Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Cejna ziman pîroz be!

Eger bi rastî ziman hebûn û xwebûn be, nexwe em xwe qet bi vir de û wê de nedin, ji xwe re li bihaneyan negerin û karê îro nehêlin sibehê. Ziman çand e, nasname ye, hebûn e

Zana Farqînî


Eger ziman hebûn be…

Dixwazim bi pirskirina çend pirsan dest bi nivîsê bikim. Ji ber ku maka bersivan pirs in; ji lew re heta pirs neyên kirin bersiv jî peyda nabin. Ev pirsên ku em dixwazin bikin jî ev in: Ziman çima tên qedexekirin, gel çima tên asîmilekirin? Tekparêzî û netewedewlet xwedî çi wesfê ne? Têkiliya çand û ziman çi ye? Bera ziman hebûn û xwebûn e?

Qedexekirina zimanan a bi awayê sîstematîk aîdî serdema modern e ku bi avakirina netewedewletan derketiye holê. Gava mirov li ser karakterê netewedewletan disekine, dibîne ku wan tekîtî/monîzm ji xwe re wek bingeh hilbijartiye û ew li dijî pirzimanî, pirçandîtî, pirbawerî û pirçeşîdiyê ne. Her tişt li ser çand, ziman û nirxên etnîsîteya serdest hatiye organîzekirin û sepandin. Ji bo wan tek ziman, tek çand, tek ala û heta tek dîn an jî mezheb heye. Ji bo gel û neteweyên bindest jî rêyeke tek heye: Pejirandina nasnameya neteweya serwer û xwebexşkirina ji bo dahatûya wê neteweyê. Kesên ji eslên cuda tên divê xwebûna xwe di nav a serdest de bihelînin û dev ji hemû mafên xwe berdin. Ji bo wan divê ne ziman, ne çand, ne welat ne jî gel/neteweyeke din hebe. Êdî neteweya serdest û zimanê fermî/dewletê heye û dem dema zimanê neteweyî ye. Senefinake din jî zimanê herêmî, zimanê hindikahiyan û zimanên qedexekirî ye.

Ji ber ku ziman hilberîner, hilgir û veguhêzerê çandê û pêkhênerê nasname û aîdiyetê ye, ji bo pêkanîna asîmilasyonê diviya ev navgîna karîger ku wek astena herî xurt e, bihata qedexekirin. Ku ziman neyê bikaranîn, bi domana demê re tiştê heyî jî bere bere kêm dibe û ji navê radibe.

Neteweyên serdest bi helandina gelên din a di nav xwe de jî dixwazin xwedêgiravî welat û dewleteke tekreng çêkin û bikin ku dijberên wan ên navxweyî ji wan re nema bibin gelş û kêşe, kelem û serêşî. Bi wê jî namînin bi red û înkarê “yên ne ji xwe” bêesil û kok dihêlin, paşvemayî û hoveber nîşan didin da ew êdî hew xwezî bi xwe û raboriya xwe bînin, berevajî wisan dikin ku ew bibin takekesên ku xweziya xwe bi serwerên xwe bînin da ew bibin kesên şad û bextewer.

Helbet haya pirekî pir a kurdên hişyar ji van sepan û siyasetên hanê heye. Lê di warê hesta zimanî de bi ya min gelek qels in. Bi qasî balê dikêşin ser neheqiyan, zilm û tehdeyan, maf û azadiyan, pirrengî, pirçandî û pirzimaniyê ew çend li ziman û çanda xwe nabin xwedî.

Çîna ronak a civaka me ya Bakur bêhtir dûrî çand û zimanê xwe ye. Ji ber ku zimanê wan ê sereke ne kurdî ye, tirkî ye. Xebatên sosyolenguîst nîşan didin ku asta perwerdeyê ya civaka kurd (ku bi tirkî ye) çi qas bilind dibe rêjeya pişaftinê jî ew qas zêdetir dibe. Nexwende ji xwendeyan bêhtir bi kurdî dizanin û pê dijîn. Wek mînak derçûyên zanîngehan ji lîseyiyan, lîseyî ji yên dibistana navîn û yên heta dibistana navîn xwendine jî ji kesên derçûyên dibistana seretayî zêdetir asîmîle dibin. Ev encamên xebatên sosyolenguîstîk in.

Di destpêka îsal de, ji hêla “Sosyo Politik Saha Araştırmaları Merkezi” (Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk) ve li 16 bajarên kurdan hatibû kirin. Li gorî rapora rapirsiya vê navendê, ji beşdaran % 69.4 diyar kiriye ku li nav malê, %59.4 li kuçeyê bi kurdî û %81.1 diyar kiriye ku li dameziraweyên fermî bi tirkî dibeyivin. Encameke balkêş ya vê rapirsiyê ew e ku rêjeya kesên nexwende yên li nav malê bi kurdî dipeyivin %76.2, lê rêjeya peyivîna kesên xwende jî 61.1 e. Li gorî dahata darayî jî rêjeya axaftina bi kurdî diguhere. Kesên halxweş bêhtir axaftina bi tirkî tercîh dikin. Dîsan kesên li gundan hatine dinyayê li gorî kesên li bajaran hatine dinyayê, bêhtir meyla wan li ser kurdî ye. Her wiha rêjeya axaftina bi kurdî li gorî temen jî diguhere, temen çi qas zêde dibe rêjeya axaftina bi kurdî jî ew qas bêhtir dibe (ji bo kurdî yekûna axêverên kurmancî û kirmanckî bi hev re hatiye dayîn).

Mixabin, di rapirsiyê de pirs ji kesên xwedî temenê 18 salî û berjor hatiye kirin. Lê ev yek jî fikirek bi mirov re çêdike ku bê rewşa axaftina bi kurdî çi ye. Lê esil ya rewşa veguhastina ziman li nifşên dahatûyê diyar dike zarok in. Lê ji van cure xebatan û çavdêriyê mirov dibine ku rêjeya zarokên kurdan ên bi tirkî radibin her diçe zêdetir dibe ku ev yek ji bo dahatûya zimanekî tiştekî diyarker û jiyanî ye.

Hin pîvaneyên UNESCO’yê hene ku bi wan rewşa zimanan tê pîvan bê ka zimanek di xeterê de ye yan na:

  • Veguhastina ziman a di navbera nifşan de
  • Hejmara kesên bi wî zimanî dipeyivin
  • Rêjeya axêverên wî zimanî ya li gorî yekûna nifûsê
  • Guherînên li qadên bikaranîna zimên
  • Berteka zimên a li qad û nîvengên nû
  • Hînbûna zimên; hebûna keresteyên pêwîst a ji bo hînbûna xwendin û nivîsîna bi wî zimanî
  • Helwest û polîtîkayên saziyan û dewletan, rewşa fermî ya zimên û bikaranîna wî jî tê de
  • Helwesta takekesên civakê ya li hemberî zimanê xwe
  • Mîqdar û wesfên belgeyên heyî yên têkildarî zimên.

Gava em di van yekan bifikirin em dê ron û aşkera bibînin ku tabloyeke dilxweşker li ber me nîn e. Rewşa zimanî ya zarokan û kesên temen biçûk dide nîşan ku windabûna zimanî ya di navbera nifşan de çêbûye. Ziman li nifşên dahatûyê nayê veguhastin. Li aliyekî zimanê nivîskî bi pêş dikeve, kanal û organên wê çêdibin, lê li aliyê din zarokên divê ew geşe bi ziman bidin û bidin jiyandin ji dest diçin, dibin berhemên asîmîlasyonê. Nifşeke nav bi kurdî lê ziman bi tirkî radibe.

Rewşa ku ji derveyî îradeya me diqewime em daînin wî alî. Endamên civaka zimanî dikarin çi bikin? Pirsa girîng ev e. Eger bi rastî em xemxurên zimanê xwe bibin divê em gilî û gazinên xwe ji merciyên pêkhêner bikin, rexneyên xwe li partî rêxistin, sazî komele û dam û dezgehên xwe bikin: Ji lew re, ji cihê mirov jê hêvî dike gazinên xwe jê dike. Ew qas xemsarî bes e, divê zimanê têkoşîna mirov jî bi zimanê mirov be. Divê ziman di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û li nifşên nû jî bê veguhastin.

Eger bi rastî ziman hebûn û xwebûn be, nexwe em xwe qet bi vir de û wê de nedin, ji xwe re li bihaneyan negerin û karê îro nehêlin sibehê. Ziman çand e, nasname ye, hebûn e. Xwebûna xwe bi zimanê xwe bidomîne.

Cejna zimanê kurdî li me hemûyan pîroz be û bila xemxuriya me jî bi rojekê yan jî bi çend rojan tenê nemîne û her berdewam be.