Sunday, December 5, 2021

Çekên kîmyewî rewa dikin

Dewleta tirk, êrîşên xwe ji 23’yê nîsanê ve li Metîna, Avaşîn û Zapê didomîne. Artêşa tirk her çiqas bi çekên giran, balafiran û teknîkên pêşketî êrîşî axa Kurdistanê bike jî heta niha tu encam negirtiye. Wexta ku siyaseta tirkan tengav bibe û desthilatdariya wan neçar bimîne, dest bi siyaseta şerê qirêj dikin. Lewma artêşa tirk demek dirêje li ser axa Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Li gorî bîlançayo Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê aşkera kiriye, dewleta tirk di 6 mehên dawiyê de zêdetirî 323 caran li dijî hêzên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar anîne. Li gorî bîlançoyê 9 jê jin 33 gerîla ji ber van çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Di van êrîşan de tenê gerîla nehatine hedef girtin, ji xeynî gerîlayan bi taybetî jî herêma Behdînanê cih û warên sivîl jî hatine hedef girtin.

KCK bang li raya giştî kir

Dewleta tirk piştî ku di 23’yê nîsanê de dest bi operasyonê kiriye, di 10 rojan şûnde, 3’yê gulanê li herêma Avaşînê li ser tûnelên şer ên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar anîbûn. Piştî vê êrîşê HPG’ê wêneyên vê êrîşê parvekiribû û KCK’ê piştî daxuyaniyên HPG’ê bang li raya giştî kiribû ku li dijî van êrîşên kîmyewî têkevin nava liv û tevgerê.

Divê mijar bê lêkolînkirin

Fermandarên HPG’ê Doktor Bager Baran jî diyar kiribû ku dewleta tirk varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar aniye û ji bo tespîtkirina vê yekê amûr û derfetên wan ên pêwîst nîne. Ji ber vê yekê Doktor Bager, bang li saziyên pêwendîdar kiribû ku mijarê lêkolîn bikin.

Her çiqas ji hêla sazî û dezgehên ve bi dehan caran saziyên wek Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de bang li gelek sazî û rêxistinên navneteweyî bên kirin jî heta niha tu bersiv nehat û mijar neket rojeva raya giştî ya navneteweyî. Piştre Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve, bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dest bi lêkolînê bike lê ev bang jî têrî lêkolînê nekir.

Gel derkete qadan

Piştî ku mijar ket rojeva raya giştî ya Kurdistanê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî gelek çalakî hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê li ber deriyê sînor ê Xabûrê yê li Silopiyayê li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî meşiyan. Federasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li dijî êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikumeta Elmanyayê dest bi kampanya îmzeyan kir. Komeleya Malbatên Şehîd û Wendahiyan (KOMAW) li dijî êrîşan name ji partiyên siyasî yên Elmanya CDU, SPD, Die Gruenen, Die Linke û Wezareta Karên Derve re şandin. Piştî ku 109 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevan ên kurdistanî û iraqî bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Rêveber a OPCW’ê kirin, ku têkildarî idîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi lêpirsînê bikin, 44 rewşenbîrên ereb jî heman daxwaz kirin. Lê dewleta tirk her çiqasî rastî bertekên herêmî û navneteweyî hatiye jî êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî bênavber didomîne.

Bi rêya PDK’ê êrîşan rewa dike

Tirkiye ku dagirkirina herêmê, bombebarana bi balafirên şer kiriye tiştekî rûtîn û bi rêya PDK’ê dixwaze rewa bike, bi heman şêweyî dixwaze bi pêkanîn û çewisandinên PDK’ê yên li ser saziyên sivîl jî vê yekê wekî tiştekî asayî bide der. Ji bilî vê li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, gelek belgeyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di destê berpirsiyarê leşkerî yên hêzên taybet ên Pêşmergeyên Roj, Zerewan û Gulanê Ezîz Weysî de hene. Tê idîakirin ku di destê Ezîz Weysî de gelek belgeyên di warê bikaranîna çekên kîmyewî de hene û ger wan aşkera bike wê hem dewleta tirk hem jî PDK bi sûcên şer werin darizandin.

Ji saziyan re belge şandin

Piştî van daxuyaniyan ev mijar ket rojeva gelê kurd û bi çalakî û daxuyaniyan bang li saziyên têkildar hat kirin. Tê gotin ku heya niha ji aliyê saziyên kurd û gelek kesan ve gelek belgeyên li ser cenazeyên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û cihên bûyerê wek rapor ji 28 saziyên sivîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelek welatên Yekîtiya Ewropayê re hatine şandin.Lê heta niha jî bêdengiya van hêzên navneteweyî didome.