19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejn û şeva Yelda

Qendîl Şêxbizinî  

Cejn û şeva Yelda li we hemûyan û li her kurdekî/e xwenas pîroz be. Cejn û şeva Yeldayê bi qasî cejn û roja Newrozê mezin, kevnar û Kurdewar e. Cejn û şeva Yeldayê di bîrûbaweriya Kurdî-Mîtrayî de tê wateya jidayikbûna tav û ronahiyê ku di warê zanistî de dibe ser sala nû ya xorvegerê ango erdê me lê dijîn doreke nû bi dora xor û tavê dizivire ku ew dor saleke temam dewam dike. Her weha bo roja wê dibe yekem roja zivistanê û 21.12 bi sala zayîn ku dibe dirêjtirîn şeva salê û roja paşî jî dibe kurtrîn roja salê ku tam 14 saetan dibe şev û 10 saetan jî dimîne roja wê. Ji wê şevê û şûnde êdî şev ber bi kurtbûnê û roj ber bi dirêjbûnê ve diçe heta em digihîjin 21.3 bi sala zayînî ku dibe roja Newrozê.

Di roja Newrozê de şev û roj hevîn dibin wekhev 12 saet bi 12 saetê. Kevin di vê şevê de xelk diçûn mêristan û peristgehan bo nimêj û lavayan ku di zerdeştiyê de jê re dibêjin nimêj û îbadeta NÎYED’ê. Her wiha civatên ku lê kom dibûn li dora hevdu xwan û sifireyekê amade dikirin ku gelek cureyê mêwe û çerez û berhemên daran yên hişkkirî tê de hebûn lê du tiştên taybet teqez divê tê de hebin ku ew jî “mêweya hinarê û çerez” bûn. Ji vê xwan û sifireyê re digotin “MEYZED” û ji vê çerezê re jî digotin “LORIK”.

Di vê şevê de çandina darê wek qûrbanî û îbadeteke mezin bû bi taybet çandina dara Berûyê. Bo roja paşî wê ku dibe yekem roja demsala zivistanê û yek roja rojvegera gerdûnê jî ew roj di nav Kurdan de û di baweriya Mîtrayî de rojeke pîroz bûye, biçûktirîn gunah weke mezintirîn gunah hatiye hesibandin. Heta keyan jî wê rojê hukimdarî û biryardarî nekirine nebada di vê hukim û biryarê de heqê kesekî bê xwarin. Xelk di vê rojê de çûne serdana hevdu û heqê xwe ji hevdu helal kirine û soz û peymana saleke tije xêr û aştî dane hevdu.

Sal çar werz û demsal e, lê berê di nav salname û civaka me de sal du werz û demsalên sereke bûye ku ew jî werz û demsalên serma û germê bûye. Demsala biharê û demsala zivistanê ye, demsala biharê 210 roj bûye, demsala zivistanê jî 150 roj bûye. Her weha sal dabeşî ser du çileyan bûye ku ew jî çileyê tavistan û çileyê zivistanê ye. Her çileyek jî dabeşî du çileyan dibe ew jî çileyê mezin û çileyê biçûk e. Çileyê mezin a germahiyê ji serê meha pûşperê dest pê dike heta 10‘ê meha gelawêjê. Çileyê biçûk jî ji 10‘ê meha gelawêjê dest pê dike heta dawiya meha gelawêjê. Çileyê mezin ê sermayê ji serê meha befranbarê destpê dike heta 10‘ê meha rêbendanê. Çileyê biçûk ê sermayê jî ji 10‘ê meha rêbendanê destpê dike heta dawiya meha rêbendanê. Şeva Yeldayê dikeve nava çileyê zivistanê.

Peyva Yeldayê jî kesên şehreza behs kirine ku peyveke sûryanî ye ku tê wateya ji dayikbûnê. Dînê Mîtrayî bi dirêjahiya çendîn sedeyan dînê fermî yê hemû ewropeyiyan bûye, heta hatina Îsa.

Lê piştî hatina dînê Îsa, dînê Mîtrayî hate qedexekirin, lê şûnwar û çanda wê di nav zîhniyet û baweriya civakê de her ma. Her wiha gelek şûnwarên wê jî mane li Kurdistanê ku yek ji wan kelha Zerzewanê ye li bakurê welêt.

Her wiha dabên dînê mîtrayî muturbeya dîna îsayî kirin, bo mînak her ew şeva Yeldayê ku derketin û dêbûna mêhr yan jî nûr û mîtrayê ye, bû dêbûna Îsayê ango gotin ji niha û şûnde ew mîtra nîne ji dayik dibe, ew îsa û nûrê xweda ye ji dayik dibe. Lê gelek belge hene ku Îsa di vê sar û sermaya zivistana har de ji dayik nebûye. Bo mînak; eger em li încîla Loqayê binêrin di beşa 2 metna 8‘ê de dibêje: îsa dema jidayik bûye ku şivan pez û ajalên xwe dibirin şêvînê, şevên ango şivan, şevên bihar û havînê ajalên xwe dibir deşt û zozanan ji bo çêrandinê.

Ev nîşan dide ku Îsa mesîh di şeva Yeldayê de ji dayik nebûye. Lê eger em wê şeva xorveger û rojvegerê yan jî şev û cejna mîtrayî û ronahiyê qebul bikin weke dêbûna îsa mesîh, ev deh rojên di navbera şeva Yeldayê û sersala îsayî û zayîniyê de deh roj piştî ji dayikbûna wî ye. Ji bo deh rojan piştî jidayikbûna Îsa, dibêjin rojên ji bo sunetkirinê. Em dizanin di xiristiyaniyê de heta niha jî deh rojan piştî jidayikbûnê ew zarokê kur tê sunetkirin û wê rojê dikin bone û şadiyê.

Helbet vê şevê di çand û baweriya gelek neteweyên din de jî cihê xwe girtiye û heye. Di edetên fîrewniyên Misirê de jî ev çend hebûye lê bi cudahiya çend rojan ku di 7‘ê meha yekê de bi sala zayinî ya îroyin de ev şev hatiye pîrozkirin. Di nav Qiptiyên Arsîdoksê de ev şev tê pîroz kirin, li Japonyayê di çerxa 7‘emîn a zayinê de ev çand bû nerîteke salane. Çawa di çanda me ya Mîtrayî de Moxên Mîtrayî diçûn şikeftên tarî û îbadet û spasguzariya xwe dikirin ku jê re gotine “A Mîtra So”, li welatê Çînê jî di vê şevê de xwarineke taybet çêdikin, bi navê Tangyonê ku hêmaya şadî, xêr û bereketa saleke nû ye. Kurdê me yên Xorasanê bi çandên taybet vê şevê pîroz dikin, li Rojhelatê Kurdistanê û bi taybetî li Loristanê bi gelek awayên taybet vê şevê pîroz dikin.

Mîtrayî yan jî mêhr û ronahî zagona xweza û xwezaperweriyê ye. Pîrozweriyên wê hetanî îroj jî di çand û ruhê me de mane weke “roj ango pîroziya roj û tavê di mejî û sembol û ala me de, Newroz, Yelda, Hêkarengîne, tenbûr, mar, hinar”ê. Her wiha pîroziya her çar axşîgên “As, Ax, Ar, Av”ê ango çar elementên gerdûnî û hwd…

Çend sal in ez amadehiya wê projeyê dikim ku cejn û şeva Yeldayê weke projeyekê bînim bakurê Kurdsitanê. Xweşbextane di sala 2019‘an de bi amadekirina pirtûkekê li ser cejn û şeva Yeldayê ku bo cara yekemîn di pirtûkxaneya Kurdî de, pirtûkeke li ser wê cejn û şeva Yeldayê tê nivîsandin. Min ew cejn û şeva Yeldayê anî bakurê Kurdistanê û bo cara yekem li bakurê Kurdistanê, bajarê Wanê. Me ev vejn û şev pîroz kir û di vir de dîsa dixwazim spasiya rêzdar Qahir Bateyî û weşanxaneya Sîtavê bikim ku alikar bûn bo bi encam gihiştina vê projeyê. Tişta ku min kir erke bû û gihişt cihê xwe, êdî dora dilsoz û xwenasên me ye li bakur û rojava jî ku her sal ev cejn û şeva pîroz, şeva Yeldayê bê pîrozkirin û lê xwedî derkevin.

Hem mijara mîtrayê û hem şeva Yeldayê  pir berîn û fireh e, di pirtûka Şeva Yeldayê de bi dirêjahî hatiye behskirin.

Şeva Yeldayê şeva dil e, şeva axaftina dil û dîtina dil û tevgera dilî ye, şeva xwezayê û hevşadiya ruh û dil û mejî ye. Giring e ev şeva kevnar û pîroz êdî ji niha û pêde li bakur û rojavayê welêt jî jînde û mayinde be û her sal bi coş û fehmên kûr bê pîroz kirin.