19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna meha paşîv û berbangê…

Mehek ku me dike şahidê şevê derbas bû. Şahidî û raza şevê, rewşeke cuda û xweş e ji bo yên vê ‘meha rojiyê’ bi şiyariya şevê ango dema paşîvê dijîn. Şev şahid e ji me re. Bi bêdengî û aramiya xwe şahidê me ye. Me dibîne, em jî wê dibînin, ji xewê me şiyar dike, em jî wê şiyar diborînin. Ji tirs û xewnên tevlihev, ji mirinê… Şev me şiyar dike ji bo hêviyeke nû, ji bo dîtina berbangê.  Wê dema tik û tenê me şiyar dihêle! Şeva şahid dixwaze em şiyar, bi hêvî û li ser piyan berbangê bibînin. Dixwaze em bibin şahidên ronahiya piştî berbangê hêdî hêdî li asîman belav dibe.

Ey şeva ku vê mehê, ji tenêtiyê xilas dike, meha rojiyê ya bi şiyariyê xemiliye! Me di hinek kêliyên şevê de sal dozdeh meh şiyar bihêle ji vê xewa ku ‘nîvê mirinê ye’! Şiyariya baş û pêwîst bike para me. Ey meha şiyariya ji xewê û paşîvê! Çawa ku şev vediguhere berbangê, berbang vediguhere rojê; me jî ji halê me yê heyî, vegiherîne tişteke din. Me ji nebesiyên me, ji sûc û gunehên me yên em bi wan nizanin û wan nabînin veguherîne şiyarî û zanînê.

Îsal bi bêdengiya ji ber nexweşiya belavbûyî, em ji biharê dûr man. Dûre jî meha rojiyê dest pê kir. Dixwazim bibêjim ku ev meh, li gorî armanca xwe bû. Derfeta kûrbûna fikrî û ramanî zêde çêbû. Bêdengiya kolanên bajêr, dibûn sedem ku tu bikarî bi wateya vê mehê têbigihîjî. Leza me ya ku nahêle em baş bêhnê bigirin, bifikirin îsal kêm bû. Leza ku em dibêjin qey ji bo ‘jiyanê’ ye, ji bo kar û barê me yê pêwîst e di rastiyê de qet jî ne wisa ye. Ev lez, ev deng, dibin sedem ku em baş bêhnê negirin, nefikirin, nebînin û nejîn. Ji ber wê jî hem bihar, hem meha rojiyê hem jî em ji salên berê cudatir in niha.

Dibe ku em gelek caran ji vê rewşa bi serê alemê de hatiye aciz bûbin, me bertek nîşanî vê ‘nediyariyê’ dabe lê ji gelek aliyan ve ji ber ku ji dem, meh û salên borî cudatir e divê em qedrê wê bizanibin. Gelo ev rewş bi qasî dagirkirina taxên bajaran ên pênc sal berê welatê me veguherandin dojehê zor û giran e? Bîra me ya ku di van pênc salan de bi kirin û dîmenên hovane tije bûye, ji vê nexweşiya nedîtî sed car nexweştir nîn e!

Em li xwe vegerin, bibînin ku musîbetên wiha, di ber ên me behsa wan kirî de biçûk dimînin. Lewre kiryarê wan ‘nediyar’ e, derfet û riya xweparastinê di dest te de ye lê yên din… Gotin, hevok, ji bo vegotina wan nebes in lewre ‘kiryar’ diyar in û hê jî li ser kar in! Ji ber wê jî neçarbûna jiyana bi bûyerên sûcdar û mehsûm re pir cuda ye. Sûcdar, gunehkar hingî li ser kar bin, tu dibî nêçîra wan û nikarî xwe baş biparêzî. Lê bûyerên wekî vê nexweşiyê ne wisa ne, sûcdar bi xwe ew nîn in, sûcên hinek kesan in. Loma riya te vekiriye, tu dikarî xwe ji sûcê sûcdaran biparêzî.

Bi hatina cejna meha rojiyê re îsal dîmenên ku çavên me qet hîn nebûne hene. Her çiqas her du cejnên li dû hev, ev çend sal in li welatê me rastî bûyerên gelek nexweş tên jî; kevneşopiya pîrozkirina wan her didome lê îsal rewş gelek cuda ye. Ji ber nexweşiya ku ev çend meh in di rojeva cîhanê de ye, bû sedema mirina sedhezaran; em ê îsal cejnê ji kevneşopiya wê cuda pîroz bikin. Ya rast û pêwîst ew e, em li ku dibin bila bibin, van rojan li gorî wate û manewiyata wan bijîn. Sînorê zeman û mekan ên ku dehan salan in em dijîn, em hînî gelek riyên çareseriyê kirine. Tenê tevgera rast ji bo me pêwîst e.

Bi vê wesîleyê, bi hêviya roj û mehên xweştir; cejna meha rojiyê li me hemûyan pîroz be!