24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê di rojeva navneteweyî de ye

Parlamentera Ewropayê ya ji Partiya Çep a Swêdê Malin Bjork, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk ya li başûrê Kurdistanê, pêşnûmeyek pêşkêşî Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê kir.

Bjork bi bîr xist ku Tirkiyeyê 23’ê nîsanê li başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû kiriye û bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta tirk kiriye û got: “Tê gotin ku di êrîşan de Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ev yek weke çeka tunekirina girseyî tê dîtin.”

Bjork di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Li gorî çapemeniya navneteweyî, ji ber êrîşên kîmyewî sivîl neçar man ku gundên xwe biterikînin. Rîskek û xetereyek pir mezin li ser jiyana sivîlan heye Ev êrîşên ku tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî, dişibe êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser bakurê Sûriyeyê. Hikûmeta Iraqê destûr neda dewleta tirk ku bi rengekî leşkerî bikeve nava welatê wan. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn anî ziman ku hêzên tirk bi rêyên neqanûnî ketine nava axa Iraqê. Ev yek jî tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.”

Bjork di pêşinyarpirsa xwe de pirsên xwe ji EEAS’ê re wiha rêz dike:

* Haya EEAS’ê ji raporên li ser bikaranîna çeka kîmyewî heye?

* EEAS wê çalakiyên leşkerî û bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve, şermezar bike?

* EEAS wê nerazîbûneke çawa nîşanî hewldana leşkerî ya Tirkiyeyê ya li herêmên Kurdistanê bide?”