25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna hevpar a gelan | Yasemîn Elban

Yasemîn Elban

Beriya her tiştî divê  di sêrî de bê destnîşankirin ku Newroz ne tenê di nav kurdan de, di nav  gelên din de jî  wek cejn tê pîrozkirin. Di sêrî da gelên Aryen yên milê Îranê, gelên Qafqas û her wekî din, gelên din. Helbet her gel li gor çand, bawerî û civaka xwe wateyê dide cejna Newrozê.  Pîrozkirina cejna Newrozê her çiqas li hemû deveran bişibe hev jî, lê  her neteweyek li gor çand û baweriyên xwe pîroz dikin.  Em  bi kurtasî li ser bisekinin ka gelo neteweyên din çawa cejna Newrozê pîroz dikin û bîr û baweriyên wan ê li ser Newrozê çi ne.

Wekî tê zanîn, wateya newrozê New (nû) Roz (roj) ango roja nû tê pejirandin. Bi piranî jî wekî serê salê tê qebûlkirin. Gelek netewe vê rojê wekî cejna biharê bi şahî pîroz dikin. Li gorî salnameya Îranê ya ku ji aliyê şah ve hatiye pejirandin dibe sala 2569’an, li gor salnameya Zerdeştiyê 3748’an û li gor salnameya misilmanî dibe sala 1389’an. Li gor şiiyan Newroz roja ji dayikbûna hezretî Elî ye. Dîsa li gor  baweriya îraniyan, Xwedê roja Newrozê, dinya û însaniyet afirandiye. Padişahê wan ê yekemîn “Cem”, cara ewil derdikeve li ser text, gel cewher diavêjine li ser û ew roj  taca serê wî diçirise ji wê rojê re jî Newroz hatiye gotin.

Gelek netewe cejna Newrozê pîroz dikin, lê nêzîkbûna kurdan, bi taybetî jî van salên dawîn cuda ye.  Ev cudahî bingeha xwe ji mîtolijiya Kawayê Hesinkar û hikumdarê zalim Dehaq hildigire. Ji ber wê jî Newroz ji bo kurdan bi wateyek din tê pêşwazîkirin. Welatparêzên kurd bi taybetî jî yên bakur cejna Newrozê wekî cejna berxwedan û tekoşînê  pîroz dikin. Li gor mîtolojiya Kawayê Hesinker, tê gotin ku beriya miladê di salên 612’an de hikumdarekî bi navê Dehaq, pir zalim bûye. Du birîn li ser milên wî vebûne, wî bi mejiyê zarokên kurd ve birinên xwe derman kirine û pê aram bûye. Li wî welatê yekî bi navê Kawayê Hesinkar hebûye, heft kurên wî birine sere wan jêkirine û mêjiyê wan wekî derman danîne li ser bîrinên Dehaq. Dû re dor hatiye kurê wî yê dawîn, lê wî  xwestiye êdî serî rake û dawî li vê neheqiyê bîne. Gava berdestên Dehaq tên ku kurê wî bibin ew dibêje; “Ez ê bi destê xwe mejiyê kurê xwe pêşkêşî Dehaq bikim,”  Serê ewil diçe kesên der û dorên xwe şiyar dike ku ew jî li hemberî neheqiyê serî rakin, bi dûv re ji xwe re  şûrekî taybet çêdike. Gava digihêje li ba Dehaq şûrê xwe li dewsa kurê xwe, li serê Dehaq dixe. Kawayê Hesinkar piştî ku Dehaq dikuje, derdikeve li ser banê serayê agireke gur vêdixe. Ji xeynê vê destanê, der barê  mitolojiya “Kawayê Hesinkar” de çen versiyonên din jî hene.

Ji ber vê yeke kurdan Newroz ji xwe re kirine wekî sembola azadî û serkeftinê. Beriya salên 1976’an bi piranî Newroz, di gundan de wekê serê salê dihate pîrozkirin. Hinek deveran serê salê 13’yê Rêbendanê tê pîrozkirin, lê baş tê bîra min û min ji çend kesên nas û dostan jî pirsî heman tişt gotin, li herêma Bedlîsê li gundê Çorsinê  jî wekî gelê Rojhilata Navîn  cejna Newrozê wekê serê salê dihate pîrozkirin. Êvara 20’ê adarê xortekî dibû kalo, yek dibû pîrê û yek jî dibû deve. Mal û mal digeriyan, rûn, savar û hêk bi van gotinan berhev dikirin.

-Alîlok, alîlok navê kurê we çi ye?

– Navê kurê me Egît e. (Mînak)

-Xwedê bihêle

– Xwedê mal û jin bike

Xwedê keç û kur bike

Tewle tijî ga û gamêş bike

Govê tijî pez bike

Serê salê binê salê.

Xwedê bihêle malxwûyê malê kebaniya çengzêrînê Rabe bîne kîviya rûnê…

Li hinek gundan jî weha dihate gotin.

Dolî dolî da kin

Serê kuran rakin

Serê keçan dakin

Govê tijî pez kin

Tewlê tijî ga kin

Serê malê binê malê Xwedê bihêle kurkê malê.

(Mixabin kurdên me jî wekî gelên dinyayê ji ber pergala desthilatdar serê kuran rakirine, serê keçan dakirine.)

Bi vî awayî xortên gund tev li cihekî diciviyan savarê bi navê “maşkule” dipehtin, li her malên gundiyan tevsiyek dişandin. Piştî savar dixwarin, agirekî gur vêdixistin li dora wî agirî stranên sivik digotin û guvend digerandin. Hinek kesan jî xwe di ser agir re diavêtin ku gunehê wan daweşe nav êgir. Dotira rojê jinan kincên xwe yên xweşik li xwe dikirin, xwarinên taybet dipehtin. Ew roj wekê cejn dihate pîrozkirin. Lê piştî salên 1976’an serê ewil ciwanan lastîkên erebeyan dibirine li serê çiyayan agir berdidan wan,  ew agir heya sibê vêdiketin, çend sal şûn de Newroz di qadên bajaran de tê pîrozkirin. Jinên kurd jî rola xwe pir baş dilîzin bi cil û bergên xwe yên gelêrî ve qadên Newrozê reng û reng dixemilînin. Mêr û jin bi cergobezî govend digerînin.

Kurdên Başûr û Rojava jî salên berî şeva beriya Newrozê, li her taxê û li her gundî agir vêdixistin, li ber muzikê dora agir bi cergobezî govend dikişandin û xwe di ser agir re diavêtin. Roja Newrozê, diçûne seyrangehê heya êvarê bi coş cejna Newrozê pîroz dikirin. Lê van salên dawî her çiqas biçin seyrangehê ew jî êdî li qadên bajaran Newrozê pîroz dikin.

Pîrozbahiyên  li Îranê

Li Îranê, amadekariya Newrozê 15 roj berê dest pê dike. Malên xwe pak dikin. Li ser tebaxçeyan genim û nîsk direşînin. Çarşema dawî danê êvarê li kolanan agir tê vêxistin, xwe li ser agir hildavêjin. Li ber defa Hacî  Firuz direqisin, çerez dixwin. Ji êvarê da heft heb tiamê bi tîpa “s” yê dest pê dike û masî dipêjin. Hêk dikelînin reng û reng boyax dikin. Dotira rojê sala kevin diqede û sala nû dest pê dike, sibê zû malbat tev cejna hevdu pîroz dikin. Mirovên mezin diyarî didin biçûkan.  Serdana goristanên xwe  dikin,  diçine serdana nexweşên xwe. Bi dûv re hemû bi hev re diçine seyrangehê. Li wir xwarin tê xwarin cure, cure lîstîk tên lîstin.

Li Afganistanê çil roj dikişîne

Li  Afganistanê Newroz çil roj dikişîne, hem wek cejna olî û hem wek cejna neteweyî tê pejirandin. Li gor baweriya wan ew roj çavên koran vedibe û nexweş tev qenc dibin. Mihrîcana gulên sor çêdibe, hesp dibezînin, guştilî digirin, jin, mêr, zarok kincên xwe yên gelêrî li xwe dikin li ber def û zirneyê stranan dibêjin û direqisin. Şeva beriya Newrozê jin komê cihekî dibin bi stranên Newrozê ve xwarineke bi navê “semelek” çêdikin. Roja Newrozê mêr di malê de dimînin karê malê dikin jin derdikevin seyranê. Di nav vî çil rojî de her çarşem ji bo jinê rojeke taybet e.

Li Ozbekistanê şitlên daran diçînin

Li Ozbekistanê, hefteyek beriya amadakariya Newrozê tê kirin. Hemû kes nav mala xwe, baxçeyên xwe û taxa xwe paqij dikin. Şitlê daran diçînin. Derheqê Newrozê de nivîs dinivîsin û bi pencereyên xwe ve dialiqînin. Ji ber ku Newroz wek cejn tê pîrozkirin, ew roj kesên ji hev xeydandîne li hev tên, serlêdana pîr, kal û nexweşan tê kirin. Zarokên ew roj diwelidin, eger keç be navê wan datînin Newroza yan Baharay, eger kur be navê wan datînin Newroz an Bahar. Ev roj xwarinên taybet ên Newrozê tê pehtin. Danê êvarê li her taxê agir tê vêxistin, xwe li ser agir diavêjin, li gor baweriya wan agir gunehên wan tev de paqij dike. Roja Newrozê diçine seyranê li ber muzîkê dans dikin û gelek lîstikên din dilîzin.

Ji serê adarê heta dawiya adarê

Li Azerbeycanê pîrozbahiya Newrozê ji serê adarê dest pê dike heya dawiya adarê. Çar çarşem çar element bi hev ve tên honandin û di heman demê de ev çar element bi hebûna mirovahiyê ve jî tê girêdan. Çarşema ewil a avê ye, ew roj merasima avê dikin û li gor bawariya wan, nexweşiyên wan tev qenc dibin. Çarşema duyemîn a roj û agir e, gel ji bo ronahî û germahiya rojê şahî li dar dixin. Çarşema sêyemîn a bayê ye, tê gotin ku ba li dinyayê digere, av û agir şiyar dike. Çarşema çaremîn a axê ye, ev roj ax şiyar dibe, hewa germ dibe, dirêjiya şev û rojê dibe wek hev. Vê rojê wekî cejna serê salê bi şahî pîroz dikin.

Çavkanî: Nîvisa civaknas Husey Bal a li ser înternetê