spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çem û sûlav ziwa bûn

Li Kurdistanê, her ku diçe bandora hişkesaliyê bêtir xwe nîşan dide. Sûlav û çemên ku bi salan e diherikin, ji ber kêmbûna baranê zûwa bûn. Tê dîtin ku di çeman de av jî nemaye. Her wiha nebarîna baranê û  germa zêde jî bandoreke mezin li giha û pincaran dike.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku bi sûlav, zozan û çemên xwe bi nav û deng e îsal hişkesalî xwe bi her awayî nîşan dide. Li gundê Gelejêrê yê navçeyê ku sulav lê heye, ji ber hşkesaliyê ava sûlavê gelek kêm bûye. Welatiyên ku bi ava sûlava Gelejêrê bax û baxçeyên xwe av didin, îsal ji ber kêmbûna avê rojên zor û zehmet derbas dikin.

Ji welatiyên gund Cevher Adiyaman ê  85 salî ku hemû emrê xwe li gund derbas kiriye ji nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgut re axivî. Adiyaman anî ziman ku di berê de wan hemû bax û baxçeyên xwe bi vê sûlavê av dane, lê niha ji ber kêmbûna avê gelek darên wan hişk bûne û wiha got:” Di zemanê me de ava vê sûlavê heta payîzê ber bi Xabûr ve diherikî. Bax û baxçeyên me hemû bi avî bûn. Lê ev 2 sal in ji ber nebarîna baran û berfê sûlav ziwa bû. Niha bi vê avê em nikarin rez jî av bidin. Di zemanê me de baxên me hemû zeviyên birincan bûn. Heta payîzê av li ser bû. Lê niha hemû bûne once. Me debara xwe li ser birinc dikir. Lê niha em nikarin debara xwe bikin. Av tune ye û çavkaniyên avê kêm dibin.  Niha ez bi xortomê darên xwe av didim.”
Adiyaman di berdewamê de diyar kir ku li herêmê hemû  çavkaniyên avê  bi hişkbûnê re rû bi rû ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji vir heta Feraşînê herêm giştî bi ziwabûnê re rû bi rû ye. Koçerên ku îsal çûne zozanên Feraşînê dibêjin giya îsal bi qasî du tiliyan jî ranebûye. Baran nebariye û berf jî tune ye. Li zozanan em li ser giya radizan. Em heta payîzê li zozanan bûn. Lê niha ne av heye û ne jî şinkayî heye. Debara me hemû li ser bax û baxçeyên me ye. Lê îsal ji ber tunebûna avê darên me hişk dibin.  Wexta ku dara min hişk bû, zebze û fêqiyên min hişk bû, wê çaxê ez ê çi bixwim?”