji bo vê ne. Dermanê nijadperestiyê jî ew e ku ne bi fîlm lê bi rastî çêbûna ‘Neteweya Demokratîk’ pêk were. Sancoyên wê çiqas dijwar dibin bila bibin an wê Neteweya Demokratîk çêbibe yan wê Neteweya Demokatîk çêbibe, yan na em ê xerabiya fîlmê ‘The Birth of a Nation’ her tim bijîn.